Serkirdeyê YNKê: Eger referandûm bibe em ê bi Îranê re bikevin şer

Silêmanî (Rûdaw) – Endamê Polîtbûroya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Rif'et Ebdûllah dibêje, bêyî çalakkirina parlamentoyê referandûm nabe û YNK jî beşdar nabe.

 

Rif'et Ebdûllah ku di heman demê de Berpirsê Mekteba Rêxistinên YNKê ye, balê dikişe ser wê yekê, eger Herêma Kurdistanê referandûmê bike, dê rastê nerazîbûna Îran û Tirkiyê bibe û dibêje: “Misoger e ku dê şer derbikeve.”

 

Endamê Polîtbûroya YNKê Rif'et Ebdûllah di vê hevpeyvînê de ji Rûydawê re behsa pêvajoya referandûma Başûrê Kurdistanê û rewşa siyasî ya navxwe kir.

 

Du berpirsên YNKê di civîna civîna Komîteya Giştpirsiyê de amade bûn, gelo YNK beşdarî civînê bû yan ne?

 

Biryara serkirdetiya YNKê zelal e. Pêwîst e hemû mijarên bi referandûmê ve girêdayî di parlamentoyê de werin nirxandin, dengên giştî yê nîştîmanî li ser hebe, li wir divê biryarê bidin ka nûneran dişînin komîteyê yan ne. Lê paşî me zanî, ku 2 hevalên me çûna civînê.

 

Necmedîn Kerîm endamê polîtbûroya YNKê ye û Qûbad Talebanî cîgirê serokwezîr û herwiha kurê Mam Celal e. Gelo ma ew nûnertiya YNKê nakin?

 

Divêya serkirdetiya YNKê nûneran diyar bike. Civîn ji nişkê ve çêbû û serkirdetiya YNKê nûner destnîşan nekirin. Di civînên pêş de serkirdetiya YNKê nûneran diyar bike jî bêyî çalakkirina parlamentoyê em nakevin nava pêvajoya referandûmê. Referandûm proseyeke ji bo gihiştina armancên diyarkirî. Weke YNK tenê ji bo serxwebûnê li gel referandûmê ne. Ji bo serxwebûna Kurdistanê jî herî kêm di warê aborî de pêwîstî hene. Eger li gel welatên cîran ketine nava nakokiyan, divê bikarin li berxwe bidin. Herwiha li gel Bexdayê nakokiyên me li ser herêmên li derveyî rêveberiya Herêma Kurdistanê, wate herêmên maddeya 140 hene, ku heta niha çarenivîsa van herêman ne diyar e. Ji aliyê siyasî ve pirsgirêk û qeyranên me yên navxweyî hene. heta ev pirsgirêk neyên çareserkirin ne heq e em behsa referandûmê bikin. Here temaşeyê kolanan û meaşxuran bike. Xelk hemû birçî ye. Nabe em xelkê zêdetir birçî bikin. Ji bilî vê, ji bo referandûmê piştgiriyeke navdewletî pêwîst e.  

 

Ti welatek nikare raste rast pişrgiriyê bide vê pêvajoyê. Ma hest pê nakin, ku nîgeraniya wan ne dicîh de ye?

Îran li dijî vê pêvajoyê ye. Bi rêya Bexda, Heşda Şeibî û hêzên din ve hişyariyan dide me. Li herêmên nakok pirsgirêkan ji me re derdixe. Em ê bikevin şer, ev misoger e. Tirkiye xwe tevlî dike û di mijara Kerkûkê de pir bi tund in. Parastina Kerkûkê weke parçeyekî ewlekariya xwe ya neteweyî dibîne. Bi baweriya min dê helwesta Tirkiyê tundtir bibe. Dibe deriyên sînorî û rêyên esmanî jî bigrin. Eger em lê binerin, Sûriye bi vê hale xwe, bi kêmasiyên xwe ve jî li dijî referandûmê ye.

 

Baş e, alternatîfê referandûmê çi ye? Ev di demekê de ye, ku şîrîkatiya Bexda û Hewlêrê serkeftî nebûye.

 

Bi nêrîna min tişta herî baş di vê demê de ew e, ku em xwe ji pirsgirêk û şer dûr bigrin. Bila nêrîna gelê me weke kartekî di destê me de be. Bila em bi xwe referandûmê nekin, rêxistineke navdewletî yê naskirî li gel komîsyona hilbijartinan bike. Wê demê karta di destê me de bihêztir dibe. Divê ev pêvajo jî di bin fîltreya parlamentoyê de bimeşe. Wê demê karta me bihêztir dibe. Em dê ji kîjan aliyê ve daxwaza serxwebûnê ji civaka navdewletî bikin? Pêngava herî baş çalakkirina parlamentoyê, çareserkirina pirsgirêka serokatiya herêmê û derxistina yasayeke taybet e ji bo referandûmê.

 

Tu pêşbînî dikî, ku di 25ê Îlona 2017ê de li seranserê Başûrê Kurdistanê de referandûm were kirin?

 

Biryara YNKê pir zelal e. Parlamento çalak nebe, em tevlî pêvajoyê nabin. Tu pirsa xwe bi vî awayî bike: gelo di vê heyamê de dê parlamento were çalakkirin? Bi baweriya min ji vir heta dema referandûmê nikarin parlamentoyê çalak bikin. Heta 25ê Îlonê ji bo çalakkirina parlamentoyê em nagihin ti encamekê. Lewma em jî tevlî pêvajoyê nabin. Dibe derbarê avakirina komîte û komîsyonên din de, di nav YNKê de nakokî û nêrînên cuda hebin. Lê nêrîna hemû serkirdetiya YNKê yek e, ku bêyî parlamentoyê referandûmê nakin. Eger parlamento çalak nebe, referandûm ne rast û heq e.

 

Li gorî axaftinên te, li herêmên Zona Kesk, an ku bin desthiladariya YNKê de dindoqên referandûmê nayên danîn?

 

Eger komdengî li ser nebe, çima referandûmê dikî? Eger encameke baş dernekeve, çima referandûmê dikî? Eger nîvê gelê Kurdistanê beşdar nebe, sûda referandûmê çi ye? Divê hesabê hemû tiştan were kirin ka di vê qeyranê de dê encamên referandûmê çi bin.

 

Başe dê parlamento çawa were çalakkirina. YNK ji bo vê yekê di navbera PDK û Tevgera Goran de çi dike?

 

Di navbera hemû aliyan de pirsgirêk çêdibin lê Tevgera Goran û PDK eniya pêş a pirsgirêkan in. Di civîna dawîn de me li gel Tevgera Goran li ser vê mijarê gelek guftûgo kir. Me li hev kir, ku pêwîst e bêyî şert û merc parlamento were aktîfkirin û paşî pirsgirêka serokatiya herêmê were çareserkirin.  

 

Eger heta 25ê Îlonê nekarin parlamentoyê aktîv bikin, çareserî çi dibe?

 

Bi nêrîna min divê Kak Mesûd Barzanî destpêşxeriyekê bike ji bo serkeftina referandûm û hilbijartinan, herwiha derbaskirina Kurdistanê ji van qeyranan. Ew jî bi çalakkirina parlamentoyê û çareserkirina pirsgirêka Serokatiya Herêma Kurdistanê dibe. Xalên bi desthilatên serokatiya herêmê ve girêdayî ne, bi çend rûniştinekê tên çareserkirin.

 

Pirsgirêk di vi de ye; eger parlamento aktîv bibe û uasa derbikeve, dê kî weke serokê herêmê vê yasayê îmze bike?

 

Belê, yek ji xala pirsgirêk ev e. Bi nêrîna me û ya Tevgera Goran, pirsgirêka yasayî heye, divê hemû alî ji bo vê çareseriyê peyda bikin. Ev pirsgirêk tenê bi Goran û YNKê çareser nabe. Bi PDKê ve jî girêdayî ye, divê di nava pêvajoyê de bi beşdarbûna hemû partiyan jî çareserî were peydakirin.

 

Di nava YNKê de gelek behsa hevsengiya desthilatê û beşdarbûna hikûmetê tê kirin. Li gel PDKê ti projeyeke we heye, ku li ser vê yekê kar bikin?

 

Di rastiyê de, em di yekkirina rêveberiya Hewlêr û Silêmaniyê de serkeftî nebûn. Ew karmendên ku ji aliyê me ve çûne Hewlêrê li ser bernameya PDKê kar dikin. Di gelek civînan de, ku ez bi xwe jî amade dibûm, Kak Mele Bextiyar hinek belge pêşkeşî Kak Mesûd Barzanî dikir û digot, li van deran neheqî li YNKê hatiye kirin. Ez bi xwe jî di destpêka pêkanîba vê kabîneyê de tevlî nebûm ku YNK beşdar bibe.

 

Du parêzgehên mezin ên Herêma Kurdistanê di bin desthilata we de ye, herwiha dezgeha ewlekariyê û îstîxbarat û pêşmergeyên we hene, ma dibû hûn bibin mûxalefet?

Ne şert e, ku eger YNK beşdarî hikûmetê nebe bibe mûxalefet. Dikariya di dezgehên xwecîhî de beşdar be û yên hikûmî û wezaretan de beşdar nebe. Ji ber ku rêxistinên me giliyê li me dikin û dibêjin YNK di nava hikûmetê de çi ye? Me ji bo komên xelkê çi kiriye? Pêwîst e ev hikûmet sîstema xwe ya karkirinê li ber çavan re derbas bike.  

 

Rewşa YNKê dê di hilbijartênên pêş ên parlamentoyê de çawa be?

 

Ez nikarim pêşbîniya hejmara kursiyan bikim. Ew dimîne ser gotara siyasî û civakî ya YNKê. Lê hê jî ne diyar e, ka dê hilbijartin werin kirin an ne. Eger di 25ê Îlonê de referandûm were kirin, teqez e, ku hilbijartin nayên kirin. Ji ber ku ji aliy3e amadekariyan ve, ne mûmkûn e piştî mehekê hilbijartin werin kirin.

 

Eger li gel Goran hev bigrin, ti bernameyeke we heye, ku bi hevre beşdarî hilbijartinan bibin?

 

Li ser vê mijarê hatiye axaftin. Yek ji egeran ew e, ku em bi hevre beşdarî hilbijartinan bibin.