Welîd Faris: Şerê HSD û Tirkiyeyê dê bibe sedema rewşeke nedîtî

Li ser îhtîmla êrişa Tirkiyeyê ya li Rojavayê Kurdistanê û helwesta Trump jî Welîd Faris got, "Eger Erdogan biryara kiryareke leşkerî ya mezin bide li herêma Kurdên Rojava yan HSDyê, mixabin gelek encam li ser erdê dê derkevin ku hemû kes pê razî nabin. Çimkî her şerek bi taybetî di navbera dewleteke endama NATOyê û aliyekî ku di bin parastina hêza leşkerî ya Amerîkayê de ye, dê bibe sedema rewşeke ku me di rabirdûyê de nedîtiye. Encamên destpêkê dê li ser aboriya Tirkiyeyê û bêguman li ser aboriya Sûriyeyê derkevin. Ev mijareke gelekî girîng e û şiyana danûstandinê ya Trump tê de heye."

Welîd Faris derbarê rola Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya li herêmê got,"Pêgeheke pir taybet a Serokê Kurdistanê li navçeyê heye, dikare rola aliyê piştgir di her danûstandineke aştiyê de bilîze ne tenê di navbera Îsraîl û Ereban de, lê em behsa Îraq û Sûriye û Tirkiye û welatên din dikin. Ev niha diyar bûye."

Faris giringiya Herêma Kurdistanê wiha anî ziman, "Ji ber ku rola Kurdistanê herçend herêmek ji herêmên Îraqê ye lê herêmeke pir taybet e, destkeftên ku hatine bidestxistin di nav vê herêmê û di nav vê hikûmetê de, ne tenê leşkerî ne di rûbirûbûna terorê de."

Her wiha derbarê pêwendiyên kabîneya nû ya Trump û Kurdan de Faris wiha axivî, "Wezareta karên derve yê nû yê Amerîkayê Marco Rubio yek ji wan kesan e ku qala pêwîstiya parastin û dabînkirina parastina gelê Kurd kiriye. Bi rastî pêwendiya xwezayî di navbera Amerîkayê û Kurdan de bi taybetî li Îraqê û paşê li Sûriyeyê, pêwîst nake were bibîrxistin, raya giştî li Amerîkayê piştgiriya bingeha mafê gelê Kurd û hevalbendên wan dike."

Şêwirmendê Berê yê Trump Dr. Welîd Faris li ser serdema duyem a Trump, rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, gefên Tirkiyeyê û mijarên rewşa herêmê pirsên Rûdawê bersivandin.

Rûdaw: Li destpêkê ez dixwazim bizanibim gelo Donald Trumpê nû dê ji Donald Trumpê berê cudatir be?

Welîd Faris: Belê, îdareya Serok Trump di gera duyem de ku piştî çend rojan dest pê dike, dê ji gera yekem cudatir be, çimkî di gera yekem de krîzên navxweyî li Washingtonê hebûn ku bûn asteng li pêşiya bicihanîna hemû planên wî. Digel ku wekî tê zanîn di warê siyaseta navxweyî, aborî û derve de destkeftên wî yên mezin hebûn. Lê di gera duyem de gelek ders hene ku fêrî wan bûye, loma em bendewariya gereke duyem a stratejîk ji bo îdareya duyem a Trump dikin.

Rûdaw: Gelo tîma Donald Trump şarezayî Rojhilata Navîn in? Gelo haya wan ji siyaseta Rojhilata Navîn heye?

Welîd Faris: Pirseke gelekî baş e. Şensê min hebû ku ez bi xwe piraniya yên ku di navenda biryara siyaseta derve û ewlehiya neteweyî de ne, nas dikim. Ez ê tenê qala çend postan bikim: Wezîrê Parastinê yê nû dema ku Kongreyê pejirand, em wî nas dikin û nêrîna wî ya li ser Rojhilata Navîn dizanin. Her wisa em şêwirmendê ewlehiya neteweyî nas dikin, ew Rojhilata Navîn nas dike û li wê herêmê xizmet kiriye. Em berpirsê nû yê nehiştina terorê yê Qesra Spî baş nas dikin û em bîr û baweriya wî ya li ser metirsiyên terorîstan dizanin, her wiha serokên dezgehên din jî.

Ez dikarim wek şêwirmendê Trump di kampanya hilbijartina yekem de bibêjim ku ev tîm ji her tîmeke ku min an gelê Amerîkayê ew nas kiribe, bêtir şarezayên herêmê ne. Niha derbarê rewşa li erdê, bêguman pêwistiya Serok Trump bi tîmeke bi vî rengî heye, polayî û bi şiyan, çimkî rewş li Rojhilata Navîn gelekî guherîne. Rewş îro gelekî zehmetir in ji dema ku sala 2017an hat Koşka Spî. Lê ez bawer im ku tevî van hemû rewşên pir dijwar, nemaze ya li herêma Heyva Biber çêdibe, ango Îraq û Sûriye û Libnan û şerê Xezeyê û ev hemû dosye ji berê zehmetir in, lê ev tîm bi baweriya min têdigihe ka çi diqewime û çavdêriya bûyeran kiriye û ji bo rûbirûbûna astengiyan amade ye.

Rûdaw: Yên ku dê bibin berpirs di îdareya Trump de, gelo dê heman helwestên xwe biparêzin ku berî wergirtina wan postan hebûn?

Welîd Faris: Yekem, li ser asta nasîna kesîtî, ez bi tevahî dizanim ku her hizirînek guherîn bi ser de tê. Her kesê ku di postên bilind û neteweyî de were damezrandin, wekî ewlehiya neteweyî û pêwendiyên derve û Wezareta Derve û parastinê û Qesra Spî û dezgehên îstîxbaratê û tewra balyozên nû li Encûmena Ewlehiyê, bêguman dezgehên ewlehiya neteweyî yên navxweyî jî, van hemûyan berê bi hev re kar kiriye. Tiştê herî girîng ku ez dibêjim ew e ku hemû çavkaniya metirsiyê fêm dikin xasma li ser hevalbendên me li herêmê wekî Ereb û Îsraîlê, îro em dikarin bibêjin ji Kurd û komên din û civakên medenî jî.

Ev tiştekî pir girîng e da ku Serok Trump bikare biryarên jîr bide ku nakokiyên navxweyî li ser bîr û baweriyên stratejîk çênebin. Ev tiştek e bi baweriya min divê gelên herêmê pê dilxweş bin. Lê wek min got, îdareya berê ku vêga bi dawî hat, salên gelekî zehmet hebû ku tê de rûxandina Efxanistanê, vegera Talîbanê, Talîban jî hema hema nola DAIŞê ne, endamên DAIŞê ne, tiştê li Ukraynayê qewimî, şerê Ukraynayê, bêguman şerên piştî 7ê Çiriya Pêşîn, van hemûyan rewş li ser asta hikûmî li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hejand. Em niha hêvîdar in ku tîma Trump sûd ji van ezmûn û astengiyan wergirtibe. Lê tevî amadehiya wan, astengî li ser erdê hene.

Ango tiştê ku li Sûriyeyê qewimiye wek nimûne pêwîstî bi rêkxistina helwesta Amerîkî heye. Tiştê ku li ser erdê li Îraqê diqewime di egera vegera hin şaneyên DAIŞê de. Tiştê li Xezeyê diqewime û tiştê ku dikare ji bo dawîlêanîna rewşê li wir bê kirin. Ev hemû girîng in. Bêguman, tewra heke em li başûr binêrin ango Yemen û tiştê ku mîlîşyayên Hûsî dikin, pêwîstî bi biryarên yekalîker heye. Ez bawer dikim ku ew sê mehên li pêşiya Trump ji bo wergirtina van hemû helwestan, ew û cîgirê serok û tîm bi giştî, dê ji demên herî girîng be ji bo navçeyê.

Rûdaw: Gelo ew berpirsên wekî wezîrê karê derve, wezîrê parastinê û şêwirmendê ewlehiya niştimanî Kurdan baş nas dikin?

Welîd Faris: Bila em rastgo bin, her yek ji wan berpirsan xwedî dîrokeke siyasî ye. Bila em ji Wezareta Karêm Derve dest pê bikin: Wezîrê nû Marco Rubio yek ji wan kesan e ku qala pêwîstiya parastin û dabînkirina parastina gelê Kurd li deverê kiriye nemaze li Îraq û Sûriyeyê, dîrokeke ji van daxuyaniyan heye. Bi rastî pêwendiya xwezayî di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û pêkhateya Kurd de bi taybetî li Îraqê û paşê li Sûriyeyê, pêwîst nake were bibîrxistin, raya giştî li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê piştgiriya bingeha mafê gelê Kurd û hevalbendên wan dike ji kêmîneyên neteweyî yan komên neteweyî yên din ên herêmê ku ewlehiya wan hebe. Ev girîngtirîn tişt e: ewlehî. Ya duyem ew e ku niha geşbûneke wan li ser asta aborî hebe. Ev jî ne tiştekî hêsan e di rewşa niha de çi li Îraqê yan Sûriyeyê be. Lê ez dikarim Bibêjim ku wezîr û alîkarên wî yên bilind dema li Kongreyê yan li Encûmena Pîran bûn, helwestên wan ên baş hebûn di piştgirîkirin û fêmkirina pêdiviyên gelê Kurd li herêmê.

Rûdaw: Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî berî 6 salan li Davosê bi Donald Trump re civiya, di dema dawî de jî li Fransayê careke din hev dîtin. Bi dîtina te, ev hevdîtin çi bandorê li ser Herêma Kurdistanê dikin?

Welîd Faris: Bêguman, yekem ew wêneya ku hat belavkirin bandora wê îro zêdetir e ji ya di rabirdûyê de hebû herçend heman wêne ye. Serokê Amerîkayê û Serok Macron û serokê Fransayê digel serokê Hikûmeta Kurdistanê diaxivîn. Ji vê wêneyê diyar bû ku têgihiştinek li ser asta kesîtî heye û ev gelekî girîng e. Diyar bû ku piştgiriyek heye çi di vê kongreyê de yan di raya giştî ya Amerîkî de ji bo pêwîstiya nêzîkkirina zêdetir a pêwendiyan. Çimkî pêgeheke pir taybet a Serokê Kurdistanê li navçeyê heye, dikare rola aliyê piştgir di her danûstandineke aştiyê de bilîze ne tenê di navbera Îsraîl û Ereban de, lê em behsa Îraq û Sûriye û Tirkiye û welatên din dikin. Ev niha diyar bûye.

Bêguman piştî ku Serok Trump diçe Qesra Spî, divê çavdêriya van pêwendiyan were kirin ku bi dîtina me herî kêm misoger e, lê îro ev ne bes e û zêdetir tê xwestin ji ber ku krîz li herêmê mezin in. Ji ber ku rola Kurdistanê herçend herêmek ji herêmên Îraqê ye lê herêmeke pir taybet e, destkeftên ku hatine bidestxistin di nav vê herêmê û di nav vê hikûmetê de, ne tenê leşkerî ne di rûbirûbûna terorê de. Li Hewlêrê binêre îro çawa bûye yek ji bajarên mezin ên serketî yên herêmê. Loma pêwîst e li ser îdareya Trump û Kongresê û ez dibêjim Yekîtiya Ewropayê jî pirekê ji cîhana rojava ber bi Kurdistana Îraqê û bi hêviya Xwedê ber bi Kurdistana Sûriyeyê ava bikin piştî çareserkirina van hemû pirsgirêkan.

Rûdaw: Li gorî te, siyaseta nû ya Trump li Îraqê dê heman siyaseta berê be? Gelo îhtîmala wê yekê heye ku hêzên Amerîkayê ji Îraqê vekişîne?

Welîd Faris: Armanceke dûrmewda ya Serok Trump heye û soz daye bingeha xwe ya cemawerî û dengderan ku dixwaze hêzên Amerîkayê bi awayekî hêdî hêdî vegerin Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê. Ew li ser bingeha dawîanîna li şeran û vegerandina hêzên Amerîkî bo Amerîkayê hatiye hilbijartin. Lê dibe ku şirovekaran fêm nekiribe ku di navbera biryara vegerê û veger an vekişîna van hêzan de divê rewşeke babetî li ser erdê hebe ku rê bide vê yekê. Ev rewş jî yekem parastina hevalbend û hevbeşên li ser erdê ji aliyên terorîst e ku ji derve jî piştgiriya wan tê kirin û gef li ewlehî û selameta Kurdistan û Îraq û tewra hevalbendên herêmê jî dikin. Ez behsa hemû hevalbendiya Erebî dikim wekî nimûne Urdin û Îmarat û Siûdî û Misir û hemû civakên medenî yên herêmê. Divê şiyaneke van tevan hebe çi bi kom an takekesî ku bikarin xwe biparêzin. Loma ez wer dibînim di destpêka vê îdareya nû de em bilindûna piştgiriyê ji bo hevbeşan bibînin da ku bikarin xwe bi xwe biparêzin. Ev jî girîngtirîn nihênî ye di ajendaya Serok Trump de. Armanca dawî ew e ku ev pêkhate bibin hêzek ku bikarin xwe biparêzin û hevbeşiya wan ligel Washingtonê hebe. Lê pêwîstiya vê bi amadekirin û rêkxistinê heye.

Derbarê vekişînê jî, Serok Trump gotiye bi eşkere behs nake, ji bo van biryaran ligel serkirdeyên leşkerî û îstîxbaratî û yên din dicive da ku bi awayekî stratejîk biryar bidin ka çi bikin. Bila em nimûneyeke gelekî zelal bînin: Şiyanên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li Kurdistana Îraqê şiyanin ji bo rûbirûbûna terorê ne. Ango eger baweriyek li Washingtonê hebe ku her gefek li herêmê li ser vê pêkhateyê bi dawî hatiye, bêguman hebûna Amerîkî kêm dibe. Lê eger îdareyê dît, ev jî piştî çend hefteyan em ê bizanin, ku metirsiya vegera van hêzên terorîst heye ku xwe bi cîhadî yan tiştên din bi nav dikin an mîlîşyayên girêdayî rejîma Xumeynî li Îranê, eger ev metirsî vegeriyan, wê demê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo hevbeşiya ligel hevalbendên xwe amade dibe. Dema rewşa metirsîdar bi dawî hat, bêguman dest bi hizirîna vekişînê yan cihguhastinê dike.

Rûdaw: Gelo Donald Trump derbarê Îranê de çi dike? Gelo rêkeftineke nû ligel Îranê îmze dike?

Welîd Faris: Serok Trump çend caran di hefte û mehên borî de piştî dubare hilbijartina wî ev pirs jê hatiye kirin û dibêje: Yekem ez ê biçim Qesra Spî, ligel îdareya xwe kom bibim, ligel berpirsên ewlehiya neteweyî û siyaseta derve nirxandinê bikin û piştî wê biryar bidin. Biryar û projeyên li Washingtonê dibe ku îmzekirina rêkeftineke nû ligel Komara Îslamî ya Îranê be ku desthilatdarên Îranê tenazulên gelekî mezin tê de bikin da ku rewş li herêmê aram bibe. Ji wê rewşê heta livîneke Amerîkî, dibe ku Amerîkî-rojavayî-erebî, dibe ku rola Îsraîlê jî tê de hebe, eger Tehran li ser dirêjepêdana rûbirûbûnan û dirêjkirina şeran û piştgiriya terorê berdewam be

 Îhtîmala van hemûyan heye; ji aştiyê heta şer. Lê meylek li ba îdareya Trump heye da ku bikaribe danûstadin ligel rejîma niha ya Îranê hebe, ew jî yekem divê Îran piştgiriya wan mîlîşyayên herêmê neke ku gefan li rojava bi giştî û gelên herêmê dikin. Tiştê li Yemenê diqewime bo nimûne, berdewamiya bombebarankirina Hûsiyan li ser armancên nav avên navdewletî yan tewa li herêmê yan Îsraîlê, îdareya Trump vê yekê qebûl nake. Ez dikarim bibêjim dibe ku asteng li pêşiya Hûsiyan hebe eger di vê mijarê de berdewam bin. Mijara dîlan li Xezeyê, Trump gotiye ev ne tiştekî nû ye, divê di zûtirîn dem de bên azadkirin berî ku ew biryarekê bide ku rehendên wê nayên zanîn. Lê biryar daye û bi zelalî gotiye divê ev mijar bê yekalîkirin, ji ber vê divê şerê Xezeyê bi dawî bê.

Sêyem derbarê Lubnanê, bêguman bi nêrîna îdareya Trump divê biryara 1559 bê bicihanîn ango çekkirina hemû mîlîşyayan û radestkirina wan bi artêşa Lubnanê. Digel vê jî rewşek li nav Îranê heye, ji bo vê rewşê bersiva me tune, lê gelekî zelal e ku berdewambûna serkutkirina civaka medenî li Îranê û îdamkirin û girtîgeh, ev ne tenê mijareke Amerîkî ye, niha bûye navdewletî. Li ser bingeha van hemûyan, îhtîmal heye û Trump gotiye dibe ku danûstandinê bike ji bo rêkeftineke gelekî çêtir ji rêkeftina atomî ya Îranê. Eger rejîm bi vê rêkeftinê negihîşt tiştê Trump dixwaze, wê demê em ê siyaseteke cuda ya Amerîkayê bibînin.

Rûdaw: Derbarê Sûriye û Desteya Tehrîr El Şamê, gelo Donald Trump ligel destpêkirina karê xwe, Ehmed Şer û Desteya Tehrîr El Şamê ji lîsteya terorê derdixe?

Welîd Faris: Kes bi tevahî nizane bi kîjan hêlê de diçe, wekî me got, ev hevpeyvîn berî çûna wî ya ser kar e, loma divê em li bendê bimînin. Lê gel berî çûna Qesra Spî bersivê dixwazin. Em vê dibêjin: Rewş li Sûriyeyê ji kokê ve guheriye. Rejîma Beşar Esed hebû, hebûna leşkerî ya mezin a Rûsyayê hebû, mîlîşyayên Îranî li nav Sûriyeyê hebûn, komên ku di Desteya Tehrîr El Şamê de kom bûbûn tenê li Îdlibê hebûn. Lê piştî guherînên mezin, ango derketina van mîlîşyayan û Desteya Tehrîr El Şamê ji bo Helebê û bajarên mezin ên Sûriyeyê û destbiserdegirina biryara siyasî ya dewleta Sûriyeyê, pêwîst e ji bo vê mijarê alîkarên Trump biryarekê bidin an pêşniyara hin biryaran bikin.

Trump hîn negotiye çi biryarekê dide, wî gotiye rastiyeke înkarnekirî heye ku van mîlîşyayan bi kiryar piraniya Sûriyeyê kontrol kiriye, lê ne tevahiya Sûriyeyê, her wiha ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve piştgiriya wan tê kirin. Wî qala wê yekê kiriye ku Serok Erdogan nas dike, ango dê hewla danûstandinê ligel dewleteke endama NATOyê ku Tirkiyeyê ye bide. Ango du aliyên sereke di vê mijarê de hene, dibe ku sê: Aliyê yekem Tirkiye ye ji ber ku li pişt Desteya Tehrîr El Şamê disekine û bihêz dike û piştgiriya wê dike. Dewleta Îsraîlê heye ku vêga ji tiştê ku li başûrê Sûriyeyê diqewime nîgeran e, lewra dibe ku hikûmeta Îsraîlî bi kiryarî piştgiriya hin koman li ser erdê bike da ku ew mîlîşya gelekî nêzîkî Colanê nebin.

Her wiha sêyem, welatên Erebî dûrî meydanê ne lê pêgeh û helwesta wan li ba Trump girîng e. Bêguman komên medenî li ser erdê hene. Pirsgirêka bakurê rojhilatê Sûriyeyê heye ku piraniya wan Kurd in û ligel wan kêmîneyên Erebên Sunnî û Mesîhî hene, li başûr Durzî hene. Her wiha tiştê ku li herêma Elewiyan li Laziqiyê û cihên din diqewime. Wate divê tîma Trump van hemû mijaran lêkolîn bike da ku serok di danûstandinên xwe de li herêmê ligel Tirkiye û Îsraîl û welatên Erebî bikare biryarên guncav bide. Armanca wî aramkirina rewşê ye, her wisa afirandina rewşeke ewlehî ya pejirandî ye.

Armanca wî ya duyem ew e ku DAIŞ venegere deverê. Bêguman me bihîstiye helwesteke Amerîkî dê hebe ku daxwazê ji desthilatdarên niha yên Şamê dike berdewam nebe li pêşveçûna leşkerî û, belkî danûstandinê ligel wan aliyan bike. Loma zêdetir tiştê em dibihîzin ew e ku danûstandin ligel Desteya Tehrîr El Şamê tê kirin ku gelek kes li vir li Washingtonê û li Kongreyê wê tawanbar dikin ku hîn jî li ser lîsteya terorê ya Amerîkî ye. Bêguman gotûbêj di navbera her du aliyan de dê hebe, di navbera îdareya Serok Trump û Desteya Tehrîr El Şamê de bi rêya Tirkiyeyê. Lê li hemberî vê daxwazeke Amerîkî heye ku karên leşkerî di vê qonaxê de bên rawestandin.

Rûdaw: Komên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê êrişî Kobaniyê dikin, Tirkiye êrişî herêmên di bin kontrola HSDyê dike û xelkê sivîl dibin qurbanî. Bi dîtina te, Trump dê rê li ber van êrişan bigire?

Welîd Faris: Bi hûrnerîna li dewleta Amerîkayê, her wiha bi baweriya min Serokê hilbijartî Trump mijara ku li ber çav digire ew e ku her tişt nirxê xwe heye. Bila em xerabtirîn îhtîmalan deynin, eger serkirdayetiya Tirkiyeyê li Enqereyê û di ser hemûyan re Serok Erdogan biryara kiryareke leşkerî ya mezin bidin li herêma Kurdên Rojava yan HSDyê, mixabin gelek encam li ser erdê dê derkevin ku hemû kes pê razî nabin. Çimkî her şerek bi taybetî di navbera dewleteke endama NATOyê û aliyekî ku di bin parastina hêza leşkerî ya Amerîkayê de ye, dê bibe sedema rewşeke ku me di rabirdûyê de nedîtiye. Encamên destpêkê dê li ser aboriya Tirkiyeyê û bêguman li ser aboriya Sûriyeyê derkevin. Ev mijareke gelekî girîng e û şiyana danûstandinê ya Trump tê de heye.

Duyem, li ser erdê ev rewşê yekalî nake. Pêwîst e bi kiryarî rêz li taybetmendiyên Kurdan were girtin, dûrî rêxistinên siyasî û kêmîneyên din, ev rastiyeke înkarnekirî ye. Ev alî li Sûriyeyê alîkariya civaka navdewletî di rûbirûbûna DAIŞê de dike. Ev rastî ye. Gelo di paşerojê de dê biguhere? Gelo çareserî li nav Sûriyeyê dê hebe? Ev niha mijareke dûr e. Lê îdareya Trump ji roja yekem ve heta ku bê kirin dixebite ji bo ragirtina agirbestê li nav Sûriyeyê û yekalîkirina rûbirûbûnan. Bêguman daxwazên dewleta Tirkiyeyê hene û îdareya nû jî dê guhdariyê lê bike. Bi baweriya min rastiyeke amade li Sûriyeyê heye. Rastî ew e ku hêzeke leşkerî nû hatiye Şamê. Ev rastî ye û divê tevger pê re were kirin.

Ez bawer dikim ku karê pêşîn ê Desteya Tehrîr El Şamê li navxwe ye ne li bereyan ligel Kurd an Durzî yan Erebên koçer an yên din. Navxwe ango civaka medenî ya Sûrî. Tiştê em niha di vîdeoyan û belgeyên ku digihin me de dibînin ew e ku di dawiyê de divê şêweya dewleta Sûrî bê yekalîkirin. Gelo dewleteke navendî ye ku pirrengiyê qebûl nake? Gelo dewleteke olî ye ku lîberaliyê qebûl nake? Ev pirsên mezin ne li ser aliyan in, danûstandin dikare li ser aliyan were kirin. Li vir em çavdêriya pêşketina pêwendiyan li navbera civaka sivîl û desthilata niha li Şamê dikin. Ev jî gelek pêşveçûnên paşerojê yekalî dike.

Rûdaw: Tu bawer dikî ku îdareya Trump dê berdewamiyê bide alîkariyên Amerîkayê ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk?

Welîd Faris: Ev mijareke taybet a ewlehiya neteweyî ya Amerîkî digel her îdareyekê bû. Çimkî pabendiyeke Amerîkî ya îdareya niha û bêguman îdareya nû jî bi çendîn mijaran heye. Yekem, hevbeşî di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û vê desthilata xwecihî li bakurrojhilatê Sûriyeyê, ango HSDyê, ku bi awayekî bingehîn û mezin di rûbirûbûna DAIŞê de beşdar bû. Divê ev mijar li ber çav bê girtin. Duyem, metirsiya DAIŞê hîn jî maye. Dema em vê dibêjin ne tiştekî folklorî ye, tirsek heye ku DAIŞî bên azadkirin eger rûbirûn çêbibe xasma di navbera Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê ya ku Tirkiye piştgiriyê didê û HSDyê. Eger rûbirûbûn qewimî, Trump naxwaze rûbirûbûn çêbibe, lê eger çêbû û hêzên li ser erdê nikaribûn bi hezaran şerkerên DAIŞê kontrol bikin, ev dê bibe pirsgirêk ji bo hemûyan.

Çimkî xeteke zelal a cudaker di navbera DAIŞ û Kurd û Erebên Sunnî û Mesîhiyan de heye, dikare bê zanîn kî kî ye. Lê eger DAIŞ li Sûriyeyê belav bû li cihên ku niha hêzên Desteya Tehrîr El Şamê kontrol kirine, tirsek heye ku tevlihevî çêbibe û neyê zanîn kî DAIŞî ye û kî ne DAIŞî ye di nav HTŞê de. Wê demê rewş dê gelekî zehmet bibe. Çimkî DAIŞ dikare vê desteya niha bixapîne. Deste bi şiyan û bihêz in, lê wek me di 10 salên borî de dît çawa DAIŞ çû nav binkeyên leşkerî û gelek kesan nikaribû bizanin ev rêxistin kî ye û rêxistina din kî ye û di encamê de Desteya Tehrîr El Şamê parçe bû.

Ev mijarek e ku Desteya Tehrîrê pê dizane, Tirkiye dizane û hemû dizanin ku karê pêşîn kontrolkirina DAIŞê ye. Pêwîstiya vê jî bi rêkeftineke herêmî heye, di rewşa niha de ev cihên ku hêzên DAIŞê tê de ne li Sûriyeyê hîn jî di bin kontrola HSDyê de ne. Lê eger ev kontrol nema Xwedê dizane çi dê biqewime. Loma çêtir e ji bo îdareya Serok Trump ku rewşa niha were kontrolkirin û li çawaniya rêlibergirtina belavbûna DAIŞê were mêzekirin. Ji ber ku DAIŞa duyem dê bihêztir û hovtir be ji DAIŞa yekem.

Rûdaw: Gelekî spas.

Welîd Faris: Spas.