Pisporê koçberiyê: Xelk bi yasayeke nû dikare bi awayekî yasayî koçî Almanyayê bike

Pisporê koçberiyê yê Almanyayê Ramon Hansmeier diyar kir ku wekî welatiyên welatên din, welatiyên Îraq û Herêma Kurdistanê jî bêyî ku rêya qaçaxiyê bidine ber xwe, dikarin bi awayekî yasayî xwe bigihînin Almanyayê.

Ramon Hansmeierê ku di heman demê de mamosteyê Zanîngeha Paderbornê ya Almanyayê ye ji Rûdawê re ragihand ji ber ku ciwanên Alman hez nakin bixebitin pêwîstiya welatê wî bi gelek karkeran heye.

Mamosteyê Zanîngeha Paderbornê Ramon Hansmeier destnîşan kir ku welatê wî ji bo dayîna mafê penaberiyê cudahiyê naxe navbera welatan.

Ramon Hansmeier got, “Yasayeke nû ya ku ji aliyê Parlamentoya Almanyayê ve hatiye pesendkirin heye û dê gav bi gav were bicihkirin ku rê dide koçber bi yasayî û hêsantir derbasî Almanyayê bibin.”

Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Mamosteyê Zanîngeha Paderbornê Ramon Hansmeier re:

Rûdaw: Mirovek çawa dikare bi awayekî yasayî biçe Almanyayê û bixebite?

Ramon Hansmeier: Gelekî spas ji bo vexwendinê, ez kêfxweş im ku derfeta axaftinê li ser vê mijarê heye, xebera baş ew e ku Almanya di dawiyê de têgihîşt ew welatek e ku koçber berê xwe didine wir û ew neçar in yasayan hêsan bikin ku koçberên werin Almanyayê ji bo çend mebestên cuda. Ew prose di çend deh salên borî de cuda bû, niha yasayeke nû heye ku di parlamentoyê de hatiye pesendkirin û dê bi qonaxan were bicihkirin ku rê dide koçberên yasayî ji bo hin armancên pîşeyî derbasî Almanyayê bibin.

Rûdaw: Ji bo çûyîna Almanyayê şertê temen heye?

Ramon Hansmeier: Li gorî cureya pîşeyê temen pêdiviyên cuda hene. Tiştê bingehîn ku divê li ber çavan bê girtin ew e ku divê çend sal ji bo sîstema malnişîniyê mabin û xwe li wir xwe nespêre sîstema sosyal ku bi gelemperî temen di navbera 40 û 45 saliyê de ye û piştî wî temenî prose zehmet dibe.

Rûdaw: Beriya ku mirov biçe Almanyayê divê çiqas Almanî bizanibî?

Ramon Hansmeier: Divê tu berê biryarê bidî ku tu dixwazî li ser kîjan bingehên yasayî biçî Almanyayê. Niha gelek bingehên yasayî hene, di nav wan de divê tu bizanibî ji bo xwendinê diçî Almanyayê yan bernameyeke perwerdehiyê bigirî, yan jî lîsansê di endezyariyê de bikî. Heger tu şofêrê barhilgirekê yî, ji ber vê yekê divê hûn berê biryar bidin ku hûn dê li ser çi bingehê biçin Almanyayê û ev yek dê diyar bike ku hûn di kîjan astê de divê Almanî bizanibin, dibe ku tenê A1 bes be ji bo ITyê lê dibe ku ji bo hemşîreyan B2 û bêhtir hewce be.

Rûdaw: Kesên ku kar hêsan peyda dikin, bijîşk, endezyar in yan jî kesên ji beşên din derçûne?

Ramon Hansmeier: Divê em du tiştan ji hev cuda bikin. Yekem, guherîneke demografiyê ya mezin li Almanyayê çêbûye, ev tê wê wateyê ku pêwîstiya me bi gelek karkeran heye ji ber ku ciwanên Alman hez nakin bixebitin. Hez nakin di tiştên ku xwendina wan zehmet e de bixebitin. Gelek derfet hene di warê endezyariyê de û di bijîşkiyê de jî gelek derfet hene ji bo bijîşk û hemşîreyan. Herwiha di karsaziya wek lojîstîkê û hemî warên kar de, di karên metalan de gelek derfet hene. Li Almanyayê di hemû beşên ku nifşê ciwan hez nakin tê de bixebitin gelek derfet hene.

Rûdaw: Kesên ku ji vir diçin, pêwîst e xelkê Herêma Kurdistanê bin yan Kurdên parçeyên din ên ku welatiyên Îran, Sûriye û Tirkiye ne jî dikarin xwe fêrî Almanî bikin û biçin?

Ramon Hansmeier: Niha di warê yasayî de ferqeke mezin nîne. Her welatekî li derveyî Yekîtiya Ewropayê wekhev in, tenê cudahiyên biçûk hene, wek mînak eger welatek di lîsteya reş a Neteweyên Yekbûyî de be û NY nehêle hemşîreyên wî welatî bên xebitandin ew hinekî zehmet e. Xwediyên pasaportên Sûriye, Tirkiye, yan Herêma Kurdistanê yan Bexdayê, ti cudahî di navbera wan de nîne.

Rûdaw: Kesekî ku ti bawernameyeke wî nebe dikare Almanî fêr bibe û bi awayekî yasayî biçe Almanyayê?

Ramon Hansmeier: Belê, mizgîniya baş ew e ku ew dikarin biçin Almanyayê ji bo berdewamkirina xwendina xwe û tenê pêwîstiya wan ew e ku bawernameya lîseyê hebe yan jî bawernameyeke wek bawernameya dibistana amadeyî ya Almanyayê hebe ku li Almanyayê 10 sal in li Îraqê 12 sal dike. Hûn dikarin serî lê bidin û li Almanyayê bixwînin û piştî sê salan hûn ê li Almanyayê bawernameyeke pir bilind bistînin û li ser wê bingehê hûn dikarin karekî bibînin û piştî wê jî hûn dikarin ji bo pasaporta Almanî û rûniştina daîmî bi awayekî yasayî serî lê bidin.

Rûdaw: Kesên ku bi vî awayî diçin Almanyayê dikarin piştî 5 salan daxwaza welatînameya Almanyayê bikin?

Ramon Hansmeier: Belê, ew pir hêsan e. Dema ku hûn wek karmendekî tomarkirî li Almanyayê bi awayekî yasayî pereyên ewlehiya civakî didin, hûn dikarin piştî pênc salan serî li pasaporta Almanyayê bidin. Ev pêvajoyeke asayî ye û dikarî pasaportê bistînî lê divê te tawan nekiribin, wek mirovekî asayî tevbigerî û hemû yasayan bişopînî, bi vî awayî bê guman hûn dê welatînameya Almanî bistînin.

Rûdaw: We proseya li vir li Herêma Kurdistanê dît û we bi xwe li Manîlayê kar kiriye, çi cudahî hene?

Ramon Hansmeier: Hinek ferq di çandan de heye, Îraq petrolê hinarde dike, li Fîlîpînê cuda ye û çavkaniyên mirovî hinarde dikin. Fîlîpînî xelkekî perwerdekirî ye û çanda wan ew e ku xelkê dişînin derve ji bo ku bixebitin lê li Îraqê ev kêm e, ev yek ji wan cudahiyên mezin e, cudahiyeke din jî ew e ku li Fîlîpînê ev prose gelek rêkxistî ye û hinekî dijwartir e. Rayedarên Fîlîpînê nahêlin ku hûn biçin Almanyayê heger we hemû daxwaz neanîbin cîh, xelkê li balafirgehê radigirin. Ez dibêjim ji bo welatiyên Îraqê hêsantir e ku biçin Almanyayê ji ber ku rayedarên Îraqî hêsan dikin ku mirov biçin Almanya û li wir bixebitin. qadên bijîjkî û endezyariyê dinirxînin. Di warên din jî, ez dibêjim ku li Fîlîpînê, mirov dixwazin ku di deryayî, hotêl û xwaringehan de bixebitin lê li vir mirov li ser bijîşkî û endezyariyê difikirin.

Rûdaw: Gelo xelkê Herêma Kurdistanê yan ê Fîlîpînê zêdetir hewl didin biçin Almanyayê?

Ramon Hansmeier: Fîlîpînî bêhtir bi awayekî yasayî koç dikin. Almanya ev nêzîkî 10 salan e li Filîpînê di warê kar de veberhênanê dike û hewl dide pisporan, bi taybetî hemşîreyan bîne lê ev yek li Îraqê nehatiye kirin. Mixabin ji ber şer û ewlehiyê, Alman hinekî dudil bûn û niha jî Almanya heman wêneya berê ya Îraqê heye û di wê baweriyê de ye ku li Îraqê şer û teror heye, ev jî bûye sedem ku Almanya giringiyê nede Îraqê.