Wezîrê Çandiniyê yê Birêvebiriya Nû ya Sûriyeyê: Em dixwazin şer ji Bendava Tişrînê dûr bixin
Wezîrê Çandiniyê yê birêvebiriya nû ya Sûriyeyê Mihemed Taha ragihand ku ji ber şer sektora çandiniyê ya Sûriyeyê zerereke mezin dîtiye.
Mihemed Taha diyar kir ku ji sedî 70 torên avdanê û projeyên dewletê hatine wêrankirin.
Taha da zanîn ku danûstandin di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de li ser parvekirina ava Çemê Feratê heye.
Bi gotina taha ew dixwazin Bendava Tişrînê ji şer dûr bixin.
Wezîrê Çandiniyê yê birêvebiriya nû ya Sûriyeyê Mihemed Taha her wiha da zanîn ku welatên wekî Misir, Siûdî, Urdin û Ukraynayê amade ne genim ji Sûriyeyê re bişînin.
Piştî hilweşîna desthila Beşar Esed, siyaseta çandiniyê ya Sûriyeya nû dê çawa be? Di warê çandinî û xwarinê de pêdiviyên Sûriyê çi ne? Di warê çandinî û avê de xwezaya têkiliyên di navbera Şamê û Rêveberiya Xweser de çawa ye? Bandora dorpêçan li ser kerta çandiniyê ya Sûriyê çi ye?
Wezîrê Çandiniyê yê birêvebiriya nû ya Sûriyeyê Mihemed Taha ev pirs û çend pirsên din ên Nalîn Hesenê bersivandin:
Rûdaw: Plana we ji bo pêşxistina kerta çandiniyê ya li Sûriyeyê çi ye?
Wezîrê Çandiniyê: Wek hûn dizanin xatûna birêz, kerta çandiniyê li Sûriyeyê ji ber şerê ku li ser vê herêmê hatiye sepandin, zerereke mezin dîtiye. Kerta çandiniyê rastî gelek pirsgirêkan hatiye ku asteng in li ber bidestxistina armancên kerta çandiniyê wekî dabînkirina berhemên stratejîk û piştrastbûna ewlehiya xwarinê. Yekem astengiya ku îro em pê re rû bi rû dibin di warê kerta çandiniyê de, dabînkirina terxankirina pere ye ji bo birayên cotkar da ku bikaribin vegerin ser zevî û erdên xwe yên çandiniyê û veberhênan di samana erd û samana avê de bi awayekî guncaw bê kirin.
Ev jî bi piştgiriya Xwedê dê bibe sedema dabînkirina ewlehiya xwarinê û dagirtina pêdiviyên navxweyî. Piştre em dikarin li ser zêdekirina taybetmendiya rêjeyî ji bo gelek berhemên çandiniyê bifikirin û paşê ber bi pêşbirkê di bazarên derve de gav biavêjin.
Rûdaw: Qewareya wê zerere ku di nav 13 salên şer de li kerta çandiniyê ketiye çi qas e?
Wezîrê Çandiniyê: Bi rastî, ew jêrxana ku berê xizmeta kerta çandiniyê dikir, bi tevahî wêran bûye. Çi li ser asta mîkro an li ser asta cotkar û an jî li ser asta aboriya giştî. Gelek ji projeyên avdanê yên hikûmetê ji xizmetê derketine, wekî hûn dizanin ev proje karê wan gihandina ava avdanê bû bi kêmtirîn mesref ji bo birayên cotkar.
Ev tor, ev proje, ev pompeyên avê bi rêjeya zêdetir ji sedî 70 wêran kirine. Îro em hewcedarê nûjenkirina vê jêrxanê ne li gel xebata li ser pêşxistina kapasîteya hilgirtina wan bi awayekî ku ava avdanê ji bo van erdên çandiniyê bê dabînkirin. Wekî hûn dizanin berhemhênana erdên çandiniyê yên avî çend caran zêdetir e ji berhemhênana erdên dêm.
Rûdaw: We ragihandiye ku danûstandin bi Tirkiyetê re heye ji bo zêdekirina para Sûriyeyê ji ava Firatê, encamên wan danûstandinan heta niha çi ne?
Wezîrê Çandiniyê: Ew rûniştineke şêwirmendî bû derbarê guherîna kesûhewayê ku bi giştî li herêma Rojhilata Navîn qewimiye, her wiha kêmbûna baranê. Hemû ev bûne sedema anîna pêş a fikra dîsa gotûbêjkirina li ser para her yek ji Sûriye û Îraq û Tirkiyê ji çemê Firat û Dîcleyê bi awayekî ku geşepêdana aborî û sûdwergirtina ji vê çavkaniya avê bîne holê ku di nav axa Tirkiyeyê, Sûriyê û Îraqê re derbas dibe. Niha em di qonaxa şêwirmendiyê de ne û heta niha bi kiryarî me dest bi danûstandinan nekiriye.
Rûdaw: Niha pevçûnek li ser bendava Tişrînê heye. We tu hewl daye ji bo rawestandina êrişa komên Artêşa Niştimanî ya Sûriyê li ser hêzên Sûriyeya Demokratîk li wir, ji bo rêgirtina ji ziyangihandina bendavê?
Wezîrê Çandiniyê: Bêguman wek hûn dizanin, bendava Tişrînê yek ji dezgehên şaristanî û girîng e ku li ser çemê Firatê ye, bi dilsozî em hewl didin di rêya têkiliyê de digel herdu aliyan ku em vê cihê girîng ji pevçûnan dûr bixin. Ji ber ku girîngiyeke mezin heye û Xwedê nekirî her ziyanek lê bikeve, çi ji encama êrişa Artêşa Niştimanî be yan hêzên Sûriyeya Demokratîk, ew dê ziyanak be ji bendavê re û ev jî bandoreke xerab li ser bendava Firatê dike û dibe sedema binavavketina qadeke berfireh ji gund û bajarok û erdên çandiniyê û bêkêrkirina wan. Em bi dilsozî hewl didin di rêya Wezareta Derve û Rêveberiya Sûriyê de ji bo dûrxistina vê bendavê û vê dezgeha girîng ji wan pevçûnan.
Rûdaw: Hewlên we di vê derbarê de gihîştine kû derê?
Wezîrê Çandiniyê: Bi rastî niha fokusa me li ser stasyonên hildana avê ye ku li ser herdu qeraxên çemê Firatê hene û herwiha stasyona Babîrî, ji ber ku girîngiyeke mezin heye ji bo gihandina ava vexwarinê. Yekem ji bo bajarê Helebê û derdora wê, herwiha ji bo dabînkirina û bikaranîna 14 pompeyên din ên avê ku di wan îstasyonan de hene. Heta radeyekê bersivdayîn heye lê wek hûn dizanin şerê berdewam gelek caran ji çarçoveya lihevkirin û şêwirmendiyê derdikeve lê em hewl didin û armanca me ya sereke dûrxistina wê herêmê ye ji pevçûnê.
Rûdaw: Birêz cenabê wezîr, îsal baran kêm bû, Rûsyayê jî hinartina genimê ji bo Sûriyeyê rawestandiye. Wê ji bo we pirsgirêk çêkiriye?
Wezîrê Çandiniyê: Bêguman, ew guherîna kesûhewayê ku herêm girtiye, bi taybetî ji aliyê kêmbûna baranê ve, niha em di pênca meha yekem de ne, em dibînin ew barana ku bariye heta nîvê rêjeya sala borî ye. Ev hemû bandorî li rûbera ji bo genimê çandiyê dikin. Her wiha rawestandina hinartina genimê ji aliyê Rûsyayê ve lê em hewla hevahengiyê li gel birayên cotkar didin ji bo çandina wan rûberan ku plan ji wan re hatiye danîn, her wiha pêşkêşkirina xizmetguzariyan çi darayî bin an xizmetguzariya dayîna deyn bi birayên cotkar û anîna wan ji bo çandiniyê. Herwiha gotûbêj û şêwir li gel welatên din heye ji bo hinartina ya ku pêwîst e ji vî berhemî û bi rastî bersivdayîneke baş ji wan aliyan heye.
Rûdaw: Tu behsa kîjan aliyan dikî? Kîjan welat bersiv dane?
Wezîrê Çandiniyê: Gelek ji welatên dost heta welatên cîran daxwaza xwe derbirine ji bo dabînkirina ya ku pêwîst e ji genim re. Lê em bi piştgiriya Xwedê, eger rûbera plan ji bo hatî danîn bê çandin li gel şopandina berdewam a beşên çandiniyê ku li seranserê axa Sûriyê belav bûne, bi piştgiriya Xwedê, eger pêwîstiyek hebe dê ne pir mezin be. Îro me berhemekî hilgirtî yê zêde heye, lewma em dilniyayiyê didin welatiyên xwe ku bi piştgiriya Xwedayê mezin em dê berdewam bin di proseya dabînkirina genim û ard de çi ji sîloyan ber bi aşan ve an ji aşan ber bi nanpêjgehan ve.
Rûdaw: Hemû welatên cîran genimê ji we re dişînin?
Wezîrê Çandiniyê: Ez nabêjim hemû welat. Çend welatên cîran hene wekî Misir, Erebistana Siûdî, Urdin û welatên Ewropayî wekî Ukrayna û welatên din hewl didin alîkariya gelê Sûriyeyê bikin bi vî berhema sereke.
Rûdaw: Gelo ti danûstandin li gel Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Xweser a li Kurdistana Sûriyeyê derbarê genim û dexl û dan heye?
Wezîrê Çandiniyê: Wek hûn dizanin xatûna birêz, derbarê danûstandinê li gel hêzên Sûriyeya Demokratîk, berî ku em bikevin nav aliyê xizmetguzarî, yan aborî û hinartinê, danûstandin heye derbarê aliyê leşkerî û ewlehiyê. Eger ev pirsgirêk bên çareserkirin û lihevkirin li ser awayekî diyarkirî li gel hêzên Sûriyeya Demokratîk bê kirin, bêguman pirs û şêwir derbarê aliyê aborî û hinartina berhemên çandiniyê diçe qada bicihkirinê lê pêşî divê lihevkirin li ser mijarên leşkerî û ewlehiyê bê kirin da ku hevahengî di karûbarên xizmetguzariyên din de bê kirin.
Rûdaw: Yanî niha tu danûstandin derbarê dexl û dan û genimê di navbera we û Rêveberiya Xweser de tune ye?
Wezîrê Çandiniyê: Heta niha li gel Rêveberiya Xweser em neketine wê beşa danûstandinan lê danûstandin wekî ez haydar im, derbarê her du aliyên ewlehî û leşkerî berdewam e.
Rûdaw: Gelo nêzîkbûnek di warê ewlehî û leşkerî de heye, encam li gorî agahiyên we çi ne?
Wezîrê Çandiniyê: Xatûna birêz, wekî hûn dizanin ez pispor im di karûbarê çandiniyê de û têkiliya min bi karûbarê bazirganiya navxweyî re heye, yanî agahiyên min ên temam derbarê wê danûstandinê tune ne. Wekî hûn dizanin jî ew danûstandin heta astekî zêde veşartî ye û hûrgiliyên wê nayên eşkerekirin.
Lê hin nîşan hene bi piştgiriya Xwedayê mezin derbarê lihevkirinê li ser birêvebirina ya ku maye ji axa Sûriyeyê û bi piştgiriya Xwedê hemû dê vegere bin yek rêveberiyê, ji ber ku gelê Sûriyê bi rastî êşeke mezin kişandiye, çi di salên şoreşa Sûriyê de an heta berê di bin siya desthilata malbata Esed de.
Êdî dema wê hatiye ev gel jiyaneke hêja bijî û sûd ji hemû şiyanên ku Xwedê pê bexşiye werbigire, bi hemû pêkhateyên xwe ve çi Ereb bin an Kurd an Asûrî. Bi piştgiriya Xwedayê mezin erkê me ye em kar bikin ji bo bidestxistina ya ku dikare pêk were da ku hemwelatiyên Sûriyeyê jiyaneke hêja û birûmet bijîn.
Rûdaw: Birêz wezîr, wezîrê çandiniyê yê berê yê Sûriyeyê Esed Mistefa dibêje avakirina kembera Erebî ya sala 1968an bi armanca desteserdagirtina erdê cotyarên Kurd û bi Erebkirina herêmê bû. Rêkara we çi ye ji bo hilweşandina vê stemkariya rejîma Esed?
Wezîrê Çandiniyê: Gelek ji yasa û gelek ji rênimayiyên ku berê ji aliyê hikûmeta rejîma Esed ve derketine ne tenê bê dad bûn li hemberî gelê Kurd, herwiha bê dad bûn heta li hemberî hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê. Em niha bi dilsozî kar dikin ji bo lênerîna van yasayan ku dikarin bên hilweşandin û dikarin bên guhertin da ku em hemû mafan ji gelê Sûriyê re vegerînin da ku gelê Sûriyê bi hemû takên xwe ve bibin amrazên çalak di avakirina Sûriyeya nû de, ji ber ku her welatiyekî hest bi stemê bike, hest bike beşek ji mafê xwe wernegirtiye, tenê dibe amrazekî neyînî ku Sûriyeyê ber bi paş ve dibe. Me armancek li pêşiya xwe daniye ku gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhate û takên xwe ve jiyaneke hêja bijî da ku bibe amrazekî rastîn û erênî di avakirina Sûriyeya pêşerojê de.
Rûdaw: Rêjeya berhemhênanê li Cezîreya Sûriyeyê di nav tevahiya berhemhênana çandiniyê ya Sûriyeyê de çi qas e?
Wezîrê Çandiniyê: Wek hûn dizanin, Cezîreya Sûriyeyê bi sepeya xwarinê tê hesibandin bi taybetî derbarê berhemên demsala zivistanê û di serî de genim, ceh û hin dexl û dan. Wisa herêmeke girîng e ji aliyê çandinî û aborî ve ji hikûmeta nû ya Sûriyeyê re. Em bi dilsozî hewl didin bi piştgiriya Xwedayê mezin ji bo vegerandina vê herêmê, da ku bikeve nav kar û planên me bi piştgiriya Xwedayê mezin. Rêjeya berhemê wê zêde ye.
Rûdaw: Berhemhênana navxweyî li Sûriyeyê niha çi qas e?
Wezîrê Çandiniyê: Mixabin di salên borî de navinca berhemhênana genimê di baştirîn asta xwe de ji 300 hezar ton genimê derbas nekir. Bêguman sedem ne tenê guherînên kesûhewayê bû, sedem xerabiya xizmetkirina wan cotyaran bû ku vî berhemê stratejîk diçînin û ev jî bû sedema paşvekişîna berhemhênanê, sedem siyaseta rejîma Esed bû li hemberî çînên civaka Sûriyeyê û bi taybetî cotyaran, lewma berhemhênan pir daket. Em bi piştgiriya Xwedayê mezin, hewl didin berhema me di paşerojê de biçe bigihêje pêdiviya rastîn ku bi du milyon tonan tê texmînkirin. Heta em hewl didin bigihîjin asta pêşbirkê di bazarên derve de, wek çawa berê Sûriyê pleyeke pir girîng di berhemhênan û hinartina genimê de hebû.
Rûdaw: Hûn dê çawa bigihîjin vê berhemhênana ku hûn xweziyê pê dibin?
Wezîrê Çandiniyê: Wekç min behs kir xatûna birêz, ji bo vê berhemhênanê pêşî divê baweriya cotkar bi xwe vegere, divê baweriya cotkar bi rêveberiya nû û di serî de bi wezareta çandiniyê û çaksaziya çandiniyê re vegere. Divê hewldana berdewam di beşên çandiniyê û hemû liqên ser bi Wezareta Çandiniyê de hebe ji bo şopandina karûbarê çandiniyê û pêşkêşkirina baştirîn xizmetguzarî bi taybetî rênimayî ji cotyaran re bi awayekî ku berhemhênana rastîn a van berheman vegere. Her wiha em hewl didin di rêya Rêveberiya Piştgiriya Çandiniyê de deyn bidin birayên cotkar, bi awayekî ku mesref û lêçûnên li ser milê wan kêmtir bike. Ji bilî wê em hewl didin cûrek ji nirxa zêdekirî an zincîrên berhemhênanê pêk bînin bi awayekî ku em bikaribin zêdetirîn dahat ji van berheman bi dest bixin.
Rûdaw: Pêdiviyên Sûriyê ji wan kelûpelên xwarinê yên ku ji derve tên anîn niha çi ne?
Wezîrê Çandiniyê: Niha wekî hûn dizanin, kerta çandiniyê di salên borî de wekî kerteke aborî nema û heta astekî zêde pişt bi anîna ji derve û girêbestên nedadperwerane li hemberî gelê Sûriyeyê hat girêdan lê di rêya vê kenala medyayî de mizgînê didim hemû welatiyan ku bi piştgiriya Xwedayê mezin di pêşerojeke nêzîk de pêdiviya me bi welatên din namîne ji aliyê anîna van berhemên xwarinê ve, ji ber ku em dê vegerin ser xwebestiyanê di berhemhênana berhem de û, bi piştgiriya Xwedê em dê biçin qonaxa hinartinê ji welatên din re.
Rûdaw: Bandora dorpêçên Rojavayê li ser kerta çandiniyê ya li Sûriyeyê çi ye?
Wezîrê Çandiniyê: Bandora dorpêçan eger bimînin, em bi piştgiriya Xwedê bi dilsozî kar dikin ji bo rakirina van dorpêçan, ji ber ku rolek neyînî dilîzin di bilindkirina lêçûna pêdiviyên berhemhênanê li ser birayên cotkar lê em hewl didin ji bo rakirina van dorpêçan, wekî çawa em hewl didin ji bo çalakkirina veberhênana navxweyî bi awayekî ku pirraniya pêdiviyên çandiniyê ji zibil û amûrên avdanê bi xwestina Xwedê di rêya dezgehên me yên navxweyî re berhem bînin. Herwiha bi xwestina Xwedê pêdiviyên enerjiyê jî bi bihayê kêmkirî bê dabînkirin ji ber ku roleke pir mezin di lêçûna berhemhênan û lêçûna berhemên çandiniyê de dilîzin.
Rûdaw: Ew guherînên ku hûn di siyaseta çandiniyê ya Sûriyeyê de dikin birêz cenabê wezîr çi ne?
Wezîrê Çandiniyê: Bi rastî me dest bi guherîna avahî li ser asta pêkhateya wezareta çandiniyê kiriye. Pişt bi Xwedê darijandina siyaseta çandiniyê ya nû bi awayekî dibe ku di destpêkê de xwebijêwiyê pêk bîne, paşê gav ber bi zêdekirina birê gelek ji berheman diavêjin. Pişt bi Xwedê di demeke nêzîk de em dê li deriyê bazarên derve bidin û wisa li berhemên xwe dikin ku şiyana pêşbirkê hebe. Bi dilsozî em hewl didin li gel wezaretên din ji bo pêşkêşkirina xizmetguzarî ji vê kertê re çi di warê pîşesazî, warê pîşesaziya pêdiviyên çandiniyê û warê enerjiyê de. Bi awayekî ku em van lêçûnan li ser veberhênana çandiniyê kêm bikin. Herwiha em kar dikin li ser pêşkêşkirina hêsankarî ji veberhênerên Sûrî û yên din re ji bo hatina hundir û veberhênan di kerta çandiniyê de.
Rûdaw: Gelo ev hêsankarî dê ji veberhênerên biyanî re jî hebin?
Wezîrê Çandiniyê: Belê, ji veberhênerên Sûriyeyî û herwiha biyanî û Ereb re.
Rûdaw: Birêz wezîr, niha rûbera guncav ji bo çandiniyê li Sûriyê çi qas e?
Wezîrê Çandiniyê: Niha derbarê wan herêmên ku rêveberiya nû ya Sûriyeyê bi rê ve dibe, rûbera erdê guncav ji bo çandiniyê ji dêm û avî ji 556 hezar hektaran derbas dibe. Mixabin ji erdê avî gelek niha bûne erdê dêm. Di rêya hewlên me û projeyên me de bi piştgiriya Xwedê derbarê nûjenkirinê û bilindkirina kapasîteya hilgirtina projeyên sereke yên hikûmetê, bi piştgiriya Xwedê rûbera erdê avî wekî berê lê tê.
Rûdaw: Hejmara cotyaran çiqas e?
Wezîrê Çandiniyê: Bi rastî hûn dizanin karmendên kerta çandiniyê berê rêjeya ji sedî 30 ji qewareya hêza kar li Sûriyeyê pêk dianî. Niha bi hatina van veberhênanan û dîsa çalakkirina xula çandiniyê bi piştgiriya Xwedê em hewl didin ji bo vegerandina heman rêjeyê, em hewl didin ji bo zêdetir ji wê di rêya handana zincîra nirxê û handana pîşesaziya çandiniyê û bazarkirina çandiniyê. Bi piştgiriya Xwedê em dê bigihîjin rêjeya ji sedî 35 ji tevahiya hêza kar li Sûriyeyê ku di kerta çandiniyê û kertên têkildarên berhemhênana çandiniyê de kar bikin.
Rûdaw: Birêz wezîr Mihemed Teha Ehmed Wezîrê Çandiniyê û Avdanê yê Rêveberiya Nû ya Sûriyeyê. Tu mêvanê me bûyî ji Şamê, gelek spas dikim.
Wezîrê Çandiniyê: Silav ji we re. Silav ji hemû temaşevanan re. Û bi xwestina Xwedê di demeke nêzîk de em ê Sûriyeyeke yek parçe bibînin, Sûriyeya xêrê, Sûriyeya comerdiyê, Sûriyeya aştiyê bi piştgiriya Xwedayê mezin.