Abdurrahman Kurt: Gotinên Erdogan bandorek xirab li dengderên kurd kir

Abdurrahman Kurt yek ji wan parlamenterên kurd e ku di destpêkirina proseya çareserî ya pirsgirêka kurd li Tirkiyeyê de rola wan hebûye. Di sala 2007an de li ser lîsteya Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) dibe parlamenterê bajarê Amedê. Ji ber ku gelek nêzîkî Recep Tayyip Erdogan bûye, di pirsa çareserkirina pirsgirêka kurd de wek destê rastê wî dihat binavkirin, lê ligel guherîna AK Partiyê û piştguhxistina çareseriya pirsgirêka kurd, kesên weke Kurt jî hatin jibîrkirin.

 

Bendê navbera Abdurrahman Kurt û AK Partî di dema aşkerekirina navên namzedên AK Partiyê bo bajarê Amedê de bi yekcarî qetiya, çimkî navê Kurt di lîsteya AK Partiyê ya li Amedê de di rêza 6ê de bû û wî jî ew yek ne hêjayî pêge û rola xwe dît û dest ji wê partiyê berda.

 

Kurt derbarê encamên hilbijartinên 7ê Hezîranê û kêmbûna dengên AK Partiyê bi taybet li Bakurê Kurdistanê de û herwiha derbarê paşeroja siyasî ya xwe de bersiva pirsiyarên Rûdawê da.

 

Rûdaw: Di hilbijartinên 7ê Hezîranê de li hemû Tirkiyeyê dengên AK Partiyê kêm bûn, bi taybetî li Bakurê Kurdistanê, sedema wê çi bû?

Kurt: Çend sedem hebûn. Ji wan jî; Nizimiya asta profîla namzedan û bêşiyanbûna wan, diyarnekirina namzedên pêwîst di cihên pêwîst de, herwiha hestkirina civakê bi nedadperweriyê di wê aliyê de û bikaranîna zimanên dudilî derbarê proseya çareseriyê de.

 

Ew şaşîtî piştî sala 2009an berdewam dubare dibin. Di wê dema ku pêngav ber bi çareseriya pirsgirêka kurd dihatin avêtin, şiroveyek rast bo rewşa psykolojî ya gelê kurd û bi taybetî bo qonaxa piştî Kobanî nehat kirin û hesasiyeta kurdan nehat liberçavgirtin. Berovajiyê wê, wan di wê proseyê de hêrsbûna xwe ji PKKê/HDPê weke hêrsbûna xwe ji hemû gelê kurd nîşan da.

 

Em dikarin wan encaman bi çend sedemên din ve jî girê bidin, weke, ji bo ku Tirkiyeyê bikişînin nav şerê Sûriyeyê, raya giştî propagndaya wê yekê kir ku Tirkiye alîkariya DAIŞê dike, opozisyona navxwe jî bo dûrxistina kurd ji AK Partiyê, ew mijar bi başî bi kar anî.

 

Rûdaw: Berî ku AK Partî bigihîje desthilatê, Partiya Komariya Gel (CHP) li Kurdistanê heya rêjeyekê deng werdigirtin, lê belê bi hatina AK Partiyê rêjeya dengên CHPê li Kurdistanê bû sifir. Gelo ew pêşketina bihêz a HDPê jî wateya sifirbûna AK Partiyê jî nagihîne?

 

Kurt: Na, CHPê wek HDPê nedikir ku hemû eşîran qebûl bike, tenê hinek siyasetmedarên nav eşîran hildibijart û bo bidestxistina dengan, ew dikirin namzed. Lê belê bi cudabûna xeta HEP-HDPê piştî sala 1991an dengê CHPê li navçeyê bû sifir.

 

Lê belê AK Partî li navçeyê wek berdewamîdan bi dengê Partiya Refahê destpêkir. Bi derbasbûna dem û destpêkirina proseya çareseriyê, dengê cemawerê Partiya Niştîmana Dayik (ANAP) di serdemê Ozal de ji xwe re bir. Piştre dengên musulmanên nerazî û paşê jî dengê lîberalan jî xiste ser dengên xwe.Jibilî dengên PKKê, dengên çepên kurd jî ji xwe re misoger kir. Bi vî awayî di sala 2007an de dengên AK Partiyê li Bakurê Kurdistanê gihîşte %55an.

 

Rûdaw: Gotinên Erdogan yên wek “Pirsgirêka kurd tine ye, maseya danûstandinê tine ye”, heya çiqasî bandor li ser dengderên kurd hebûye?

 

Kurt: Helbet bandorek xirab li dengderên kurd kir. Girîngtirîn sedem bo kêmbûna dengên AK Partiyê jî ew bû, pêwîst e AK Partî lêpirsînê bi wan şêwirmendan re bike ku ew rê danîn pêşberî partiyê.

 

Rûdaw: Piştî sala 2008an êdî AK Partî, partiya dengderan nîne. Êdî ew partî bûye partiya komeke kêm. Tu jî wisa dibînî?

 

Kurt: Eger bi temamî jî bi vî awayî nebe, em dikarin behsa biçûkbûna wê bikin.

 

Rûdaw: Tu wiha nafikirî ku Erdogan di gotinên xwe de ku bêhna netewperestiyê lêdihat, xwastibe dengên kurdan bike qurbana dengê netewperstan?

 

Kurt: Dibe wiha hizir jê kiribe. Wiha hesab kiribe ku dengderê kurd di vê hilbijartinê de gelek jê dûr nakeve û zêdetir hesab bo birina dengê cemawerê MHPê kiribe.

 

Rûdaw: AK Partî ji bo ku wê rewşê li Kurdistanê serrast bike, pêwîst e çi bike?

 

Kurt: Ji ber ku pirsgirêka kurd, pirsa wekheviyê ye, gerek hewlekê bide da ku hemû pêwîstiyên wê wekheviyê bên berdestkirin.

 

Rûdaw: Çima hûn di rêzbenda şeşemîn de namzed kirin? Kê li pişt wî karî bû?

 

Kurt: Ne mimkûn e em bikarin ji wê  yekê fêm bikin ku çima ez di rêzbenda şeşemîn de hatim namzedkirin. Hemû ew berpirsên partiyê ku bi min re axaftine, dibêjin ew yek neheqiyek mezin e û daxwaz ji min kirin ku dest ji kar bernedim. Lê namzedkirineke erzan û bi vî awayî, ji min re ku min rolek bi bandor di proseya çareseriyê de lîstibû, cihê qebûlkirinê nebû. Kê li pişt wê yekê bû, wê yekê tenê dezgehên nav AK Partiyê dizanin û ew wê nihêniyê vedişêrin.

 

Rûdaw: Tu dê li ser siyasetkirinê berdewam bike?

 

Kurt: Ez dirêjîdan bi siyasetê wek karekî mirovane dibînim. Lê belê ew yek şêweyên cuda hene. Dibe ku ne hewce be ez di nav partiyekê de bim û min berpirsatî hebe. Ewa ku maye ez bêjim, ew e ku ez ji sala 2012an û pê de bi wî awayî siyasetê dikim.

 

Rûdaw: Ligel siyasetmedarên kurd ên nav AK Partiyê, ewên ku wek te ne, we ti gotûbêjek derbarê pêşhatên wê dawiyê de kiriye? Yan hûn dê gotûbêj bikin?

 

Kurt: Ew yek tiştek e ku berdewam me kiriye. Lê belê dikarim bêjim, bi taybetî piştî hilbijartinên 2015an em wê gotûbêjê bi awayekê gelek ciddîtir dikin.

 

Rûdaw: Gelo hûn dê helwestek wek a Dengîr Mîr Mehmet Firat nîşan bidin? Yan hûn dê vegerin nav AK Partiyê yan hûn dê hewl bidin rêyek din bibînin?

 

Kurt: Kekê Dengîr, ew helwesta ku nîşan da, rast bû. Helwesta me jî dê di nav wê qonaxê de bê diyarkirin. Tekane tişta ku di nav siyasetê de naguhere, beşdarîkirina di bidestxistina wekhevî, dadperwerî (edalet), hevwelatîbûna azad û mafên siyasî, civakî û kulturî yên milletan e.