Peter Galbraith: Serxwebûna Kurdistanê ji bo Iraqê jî baştir e
Akademîsyên û Dîplomatkarê Amerîkî Peter Galbraith diyar kir ku Serxwebûna Kurdistanê ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e, û got: “Ji ber çend sedeman serxwebûna Kurdistanê ku hêviya gelê Kurd e, di berjewendiya Amerîkayê de ye û herwiha ji bo aramiya navçeyê jî bisûd dibe.”
Peter Galbraith dibêje ku ew pir kêfxweş e ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Fermandeyê Giştî yê HSDê General Mazlûm Kobanî bi hev re kar dikin û pêşveçûn pêk hatiye bo avakirina pêwendiyên baştir di navbera wan herdu beşên Kurdistanê de.
Dr. Peter Galbraith niha li Zanîngeha Pensilvanya mamoste ye. Demeke dirêj li Wezareta Derve ya Amerîka kar kiriye û piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê bû balyozê Amerîka li Kroatyayê.
Gelekî hevkariya serkirdeyên Kurd kiriye û rêya Wezareta Derve ji wan re vekiriye. Herwiha piştî serhildana 1991ê li ser guhastin û parastina bi sedan hezar ton belgeyên rejîma Iraqê li ser Kurdan kar kiriye. Di dema nivîsîna destûrê de şêwirmendê tîma Kurdistanê bû.
Akademîsyên û Dîplomatkarê Amerîkî Peter Galbraith di vê hevpeyîna bi Rûdawê re, behsa siberoja Kurdan li Başûr û Rojavayê Kurdistanê dike.
Dilbixwîn Dara: Dr. Peter, tu şarezayê rewşa Kurdan î. Tu Kurdan baş nas dikî. Niha tu rewşa navxwe ya Kurdan û rewşa Kurdan li navçeyê bi giştî çawa dibînî?
Peter Galbraith: Pêşî, xwezî min karibûya li studyoyê bi te re bûma li şûna ku ez ji mala xwe bi te re biaxivim. Bêguman vîrûsa Koronayê geştkirin zehmet kiriye û şêweya jiyana me hemûyan guheriye.
Bi nerîna min, rast e ku Herêma Kurdistanê karî ji Iraqê baştir rewşê bi rêve bibe. Bêguman baştir ji Îran û Tirkiyê, pir baştir ji rewşa ku em li Amerîkayê tê de ne jî. Vîrûsê her tişt guheriye. Ez dizanim vê rewşê bandor li ser Herêma Kurdistanê jî kiriye. Yek ji encamên wê xerabbûna rewşa aborî ye. Ev jî ji ber daketina xwesteka li ser petrolê. Nebûna xwestekê jî nirxê petrolê daxist, daketina nirxê jî bû sedema kêmbûna dahata petrolê bo Bexda û Herêma Kurdistanê. Niha Kurdistana Iraqê di demeke aram de derbas dibe. Sala 2017an gava giştpirsî hat kirin, bûyerên dramatîk di pey re hatin. Ji wê demê bi şûn de agirbest heye (di navbera Hewlêr û Bexdayê de). Niha du serokwezîrên nû di kar de ne. Bi nerîna min, serokwezîrê niha yê Iraqê dixwaze bi Herêma Kurdistanê, serokwezîrê nû û serokê Herêma Kurdistanê re kar bike. Bi nerîna min, pêşveçûn pêk hatiye, lê arezûya mezin a gelê Kurdistanê bo serxwebûnê sist nebûye. Bi baweriya min, zû yan dereng serxwebûn pêk tê.
Te li cihên cuda û di demên cuda de bi Kurdan re kar kiriye. Bi nerîna te, nakokiya navbera partiyên Kurdî li gor dema berê çawa ye? Gelo nakokî kûrtir bûye yan kêm bûye? Mebesta min pêwendiya siyasî navbera partiyên Kurdî ye.
Gotineke bi navûdeng heye dibêje “Ji bilî çiyan ti dostekî Kurdan nîne.” Ez hergav çend peyvan li vê hevokê zêde dikim û dibêjim dijminên Kurdan pir in û yên herî xerab jî Kurd in! Ji ber nakokiyên navbera partiyên Kurdî ziyaneke mezin gihişt Kurdistanê. Herwiha ji ber ku amade ne ji bo berjewendiyeke siyasî ya demkî qurbaniyê bi berjewendiyên niştimanî bidin. Me ev bi zelalî di cotmeha 2017an de dît. Bi nerîna min, eger bereyeke yekgirtî hebûya Herêma Kurdistanê dikarî berevaniyê li Kerkûk û navçeyên din bike. Eger yekgirtî bûna dibe ku niha Kurdistan serbixwe bûya. Bi baweriya min ev pirsgirêk e. Ez dibînim ku Serok Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî hewl dane van nakokiyan kêm bikin bi rêya rûniştina bi serkirdeyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re. Hevrikî di navbera Herêma Kurdistanê û îdareya Kurdî li bakurê rojhilatê Sûriyê de jî heye. Di hin deman de nakokî tund bûn. Tew gihiştiye xalekê ku sînor bê girtin. Ez pir kêfxweş im ku Serok Nêçîrvan Barzanî û General Mezlûm bi hev re kar dikin û pêşveçûn pêk hatiye bo avakirina pêwendiyên baştir di navbera wan herdu beşên Kurdistanê de.
Niha wek nimûne, rewşa Kurdan li Iraqê cuda ye. Serdemekê Kurd li Iraqê yek ji biryarbidestên sereke bûn. Niha daxwaza nîv mûçeyê ji Iraqê dikin, lê Bexda wê jî naşîne. Bi baweriya te, rewşa Kurdan çima gihişt vê derê?
Xala yekem ew e ji ber daketina nirxê petrolê dahata Iraqê sînordar e. Rastî ew e gava Iraq wê dahata sînordar dabeş dike, serperiyê nade Kurdan. Iraq bi vî awayî xwe dibîne û bi vî awayî xwe dide nasîn ku berê di destûrê de hatibûn nivîsîn “Iraq dewleteke Erebî ye.” Di demekê de Kurd ne Ereb in. Ti carî Kurd wek welatiyên pile-yek ên Iraqê nehatine dîtin. Lewma eger Iraq dewletek bûya ku beşekî Kurdistanê yê wekhev tê de hebûya, hingê dihat pêşbînîkirin eger budce bê birrîn, bi wekhevî budceya hemû welat bê birrîn, lê pişka Kurdistanê ya ji sedî 17 her pê digihişt. Niha ne bi vî awayî ye. Bi şêweyeke dramatîk, we ev di salên navbera 2014-2017an de dît. Di demekê de ku DAIŞ gefeke mezin bû li ser Iraqê, serokwezîrê wê çaxê Heyder Ebadî çi kir? Pereyên Herêma Kurdistanê birrîn. Tevî ku Herêma Kurdistanê tekane hêza meydanî ya şerê dijî DAIŞê bû. Iraqê Kurdistan wek beşekî ji Iraqê û gelê wê wek welatiyên iraqî nedidît. Reftara wan bi Kurdistanê re wek reftarkirina bi dewleteke cuda re bû. Bi baweriya min, ev pirsgirêka sereke ye. Bêguman pêwîst e Herêma Kurdistanê pişka xerciyên xwe werbigire. Erê, dibe ku pêwîst be birrîn di hinek xerciyên serweriyê de bê kirin, lê piraniya pereyên ku Iraq bo xerciyên serweriyê dide pişka Kurdistanê jî tê de ye. Wek nimûne xerciyên artêşa Iraqê, xerciya pêşmergeyan jî heye. Hewce nake ji pereyên Herêma Kurdistanê bidin artêşa Iraqê di demekê de divê pereyên pêşmergeyan jî bide. Ofîsên dîplomatîk ên Kurdistanê li derve hene, nabe ji pereyên Kurdistanê bidin ofîsên dîplomatîk ên Iraqê û pereyên ofîsên xwe jî bide.
Tu wek şêwirmendekî beşdarî nivîsîna Destûra Iraqê bûyî. Kurdan 54 madeyên destûrê destnîşan kirine ku heta niha nehatine cîbicîkirin. Emar Hekîm dibêje sîstem û destûra niha ya rêvebirina Iraqê ne serkeftî ne. Gelo Destûra Iraqê çewt e yan şêweya cîbicîkirina wê ne rast e?
Ez bawer nakim pirsgirêkên destûrê hebin. Pirsgirêk di cîbicînekirina destûrê de ye. Bi rastî, ez û hevkarê xwe li Zanîngeha Pensilvanya Brendan O'Leary li ser vê axivîn û me 54 madeyên Destûra Iraqê destnîşan kirin ku nehatine cîbicîkirin. Hinek ji wan ji yên din giringtir in. Eger destûr bihata cîbicîkirin û hevbeşiya rasteqîne li welat hebûya, bi nerîna min ew pirsgirêkên niha nedibûn. Tu careke din hatî ser behsa xala sereke. Dema reşnivîsa destûrê hat nivîsandin, Kurdan giringî nedidan avakirina Iraqeke yekgirtî yan Iraqeke bihêz. Tekane giringiya wan bo parastina serxwebûna defakto ya Herêma Kurdistanê bû. Iraqê jî nedixwest dewletê ava bike, qasî ku dilxwaza parastina berjewendiyên şiî û suniyan bû. Anku çimkî nasnameyeke we ya hevbeş nîne û pabendiyeke we ya hevbeş bi vî welatî nîne, çi di destûrê de bê nivîsandin jî naxuye ti ferqê çêbike. Bi nerîna min destûreke pir baş e, lê pêwîst e bê cîbicîkirin. Tenê wê demê tê cîbicîkirin ku pabendî wê bin. Di esas de, berpirsên Bexdayê ne pabendî destûrê ne.
Di dema nivîsîna destûrê de, tu di wê baweriyê de bûyî ku Madeya 140ê bê cîbicîkirin û pirsgirêka Kerkûk û navçeyên cihê nakokiyê heta dawiya 2007an bên çareserkirin? Ew pirsgirêk hê jî di navbera Hewlêr û Bexdayê de mane û nehatine çareserkirin.
Min bawer dikir ku Madeya 58ê ya serdema encûmena demkî ku paşê bû Madeya 140ê ya destûrê, tê cîbicîkirin. Bi wateya ku min wiha bawer dikir hemû alî hevnerîn dibin û berî 31ê kanûna yekem a 2007an giştpirsî tê kirin. Niha bêtirî 12 salan di ser wê demê re derbas bûne. Îradeya Bexdayê nebû bo cîbicîkirina madeyekê ku li ba Kurdan giring bû. Ez careke din dibêjim sedem ew e ku Kurd wek welatiyên pile-yek ên Iraqê nayên hejmartin. Li vir pêwîst e ez beşekî serkirdatiya Kurdan jî lome bikim, çimkî Madeya 140ê ku berê Madeya 58ê ya serdema encûmena hukm bû, dibêje: Her sê serokatî, ku wê çaxê Celal Talebanî yek ji wan bû, dikarîbûn pêşniyaran pêşkêş bikin derbarê destkarîkirina sînorê Kerkûkê û hilweşandina guherînên ku Sedam Hisên di sînoran de kiribûn. Ji vê re tê gotin proseya asayîkirinê. Di dema hevnerîn nebûna her sê serokatiyên Iraqê, hewce dike navbijvanekî serbixwe destnîşan bikin da ku biryarê ji wan re bide. Di egera razînebûna bi biryarên wî navbijvanê serbixwe, hingê pena tê birin ber sekreterî giştî yê NY. Ti yek ji van pêngavan nehat avêtin. Pêşniyarkirin ji bo wan pêngavan di sînorê desthilata serokomar de ye. Bi sadeyî, ti hewlek bo cîbicîkirina wê madeyê nehat dan. Lewma bi nerîna min, beşek ji berpirsiyariya cîbicînekirina wê madeya destûrê di stûyê Kurdan de ye.
Iraqê budceya Kurdistanê ragirtiye. Daxwaza gaz, petrol û dahata deriyên sînorî û firokexaneyên Kurdistanê dike. Gelo di qezenca Kurdistanê de ye dest ji van berde û wan radestî Iraqê bike da ku budceyê bişîne?
Bêguman. Yek ji giringtirîn şiyanên Kurdistanê şiyana kontrolkirina sînorî erdî û ezmanî ye. Eger Kurdistan dest ji van berde dê di rûyê cîhanê de bê girtin. Karesat çêdibe. Bi nerîna min, nabe hûn ti carî bi vî tiştî razî bin. Derbarê budceyê, taybetmendiyeke giring a Destûra Iraqê ew e ku mafê kontrola berhemanîna petrolê dide Kurdistanê. Mijara çawaniya hinardekirinê ne zêde giring e. Çêdibe petrol li Kurdistanê bê berhemanîn û ji aliyê SOMOyê ve bê hinardekirin. Paşê dahata wê bê dabeşkirin. Sedema ku hûn dixwazin berhemanîna petrolê kontrol bikin ew e eger hûn pişta xwe bi wê yekê girê bidin Bexda çekeke pereyan ji we re bişîne, hingê wateya otonomî yan xwerêveberiyê namîne. Eger hûn bi xwe petrolê berhem bînin, dibe çavkaniya dahata we, lê çawaniya firotina petrolê mijareke kêmtir giring e.
Amerîka serperiştiya nivîsîna Destûra Iraqê û danîna sîstema nû kir, lê li hember birrîna budceya Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve bêdeng bû. Tu vê helwesta Amerîkayê çawa dibînî?
Bi nerîna min, baştirîn tişt ew e pirsgirêkên navxwe yên Iraqê ji aliyê iraqiyan bi xwe ve bên çareserkirin. Anku ji aliyê Kurdan û hikûmeta navendî li Bexdayê. Hêzeke derveyî dikare alîkar be, lê nabe bê pêşbînîkirin hêzeke derveyî, tew Amerîka jî, were hundir û wan pirsgirêkan çareser bike.
Ez dê bême ser mijareke din. Rêzdar Galbraith, John Bolton di hevpeyvînekê de bi Rûdawê re got: Iraq careke din ji hegemoniya Îranê rizgar nabe, bo berjewendiya stratejî ya Amerîka û navçeyê jî baştir e Iraq hilweşe û Amerîka li serxwebûna Kurdistanê mikur were. Tu çawa li vê baweriya Bolton dinerî?
Ez hevnerîn im bi John Bolton re ku piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dike. Tişta 2003an li Iraqê qewimî, serokê wê çaxê yê Amerîka George Bush Iraq dagîr kir. Iraq û Îran wek du welatên xerabkar hejmartin, lê bêguman wê demê ew herdu welat mezintirîn dijminên hev bûn di cîhanê de, dijminatiya Sedam û Ayetulahan. Piştî dagîrkirina Iraqê, bi rêya proseyeke demokratîk û dadmend hêzên şiî ku hevpeymanên Îranê ne, desthilat zeft kirin. Rêxistina Bedir sala 1982an li Tehranê hat çêkirin. Çend dehsal in Îran piştgiriya Partiya De`wayê jî dike. Îro, Bexda nêzîktirîn hevpeymana Tehranê ye li cîhanê. Ez vê înkar nakim û gilî jî jê nakim. Ev bijareya hêza piraniyê ye li Iraqê. Lê çewt e ku bê pêşbînîkirin Kurdistana ku xwe birêve dibe, bibe beşek ji wê hevpeymaniya bi Îranê re. Kurdistan, bi awayekî xwezayî ji Amerîkayê nêzîktir e. Ji ber çend sedeman serxwebûna Kurdistanê ku hêviya gelê Kurd e, di berjewendiya Amerîkayê de ye. Herwiha ji bo aramiya navçeyê jî bisûd dibe. Serxwebûna Kurdistanê ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.
Tu di wê baweriyê de yî ku rojekê ji rojan encama giştpirsiya 2017an wek çareseriyekê ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên Iraq û Kurdistanê bê dîtin?
Erê. Giştpirsiya 2017an, biryara yekgirtî ya gelê Kurdistanê bû ji bo serxwebûnê. Wateya wê ne ew bû ku rasterast serxwebûn bê ragihandin, çimkî divê di navbera Hewlêr û Bexdayê de danûstandin li ser serxwebûnê bên kirin. Heta ev biryara xelkê neyê berevajîkirin, her wekî xwe dimîne. Ne mumkin e bê pêşbînîkirin gelê Kurdistanê hizra xwe biguherin, di demekê de ji sedî 93ê xelkê dengên xwe dan serxwebûnê. Ne mumkin e gelek di sînorekî cografî wek Kurdistanê de di welatekî de bê hiştin ku naxwaze beşek jê be. Li Yekîtiya Sovyetê binere, ji bo dema bêtirî pêncî salî Lîtvanya, Latvya û Estonya kontrol kir. Ji 1940 ta 1991ê. Bo dema 51 salan. Lê vê arezûya gelên wan welatan ji bo serxwebûnê neguhert. Gava Yekîtiya Sovyetê ber bi lawaziyê ve çû, wan welatan serxwebûn ragihand. Ez yekem balyozê Amerîka li Kroatyayê bûm. Wî welatî jî ji bo demeke dirêj hewla serxwebûnê dida û bi derbasbûna demê re bi dest xist. Bi nerîna min, ev belge ye ku Kurdistan zû yan dereng serxwebûnê bi dest dixe. Kes nikare înkar bike gelê Kurdistanê serxwebûnê dixwaze. Xwedê ti dewletek çênekiriye, tew Amerîka jî. Eger dewletek nûnertiya xwesteka gelê neke çima yekgirtî bimîne?
Ev gotinên te bi dilê Kurdan e. Ez dixwazim herim ser mijara Rojavayê Kurdistanê. Serokê Amerîka Donald Trump dixwest hêzên xwe ji Rojavayê Kurdistanê bikişîne, paşê biryar hat guherîn. Tu di wê baweriyê de yî Amerîka çawa sala 1991ê Başûrê Kurdistanê parast, bi heman awayî li Rojavayê Kurdistanê jî bimîne?
Berî her tiştî, bi nerîna min Kurdistana Iraqê bi temamî parastî ye. Ti guherînek di pêgeha wê de naqewime û ji aliyê Amerîka, welatên Ewropa û NY ve wek herêmekê lê hatiye mikuranîn. Ez di vî warî de ne dilgiran im. Derbarê Rojava, gava serokê Amerîka bi telefonê bi Erdogan re axivî, bi kurtî xayîntî li wî xelkî kir ku hevmilê Amerîka li dijî Dewleta Îslamî şer kirin. Yazde hezar kuştî di rêzên HSDê de hebûn. Di demekê de pênc Amerîkî hatin kuştin. Bi ser de jî, rêz li wê qurbanîdanê nehat girtin û xayîntî li wan hat kirin. Nûçeya xweş ew e em dikarin hinekî piştrast bin ku Donald Trump ji meha kanûna duyem a sala bê ve êdî serokê Amerîkayê nabe. Li Amerîkayê cemawerê wî pir kêm e. Rapirsî nîşan didin ku Joe Biden bi deh xalan li pêş wî ye. Li hemû wîlayetên sereke li pêş e. Joe Biden ji sala 1990î ve Kurdan nas dike. Ez vê dizanim çimkî min Joe Biden bi Celal Talebanî, Samî Ebdilrehman, Hoşyar Zêbarî û Necmedîn Kerîm da naskirin. Di sala 1990î de, piştî ku Iraqê Kuwêt dagîr kir. Tew berê jî, sala 1988an piştî kîmyabarana Kurdan piştgiriya yasaya rêgirtina li jenosîdê kir. Di vî warî de tomareke wî heye ku vedigere berî 32 salan.
Çêdibe Sûriyê jî bibe xwediya sîstemeke federal û Rojavayê Kurdistanê di Sûriyeya siberojê de bibe herêmeke federal wek Başûrê Kurdistanê?
Bêguman çareseriyek pêk tê ku lamerkezîkirina Sûriyê li xwe digire, ligel rêjeyeke berçav ji desthilata xwerêveberiyê ji Kurdan re. Têgiha federalîzmê dê li Sûriyê bê bikaranîn yan na, nizanim, lê zehmet e ti peymanek bi Esed an opozisyonê re bê pêşbînîkirin, her çiqasî opozisyon ji nav çûye jî. Lê bi nerîna min çareseriyek ku rêjeyeke berçav ji xwerêveberiyê bide Kurdan, dê pêk were. Rewşa Kurdên Sûriyê ji Kurdistana Iraqê cuda ye. PYD ku partiya serdest e, ne dilxwaza serxwebûnê ye. Bi awayê pratîk jî, bi liberçav girtina erdnîgariya deverê, serxwebûn ne yek ji bijareyan e ji bo Kurdên Sûriyê. Navçeya wan ne bi ser hev de ye û şêniyên wê tevlîhev in ji çend pêkhateyên neteweyî. Bi baweriya min, çareseriya dirust çareseriyeke ku asteke berçav ji xwerêveberiyê li xwe bigire û bikarin di saya wê de dirêjahiyê bidin ezmûna xwe ya siyasî, ligel wekheviya zayendî û bihevre jiyana pêkhateyên cihêreng.
Kompanyaya Delta ya Amerîkî, bi piştgiriya hikûmeta Amerîkayê, girêbesteke 25 salî ya berhemanîna petrolê îmze kir. Gelo ev nîşan e ku Amerîka dê bo demeke dirêj li Rojavayê Kurdistanê dimîne?
Ev girêbesteke di navbera kompanyayeke Amerîkî bi navê Delta Crescent Energy û Rêveberiya Xweser a Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê de. Ez zêde derbarê wê de nizanim, lê wek min di medyayê de xwend, girêbest çakkirina hinek zeviyên petrolê li xwe digire ligel hinardekirina beşekî ji petrolê. Sûdmendên wê girêbestê ew kompanî û gelê Rojava dibin ku dahata petrolê dikeve destê wan. Ev ne biryara hikûmeta Amerîka ye, çimkî ew kompanî taybet e, lê da ku kompanyayeke taybet bikare li wê deverê bixebite pêwîstiya wê bi destûrdana hikûmeta Amerîkayî heye. Bi nerîna min, ev di aliyê siyasî de giring e ji bo Donald Trump, çimkî eşkere ye ku ji wî re petrol ji mirovan giringtir e, lê pabendiya îdareya bê ya Amerîka li hember gelê Rojava zêdetir dibe. Çimkî serokê bê Joe Biden, Kurdan nas dike, ji Kurdan hez dike û giringiya wan dizane. Ez wiha dibînim ku Amerîka di siberojê de bi giringiyeke zêdetir hewla parastina destkeftên Bakurê Rojhilatê Sûriyê bide.