Heysem Hisên: Ezê hewl bidim bi kurdî binivîsim

Hevpeyvîn: Besam Mistefa


Heysem Hisên, romannivîs û rexnegirekî kurd e ku niha li welatê Brîtanyayê dijî. Di sala 1978 de, li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Heta niha çend roman û lêkolînên rexneyî nivîsandine. Di şerê Sûriyê de, mala wî li Gundewarê Şamê hat bombebarankirin û neçar ma ji Sûriyê derkeve.

Heysem Hisên, bi zimanê erebî dinivîse, lê naveroka romanên wî li ser mijar û jiyanên kurdî ne. Li gorî ku dibêje, ew armanc dike hêvî û êşên gelê xwe bi zimanê erebî bigihîne ereban. Rûdawê çend pirs ji Heysem kirin û wî jî wiha bersiva pirsên Rûdawê da.  

Rûdaw: Tu kengî ji Sûriyê derketî?

Heysem Hisên: Di destpêka cotmeha 2012 de, ez ji Sûriyê derketim. Di encama bombebarana rêjîma Sûriyê de li derdora Şamê, xaniyê min hat rûxandin. Ez mecbûr bûm ji Sûriyê bar bikim. Ez ji welatekî çûm welatekî û ji cihekî çûm cihekî din wek Dubai, Beyrût, Qahîre û Stenbolê heta dawî li Brîtanyayê hêwirîm. Ango ez çend salan koçber mam û dûrî welatê xwe ketim.

 

Tu li bajarê Amûdê ji dayik bûyî. Amûdê tê çi wateyê ji bo te?

Bêguman her mirovek bajarê xwe wek bajarê herî xweşik dibîne. Amûdê ji min re hêlîn e, herwiha bajarê bîranînan e û dema serma û seqema xerîbiyê zorê li min dike, ez xwe li germiya wê digirim. Ez her carê wê bi rengekî nû û cuda dibînim.

 

Çima te bi zimanê kurdî nenivîsand?

Bi rastî, ti behane yan bersiv ji bo vê pirsê dê nebe cihê qayilbûn û razîbûnê! Bi kurtî, min bi zimanê kurdî nenivîsand, çimkî hemû xwendin û xwendewariya min bi zimanê erebî bû. Pisporiya min di zimanê erebî de hebû û min çend salan mamostetiya vî zimanî kiriye.

Dibe ku şert û mercên kar, xwendin û rojnamevaniyê jî bi rolekê di vî warî de rabûbin. Ez bi kurdî dixwînim. Lê ez bêhtir dikarim bi erebî xwe îfade bikim. Ez bi riya nivîsandina bi zimanê erebî, êş û hêviyên xwe û doza me wek miletê kurd digihînim gelê ereb. Ez hêvîdar im ku di paşerojeke nêzîk de bi kurdî jî binivîsim û ez dê bêguman hewldanê ji bo vê yekê bikim.

 

Tu di qada wergerandinê de jî kar dikî. Heta niha te çi pirtûk wergerandine yan jî berhemên te bo zimanên din hatine wergerandin gelo?

Ez ne pispor im di warê wergerê de. Lê beriya çend salan, min pirtûkek ji kurdî wergerand erebî. Navê pirtûkê “Kî Memo Dikuje” bû, ya nivîskar Beşîr Mela ku ew jî ji bajarê Amûdê ye. Pirtûk ji çend şanoyan pêk tê. Armanca min ji vê wergerê ew bû ku ez teqez bikim ku edebiyata şanoyê ya kurdî heye. Çimkî hinek şovenîstên ereb îdia dikirin ku ne şano û ne jî edebiyata kurdî nînin.

Derbarê wergerandina pirtûkên min jî, beriya çend rojan wergera romana min “Girewên Gunehkariyê” bo zimanê kurdî bidawî hat. Ev roman ji aliyê mamoste Xalid Cemîl Mihemed hat wergerandin û niha tê sererastkirin û biryar e îsal (2015) bê çapkirin. Herwiha heman roman bo zimanê çekî jî hat wergerandin. Hewldanek heye ku ev roman bo zimanê ingilîzî jî bê wergerandin. 

 

Gelek nivîskarên kurd ên ji Sûriyê bi zimanê erebî dinivîsin. Gelo te nivîskarekî ereb yê ji Sûriyê dîtiye ku bi zimanê kurdî dinivîse yan hewl dide xwe fêrî zimanê kurdî bike?

Bi rastî, hîn ez rastî kesekî biyanî nehatime ku hewl dide bi zimanê kurdî binivîse. Dibe ku kesin hebin ku hewl didin fêrî zimanê kurdî bibin, lê ez rastî wan nehatime. Divê nivîskarên ereb ên Sûriyê, wek bira û şirîkên me di eynî welatî de, li xwe vegerin û xwe rexne bikin derbarê vê meseleya hestiyar de.

 

Di romana te ya bi navê “Derziya Tirsê” de, gelek dîmenên erotîk cî digirin. Tu rola erotîzmê di romanê de çawa dibînî?

Min hewl da ku erotîzm di romana “Derziya Tirsê” de peywirdar be. Ango ne ji bo pêşandan û rewacê be, yan jî bi zorê hatib bicihkirin. Seks bi roleke giring di jiyanê de radibe, lewma amadebûna wê di romanê de normal e. Lê divê di xizmeta raman û tekstê de be. Di Derziya Tirsê de, dîmenên seksî di kontekstên cuda de tên û derûna hinek kesayetî û hin deverên tarî ronak dikin. Durûtiya di navbera gotara eşkere û nihênî de, riswa dikin.

 

Di heman romanê de, ramana tolstandinê heye. Lehengê te Rizwan tola xwe ji çi û kî distîne?     
       
                          

Lehengê romanê hewl dide tola xwe ji dîrokê, ji realîteyê, ji zordariya ku bi serê wî û xizmên wî de hatiye bi destê şêniyên gundê wî bistîne. Ew hest dike ku şêniyên gund neheqî li dê û bavê wî kirin û birayê wî eybdar kirin. Lewma armanc dike hemûyan tazî bike, da ku heyfa xwe û malbata xwe li erdê nehêle û îtibara xwe vegerîne.

Piştî ku xeleka heyfhilanînê berfireh dibe û ji cihekî diçe cihekî din, lehengê romanê kambaxî û bextreşiya heyfhilanînê wek kar û hizr vedibîne. Ew têdigihe ku ew hemû di heman demê de qurbanî bûn.

Ew dibîne ku hinek hêzên mezin wan dîlên vê rewşê dihêlin da ku civakê parçe bikin û paşketî û nezan bihêlin. Ew hêz tenê rê didin ku civak di nav malwêranî û kavilên xwe de li xwe bigere.

 

Di Girewên Gunehkariyê de, tu dabaşa mijara danîna sînor di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de dike. Sînor tê çi wateyê bi dîtina te?

Sînor, bandora xwe li ser hebûn û pêkhatina hişmendiya me kir. Hertim me dixwest bizanibin ka çi li pişt wî sînorî heye û ji ber çi ew me ji bira û xizmên me yên li wir vediqetîne.

Em şêniyên navçeyên li ser sînor, li ser parçebûna di navbera Serxet û Binxetê de mezin bûn. Em hemû xizmên me li wir hebûn. Bira û xizmên bav, dê, bapîr û dapîrên me li aliyê din hebûn. Bîranînên wan ji me re bûn mîras. Ew sînor xencerek bû ku di ruhên me de hatibû çikandin û hertim êşa me nû dikir.

Herwiha, em bûn şahidê gelek bûyerên kuştina kesên ku nêzîkî wî sînorî dibûn an hewl didan sînor bibirrin. Mayinên li wir çandî jî kar û bandora xwe li ser me dikirin.

Tiştek hebû ku di heman demê de em ditirsandin û em ber bi xwe ve jî dikişandin. Min hewl da di romana xwe de, dabaşa hin akamên vê parçebûna li ser herdu aliyên sînor bikim, nexasim şop û akamên kûr ên ku li pey xwe hiştin. 

 

Te pirtûkek li dor mijara şer nivîsandiye, gelo naveroka wê çi ye û tu şerê Sûriyê çawa dibînî?

Pirtûka min li ser şer bi navê “Romannivîs li daholên şer dixe” ye. Di vê pirtûkê de, ez li ser mijara edebiyata şer radiswestim. Ez tê de behsa ezmûna hinek nivîskarên navdar ên dinyayê dikim ku di dema şer de jiyabûn û li ser şer nivîsandibûn.

Herwiha, ez didim xuyakirin bê çawa romannivîsan nalet li şer anîne û hewl dane bi riya roman û berhemên xwe şer bidin rawestandin.

Dema ez li Şamê bûm, bîrokeya nivîsandina vê pirtûkê di serê min de şîn hat. Her şev, şer û pevçûn di navbera hêzên rêjîma Sûriyê û hêzên dijbereyê de li tenişta mala min diqewimîn. Tirs di atmosfêra şer de serdest bû û bêhna barûdê belav dibû û mirov dixeniqand. Mirinê em dorpêç dikirin û me gelek caran term li ser cade û kolanan didîtin.

Dîmenên biêş bûn ku min nikarîbû wan ji bîr bikim an piştguh bikim. Lewma min xwe li edebiyatê girt û min tê de penageheke demkî dît, û ez hinekî ji dînîtiya cengê rehet bûm. Girêdayî şerê Sûriyê, ez ditirsim ev şer pir dirêj bike û hîn bêhtir şar û mirovan wêran bike.

Heysem Hisên kî ye?

Romannivîs û rexnegirekî kurd yê ji Sûriyê ye ku niha li Brîtanyayê dijî. Di sala 1978 de li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Ta niha sê roman bi zimanê erebî afirandine. Herwiha di warê rexneya edebî de, 3 pirtûkên wî hatine çapkirin. Heysem pirtûkek ji kurdî wergerandiye erebî.