Pasewanê Kurd ê serokwezîrê berê yê Iraqê: Ger wî bixwesta neyê kuştin rê hebûn

Hewlêr (Rûdaw) – Hacî Omer Ezîz Resûl sala 1937ê li Mexmûrê jidayik bû û di serdema hukmê Melîk Feyselê Duyem de sala 1957ê li Hewlêrê dibe leşker, paşî wî vediguhezine Kerkûkê. Li gel hilweşandina rejîma paşatiyê diçe Bexdayê û li wir dibe berpirsê pasewanên taybet ên serokê wê demê yê Iraqê Ebdulkerîm Qasim.

 

Hacî Omer Ezîz Resûl heta kûdetaya qewmî ya li dijî Ebdulkerîm Qasim û herwiha kuştina wî ya sala 1963ê li gel Qasim dimîne. Piştî kûdetayê jî heta malnişîn dibe li Bexdayê dimîne, paşî vedigere Kurdistanê û dibe pêşmerge.

 

Hacî Omer di bernameya “Pencemor” a Rûdawê de behsa jiyana xwe û serpêhatiyên xwe yên li gel Ebdulkerîm Qasim dike.

 

Tu çawa bûyî serbaz?

 

Ez di sala 1957 bûme leşkerê mukelef, sala 1959ê veguhestime Kerkûkê û di Lîwaya Çar Melîk Alî de bûm, paşî veguhestime Bexdayê. Li wir ez jî bi tevî çend kesekî ji bo fermandariya înzîbata leşkerî hatine hilbijartin.

 

Wê demê di nav artêşê de ji bo kudetayê amadekarî dihatine kirin. Haya we ji vî tiştî hebû?

 

Heta Şoreşa 14ê Tîrmehê me nedizanî ka çi heye. Dema şoreşê dest pê kir û rejîma melîkî nema, wê demê Ebdulkerîm Qasim fermandarê Lîwaya 19 bû û Ebdulselam Arif fermandarê Lîwaya 20ê bû, ferman ji wan re hatibû herin şerê Filîstînê lê dewsa ku ew herin şer biser Koşka Zihûr û Rîhab de girtin û nîzama melîkî hilweşandin. Ji bo Iraqê serokomare hate destnişankirin û Ebdulkerîm Qasim bû serokwezîr. Herwiha fermandarê giştîyê hêzên çekdar û bi wekalet wezîrê berevaniyê jî bû.

 

Tu çawa hatî destnîşankirin ji bo bibî pasevanê taybet ê Ebdulkerîm Qasim?

 

Çend kes hatine destnîşankirin ku hişyar bûn, bejnû bala wan jî bi rêkûpêk bû. Yek ji wan ez bûm. Em ji bo cihên hestiyar hatine destnîşankirin ku erkê me gelek bûn. Fermandarê me Kenan Xelîl Hedad bang li me kir û got, hûnê bibin pasevanên taybet ên Ebdulkerîm Qasim. Li koşka serokwezîriyê lempeyek hebû, dema Ebdulkerîm Qasim derdikete derve li wir lampeya sor vêdiket. Ebdulkerîm Qasim bi otomobîleke Cadillac derdiket û me jî bi otomobîla Mercedes dida dû. Dema em vedigeriyan jî min bi cîhazê ji pirsgeha koşkê agahdar dikir û digot: “Bi hêviya Xwedê şêr vedigere, bila Xwedê lê agahdar be.”

 

Dibêjin Ebdulkerîm Qasim kirêcî bû, ev rast e?

 

Belê rast e, kirêcî bû û kirêya xaniyê wî 30 dînar bû. Mala wî jî li kolana Sedûn bû. Xaniyê wî yê zilamekî xiritiyan bû û di male de tenê pasevanekî wî hebû. Navê wî pasevanî Casim bû Kurd bû, xelkê herêma Xoşnav bû. Seyekî polîsî jî di mala wan de hebû.

 

Ebdulkerîm Qasim zewicî bû?

 

Nexêr, nezewicî bû. Odeyekî wî hebû û bi tenê bû. Carekê tenê min odeya wî dît. Karyolekeye razanê têde bû û pêwîstiyên wî li wir bûn. Di mala xwe de radiza lê piranî li wezareta berevanî dima. Em li gel wî diçûne bajêran, parêzgeh û lîwayan. Şevekê tavaheyv hebû kete rêya Hileyê û li wir çû pêş deriyê Rêveberiya Polîs. Kes li wir nebû, tenê nobedarek hebû ew jî Hesen Ehmed ê Mam Qadir bû, xelkê Mexmûrê bû. Min jê re got: “Hesen ev serokwezîr e, kî li vir e?” Wî jî got: “Wellehî kes li vir nîne.” Paşî rêveberê polîs û cîgirê parêzgar hatin û Ebdulkerîm Qasim li gel wan axivî. Paşî çû nav bazara sebzefiroşan, bazar pir pîs bû. Wê şevê biryar derxist û rêveberê bajêr ji kar avêt. Ebdulkerîm Qasim pir hez dikir gilî û gazindên xelkê ji zarê wan bibihîse. Wê şevê jî vegeriya Bexdayê êdî bibû sibe. Li cem taxa Medîneya Sewre firinek vekirî bû. Li pêş firinê wêneyekî mezin ê nan hatibû daliqandin. Ebdulkerîm Qasim çû cem xwediyê firinê û jê re got: “Kurê min wêneyê nan mezin e lê nanê te biçûk e.”

 

Peywendiyê Ebdulkerîm Qasim li gel kî xweş bû?

 

Tişta ez dizanim zêdetir serdana Îsmaîl Arif ê Kurd dikir. Ew jî wezîr bû. Herwiha peywendiyê wî li gel Ebdulkerîm Cide û Reşîd Hedad baş bûn.

 

Kesên nîzîkî wî hebûn ku wergirtibe kar an jî pile payeyek dabe?

 

Birayê wî yê bi navê Hamid hebû û mala wî li Kerx bû. Tenê kesekî ji xelkê Siwêre hebû, Siwêre cihê jidayikbûna Elbdulkerîm Qasim e. Rojekê sibê zû çû Siwêre, xaniyeke wî yê mezin li wir bû û ew jî kir dibistan. Xelkê navçeyê navçeyê dora me girtin, me xwest em wan dûr bixin lê Ebdulkerîm Qasim got, dest jê berdin.

 

Ebdulkerîm Qasim qet serdana Kurdistanî kir?

 

Belê, serdana Kerkûkê û Xaneqînê kir, ez jî li gel bûm. Herwiha serdana Derbendîxanê kir lê ez ne li gel bûm. Rojekî li otomobîlê siwar bû û li tiştekî digeriya, hate bazara Medîne Sewra û xelk li wir bû. Otomobîla wî bi neçarî hêdî diçû, divêya ez deriyê otomobîlê bigrim û nehêlim xelk siwar bibe. Kalemêrek hat û xwest deriyê otomobîlê veke, min jî kulmek lêda û ew dehf da. Ebdulkerîm Qasim ji min re got: “Ez te ceza dikim. Tu dê 15 rojan di zîndanê de bî.” Em vegeriyane mal û Ebdulkerîm Qasim çû Ciddeyê. Min ji berpirsê xwe re got, ku ez bi 15 roj cezayê zîndanîkirinê hatime cezakirin. Fermandarê min got ji ber çi, min mesele jê re got û ew jî kenî û got: “Temam 15 roj heps be lê nekeve zîndanê.”

 

Navbera wî û hunerê çawa bû?

 

Eger festîvalek an jî ahengek heba bang li stranbêj Nazim Xezelî dikir. An Heyfa Husên û Maîde Nezhet vedixwend daku stranan bêjin.

 

Li gel pêkenakona çawa bû?

 

Ebdulkerîm Qasim pir sengîn û cidî bû, lê dema dikenî jî bi dengê bilind dikenî.

 

Kurdî dizanî? Dibêjin dayika wî Kurdê Feylî bûye?

 

Kurdî baş nedizanî, tevlîhev dikir lê min dayik û bavê wî nedît. Min nebihîstiye ku dayika wî Kurd be.

 

Li kuderê fêrî Kurdî bibû?

 

Berî li Celawla fermandar bûye û gelek li wan deran mabû. Lewma kurdiya wî jî wek ya Kurdên Celewla û Beqûba bû. Kurdî fêm dikir lê bi Erebî bersiv dida.

 

Te qet jê re wergerî kir?

 

Belê min kir.

 

Dema diçû derveyî welat zêdeti kî li gel wî diçûn? Weke mînak wezîr kî bûn bi wî re diçûn?

 

Gelek caran bi tenê diçû û hinek caran sekreterê xwe jî nedibir.

 

Meaşê wî yê mehane çend bû?

 

Nizanim çend bû lê rojekî şofêrê wî Selal 600 dînar anî û hûr kir. Serê mehan dema Ebdulkerîm Qasim meaş werdigirt di bile leşkerî yan sivîl diçû ser Pira Şûheda, Cihmûrî û Ehrar, ku kesên feqîr û hejar li wir rûdiniştin, heryek 3 dînar dida wan. Paşî 35 dînar dida min û min jî 15 dînar box we werdigirt û yê din jî dida du pasevanên din.

 

Xwarin li mal çêdikir yan ji derve jê re dihat?

 

Li wezareta berevanî kafeterya hebû, jê re xwarin çêdikirin. Xwîşkekê wî hebû navê wî Neşwe bû, gelek caran wî jê re şorba nîskê dianî, gelek hez ji wê şorbê dikir. Birayê wî Hamid jî xwarin dianî.

 

Baweriya wî bi derodra wî hebû yan ji wan guman dikir?

 

Derdora wî pir dilsoz bûn. Komek fermandar hebûn nêzîkî wî bûn û tim li gel wî derdiketin. Bi taybetî jî Ebdulkerîm Cide.

 

Lê dibêjin hevalê wî yê herî nêzîk Ebdulselam Arif bû û hewl daye wî jî bikuje?

 

Şevekê Ebdulkerîm Qasim çû Serbazgeha Reşîd û serdana zîndana jimare yek kir. Ez jî li gel çûm. Deriyê zîndanê vekir, Ebdulselam Arif li wir bû. Çû gel wî rûnişt û paşî ew derxist û bi otomobîla xwe 3 demjimêran di nav Bexdayê de gerand.

 

Wan çima dijberiya Ebdulkerîm Qasim dikirin?

 

Ew siyaset bû, cudahiya di navbera Sunne û Şîeyan de nebû lê qewmiyan bi berdewamî hewla cihêxwaziyê didan û dixwestin Sunne diyar bin. Ebdulkerîm Qasim jî Şîe bû.

 

Lê dibêjin di serdema Qasim de wî gelek xelkê Şîe anîne Bexdayê?

 

Taxên wek Medîne Sewra, Medîna Zihûr şîenîşîn bûn. Gelek caran ez bi cilên sivîl diçûme nav xelkê û min guh dida pozberiya di navbera Şîe û Sunneyan.

 

Ebdulkerîm Qasim xwe baş diparast?

 

Nexêr, eger xwe baş biparasta dê hejmareke zêde ya pasevanan daniba ber mala xwe. Li male tenê du pasevanên wî hebûn û wan jî bi nobet kar dikirin.

 

Wî Ebdulselam Arif ji zîndanê derxist û 3 rojan anî mala xwe. Bi nêrîna te çima wiha kir?

 

Erkên me jî pir bi cur bûn. Carna em dixistina zîndanê tanê ji bow ê em bizanin ku ew kesê di zîndanê de em li cem dimînin nêrîna wî çi ye?

 

Piranî çavdêr dişandine kuderê?

 

Weke mîna dişande nav xwepêşandanan an jî çayxaneyên ku gelek kes kom dibûn.

 

Sala 1959ê Sadam û hevalên wî hewla kuştina Qasim dan. Tu li wir bûyî, çawa çêbû ev bûyer?

 

Nexêr ez wê rojê li wir nebûm. Qebdulkerîm Qasim ji kolana Reşîd diçe Heyderxane, li nêzîkî Pira Cuhurî teqeyê lê dikin. Di wê êrîşê de şofêrî wî Hebîb, ku kurdekî Feylî bû hate kuştin, Selam birîndar bû û gulle li milê Ebdulkerîm Qasim jî ket ew jî birîndar bû. Em demildest vegeriyane kar û bûne pasevanê ber serê wî li Nexweşxaneya Kerame.

 

Di nexweşxaneyê de kî serdana wî kir?

 

Gelekn kes hatine serdanê.

 

Mele Mistefa jî serdana wî kir?

 

Barzanî li Bexdayê bû lê min li wir nedît. Lê nayê bîra min ka balyozxaneya Bûlgarya bûy yan a Hungaryayê, li wir rêwresmek hebû û Mele Mistefa jî hate wê derê, otomobîleke şîn li gel bû, qateke cilên şîn lixwe kiribû. Du çekdar ligel bûn û birubo di destê wan de bûn. Dema Mele Mistefa Barzanî hate jûr ve, Ebdulkerîm Qasim, Wezîrê Derve Haşim Cewad û sefîr bi hev re rabûne ser piyan. Ebdulkerîm Qasim awirek da Barzanî û paşî keniya û ber bi wî ve çû. Herwiha Haşim û sefîr jî çûn pêşiya wî. Pir bi germî pêşwazî li Barzanî kirin. Çenda caran jî min dît li wezareta berevaniyê serdana wî kir û gelek rêz li Mele Mistefa Barzanî digirt.

 

Helwesta wî li hember Kurdan çawa bû?

 

Min bixwe bihîst ku wî digot Kurd hevbeşê vî welatî ne.

 

Dibêjin wê serdemê Sadam gelek serê wî diêşand, ev rast e?

 

Sedam derfet nedida. Carekê girtin lê paşî berdan, nizanim çima berdan. Rojekê xwepêşandan hebû, Sadam li wir diaxivî, pir zîndî bû. Gelek caran hewla girtina wî hate dayîn lê derfet nedida.

 

Endulkerîm Qasim ligel ol, nimêj û rojiyan çawa bû?

 

Ez gelek caran li gel wî diçûme derve lê rojekê jî min nedît ku biçe mizgeftê yan jî nimêjê bike. Min nedît ku meşrûb jî bixwe lê gelek hez ji şerbeta bacanan dikir.

 

Sala 1961ê şoreşa Kurdandest pê kir. Ebdulkerîm Qasim dixwest ev şer çêbibe yan ne?

 

Min ji sekreterê wî bihîst ku ji Taha Şêx Ehmed re digot: “Ebdulkerîm Qasim ji ber liv û tevgera hinek kurdên li bakur pir xemgîn bûye. Em Kurd bûn û gelek Kurdên din jî li wezareta berevanî  hebûn lê rojek ji rojan min nebihîst ku Kurdek hatibe girtin an jî ji kar hatibe dûrxistin.

 

Ew ên hewla ji kardûrxistina Qasim didan kî bûn?

 

Cemaeta Ebdulselam Arif, Sadam Husên, Ehmed Hesen Bekir û Beisî bûn.

 

Ebdulkerîm Qasim rûbirûyê wan dibû?

 

Ew him serokwezîr û him jî bi wekalet wezîrê berevaniyê bû, hêzeke pir mezin di nav wezareta berevaniyê de hebû.

 

Kudetakaran yekemîn car dest bi ser kuderê de girtin?

 

Ebdulkerîm Qasim li mala xwe bû. Bi şev piştî ku li çend navçeyekî Bexdayê geriya, bi cîhazê axivî û hate mala xwe. Demjimêr 07:30ê derkete derve, sîwarê otomobîla xwe bû û em jî pêy de çûn. Dema gihiştine nav avahiya wezaretê, bi firokeyê li sindoqa otomobîla wî dan. Pasevanên wezaretê teqe li firokeyê kirin û aigr bi firokeyê ket, lê me nezanî ka li kuderê ket. Şer dest pê kir heta roja paşî berdewam bû. Tank hatine pêş wezareta berevaniyê û gelek berxwedan hate kirin û çendîn tank hatine şewitandin. Hemû leşkerên nav wezaretê berevanî dikirin. Wî jî li odeya Ebdulkerîm Cide li şer temaşe diki. Êvara roja sêyemîn xwestin radyoyekî damezrînin û Ebdulkerîm Qasim gotarekî pêşkeş bike lê nekarîn bikin. Kudetaxwaz gelek caran dihatine odeya Ebdulkerîm Cide û derdiketine derve. Heman êvarî teqekirin nema û min jî got qey wan li gel Ebdulkerîm Qasim rêkeftin kirine daku şer were rawestandin, zêdetir mirov nemirin. Digotin dê Ebdulkerîm Qasim xwe teslîm bike û here mala Ebdulselam Arif. Ji wê demê ve êdî wenda bû. Em çûne hola  gel û li wir Xelîl Hedad ji min re got: “Dem xilas bû, herin.” Eger Ebdulkerîm Qasim bixwesta here derve yan neyê kuştin, dem hebû û derfet jî hebû. Otomobîla wî hazir bû ku pê biçe lê neçû. Nexwe min kes nedît ku Ebdulkerîm Qasim bigre.

 

Lê paşî wêneyê termê wî hate belavkirin?

 

Ez nizanim ka ew senaryo bû yan rast bû, yan jî piştî rêkeftinê kuştin. Lê min nedît ku bi dîl were girtin yan jî hatibe kuştin.