Dunya Çelebî: Li Îraqê projeya 27 milyar dolarî li gorî planê dimeşe

Birêvebira Total Energyê yê Îraqê Dunya Çelebiyê ragihand ku projeya wan a stratejîk a 27 milyar dolarî li Îraqê li gorî bernameya demê dimeşe.

Ev projeya enerjiyê ya ku sala 2023yan hat pejirandin gelek aliyên girîng ên enerjiyê li xwe digire.

Proje dê karê çareserkirina ava şor a deryayê bike û ava şor veguherîne ava pîşesaziyê.

Li gorî Dunya Çelebiyê kompanyayê sala 2024an hemû amadehî, lêkolîn û tenderên xwe temam kirine û sala 2025an amade ye dest bi bicihanîna projeyan bike.

Çelebî tekez kir ku ji bo kompanyaya wan girîngiyeke taybet a vê projeyê heye û wê amaje pê kir ku proje sozê dide ku zêdetir karmendên Îraqî tayîn û perwerde bike.

Birêvebira Total Energyê yê Îraqê Dunya Çelebî bû mêhvena Rûdawê û wê pirsên Niwêner Fatîh bersivandin:

Rûdaw: Tu bi xêr hatî Rûdawê.

Dunya Çelebî: Spas ji bo mêvandariya we.

Rûdaw: Peymana Total Energyê li gel Îraqê bûyereke mezin bû, 27 milyar dolar. Pereyekî zêde ye. Pêşhatinên dawî çi ne?

Dunya Çelebî: Pêşî, spas ji bo vê derfetê ku ez li gel we me. Ez kêfxweş im ku dikarim li ser vê projeya stratejîk û girîng û mezin a pir-enerjî biaxivim. Çima stratejîk û girîng e? Wekî hûn dizanin sala 2023yan hat pejirandin û piştî wê di dawiya heman salê de bi awayê fermî em bûn xebatkar û birêvebirê wê parzûngeha ku niha em tê de kar dikin.

Çima stratejîk e? Ji ber ku projeyek pirenerjî ye ku komkirin û pêvajoya gaza hevpar digire û dike kareba, anîna enerjiya nû û enerjiya rojê ya nû ye ji bo Îraqê, her wiha hilberîna petrolê jî ye ku ez wekî bicihêhhnera kar behsa wê dikim, her wiha çareserkirina ava şor a deryayê û guherandina wê ji bo aveke ku ji bo armanca pîşesaziyê were bikaranîn ku bi vî awayî av ji bo çandiniyê û bikaranîna mirovî berdest dibe.

Bi ya min qewareya van projeyan kêm e, ne tenê ji bo kompanyaya Total Energyê lê ji bo Îraqê jî ji ber ku projeyeke hevaheng e ku heta sala 2027an, enerjiyeke zêde ji bo gelê Îraqê tîne. Yek gigawatt ji panelên rojê dê be, gigawattek û nîv ji stasyona pêvajoya gazê dê were.

Wekî min got, ji bo bipêşxistina petrolê rêyeke paktir dê hebe, avê ji bo bikaranîna pîşesaziyê berdest dikin û avê ji bo xelkê jî dabîn dikin.

Vê sala borî me çi kir? Em bûn bicihhêner û hevparên me hene wekî BOCê û Qatar Energy jî hevparê me ye. Em di bin çavdêriya komîteya hevpar a birêvebirinê de ne ku Cîgirê Wezîrê Petrolê yê Îraqê serokatiya wê dike li Bexdayê.

Heta niha, me sala 2024an hemû amadehî, lêkolîn, daxwaz û tender qedandin da ku em sala 2025an amade bin ji bo destpêkirinê. Ev jî ew e ku me kir.

Projeyeke pêncem a biçûk î navîn me zêde kir ku 50 milyon sêca gaza şewitî ji Parzûngeha Ertawiyê kom dike. Bi vî awayî Parzûngeha Ertawiyê dê bibe ku di dawiya vê salê de dikare heta ku pêk were kêmtirîn CO2 jê derkeve.

Me rêûresma destpêkirinê di destpêka meha yekê de li dar xist û her wiha em stasyona mezintir a pêvajoya gazê dest pê dikin ji bo pêvajokirina 300 milyon sêca gaza hevpar ji sê parzûngehan. Her wiha em zêdetir hilberînê dikin û yekem 250 megawatt enerjiya rojê dixin tora karebayê ya neteweyî. Bi giştî em dê sala 2025an hilberîneke baş a Total Energyê û hevparên wê li Îraqê dê bibînin.

Rûdaw: Yanî her tişt li gorî planan diçe?

Dunya Çelebî: Her tişt li gorî planan dimeşe. Tîmeke me ya mezin heye ku kar dike. Em li ser asta hemû parzemînan kar dikin. Em bi rayedarên Îraqê û hevparên xwe re kar dikin. Em bi Wezareta Petrolê re jî hevkariyê dikin û wekî yek tîm ji bo yek armancê dixebitin.

Armanca me ew e ku em vê projeya mezin di dema xwe de pêk bînin, ji bo ku em ji dabînkirina enerjiyê piştrast bin û heta ji me were em bawer bikin ku em zêdetirî Îraqiyan tayîn û perwerde dikin. Em dê pabendî wê peymê bin ku wekî hûn dizanin gelekî pabendker e û em dixwazin piştrast bin ku em dê cihekî baştir ji yê ku me berê dîtiye li pey xwe bihêlin.

Rûdaw: Min guhdarî li berpirsên Wezareta Petrolê kir, ew gelekî geşbîn in ku Îraq dê di 5 salên pêş de şewitandina gaza APG rawestîne. Ew gelekî baweriya xwe bi karên we tînin.

Dunya Çelebî: Em beşdarî vê yekê dibin. Armancên vê projeya pir-enerjiyê çend alî ne. Bê guman kêmkirina bandora CO2 û kêmkirina şewitandina gazê ye, em dê heta ji me were wê kêm bikin.

Ya duyem, dabînkirina enerjî, kareba û karebaya paqijtir e û alîkarîkirina hikûmetê ye di veguhastina enerjiya ku ew girtiye ser xwe de.

Ya sêyem, bicihkirina stratejiyeke temam a pir-enerjiyê ye ku bi awayekî bingehîn dikare welêt bi awayekî berdewam di hemû rê û beşên cuda yên sektora enerjiyê de bibe.

Ya herî dawî jî, ji bo kompanyaya me ev projeyeke gelekî stratejîk e, ji ber ku ev aliyê pir-enerjiyê beşek e ji stratejiya me ya nû. Her wiha em vedigerin welatekî ku em wekî kompanya lê hatine dinê.

Yanî em bi hev re hevdem di rewşên gelekî erênî de ne ku gelekî li ser xeta berdewamiyê ne û bi hevparên me yên Îraqî û Qeterî re gelekî di hevkariyê de ne.

Rûdaw: Ne tenê hûn in ku vedigerin cihê ku hûn lê ji dayîk bûne. BP jî vedigere.

Dunya Çelebî: Rast e.

Rûdaw: Wekî ku dibêjin "Evîn tenê ji bo evîndara yekem e."

Dunya Çelebî: Rast e wisa ye.

Rûdaw: Gelekî spas Dunya.

Dunya Çelebî: Ez jî gelekî spas dikim.

Rûdaw: Em bi hebûna te kêfxweş bûn.

Dunya Çelebî: Ez jî her wiha, gelekî spas.