Narîn Nadirova: Dayîk e ku hezkirina welat dide zarokan
Bankevan û aktîvîsta Kurd a navdar Narîn Nadirova got ku di civaka Kurd de qedrê ku ji jinan re tê dayîn her dem mînak e.
Narîn Nadirova, CEOya Home Credit Bankê ya ku li Qazaxistanê û li seranserê cîhanê ofîs û şaxên wê hene, pêşniyar li jinên Kurd kir û got "Giringiya ku didin perwerdehiya keçên Kurd divê zêdetir bikin. Dayîk e ku zimanê zikmakî dike devê zarokan. Dayîk bingeh û her tişta malbatê ye. Divê ev neyê jibîrkirin dayîk e ku hezkirina welat dide zarokan."
Nadirova ragihand Kurdên ku sirgûne Qazaxistanê bûne gelek salan di bin mercên dijwar de jiyan kirine. Nadîrova diyar kir ku Kurd niha li welat bi gelên din re di aştî û biratiyê de di gelek mercên baş de dijîn.
Nadirova, saziya "Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê- Berbang" ku di bin banê "Civata Gelên Qazaxistanê" de kar dike û bi pêşengiya akademîsyen û profesorên navdar ên cîhanê wekî Nadir Nadirov û Kinyazê Îbrahîm Mirzoyev hêj wekî berê hatine kirin xebatên pir hêja dikin. Xwendinên zimanê Kurdî, qursên fêrkirina Kurdî, xebatên rojname, kovar û pirtûk, û çalakiyên di warê çand, huner û wêjeyê de li gund, bajarok û bajaran pêk tînin ”. Ji welat dûr di pêvajoyên herî dijwar de jî ji welat û axa xwe qet têkiliyên xwe qut nekirine.
Nadirova got "Kevneşopî û edet, şeklê xwarinê, nîşan û zewac, rêûresmên zayîn û mirinê dişibin taybetmendiya jiyana Serhed û Qafqazê."
Narîn Nadirova, yekemîn endama jin a Kurd ya Meclîsa Gel a Qazaxistanê, di derbarê rewşa Kurdên Qazaxistanê û jiyana xwe ya serkeftî de bersiva pirsên Rûdawê da.
Narîn Nadirova di nav derdora malbatek çewa de mezin bû. Ew çû kîjan dibistanan. Hûn serkeftina xwe deyndarê çi ne?
Ez di malbatek welatparêz û xwedî hişmendiya neteweyî de hatime dinê û mezin bûm. Min xwendina xweya seretayî li "Ruskaya Shkola Nomer 4" ango "Dibistana Rûsî Hejmar 4" qedand. Hûn dizanin, li welatên Yekîtiya Soviyeta berê, dibistan bi gelemperî bi hejmar dihatin diyar kirin. Bajarê ku ez lê mezin bûm ferz bikin 15-20 dibistan hebûn, yek ji wan bi Rûsî perwerdehî dida. Ji ber ku rewşa bavê min ya aborî baş bû û li cihê bilind xebat dikir, mi bi birayê Hemîd re bi Rûsî Perwerdehî dît. Helbet li gel perwerdehiya Ermenî.
Paşê ji sala 1987an vir de neçar mam jiyana xwe li Qazaxistanê bidomînim û perwerdehiya xwe li wê derê berdewam bikim. Min du zanîngeh qedand. Min Zanîngeha El Farabî û Beşa Bankayê ya Akademiya Aborî û Darayî bi serfirazî xelas kir. Piştî wê wek ku hûn dizanin jîyana min ya bankavaniyê destpêkir.
Piştî salên dirêj, li Alma-Ata ya Qazaxistanê di Banka Ziraata Tirkiye û Internationa Bankê de li beşên cihêreng xebitîm, serpêhatiya min a Home Credît Bankê destpêkir..
Sedemên ku we warê aborî û darayî hilbijart çi ne?
Di biçûkatiya xwe de dersên min yên matematîkê her daîm başbûn. Di heman demê sektora aborê, darayî û bankavaniyê bala min dikişand. Hatina min ya Qazaxistanê di derbarê hilbijartina vê beşî de gelek defetan da min û min jî di beşa ku min dixwest bixweynim de derfet bidest xist. Dema ku ez hatim, sektora bankê gavên xweyên yekem li Qazaxistanê diavêt.
Aborî û bankavanî di nav beşên serekede ne ku li cîhanê hertim trenda wan bilind dibin. Tenê ji ber beşen ku di dilê min de derbas dibûn bu sedemên hilbijartina van beşan.
Civata kurdên ku li Qazaxistanê dijîn, civakek e ku ji kurdên ji welatê xwe (Kurdistan-Ermenistan) sirgûnkirî pêk tê. Di nav hemû civakên welat de rewşa wan çawa ye?
Wek ku tê zanîn Kurdên Qafqazê, bi gotineke din Kurdên Ermenistan û Gurcistanê di dîrokê de du çaran bi fermana Joseph Stalin û cîbicîkirinê vê fermanê ji alyê Lavrentî Berîa sirgûnî çolên Asyaya Navîn kirin. Ya yekem di sala 1937an de ji Ermenîstan û Naxçîvanê, ya duyam jî di sala 1944an de ji Gurcîstanê sirgûnî Qazaxistan, Qirxizistan û Ozbekistanê kirin. wek ku tê zanîn Kurdên vî herdu welatî, bi gotineke din Kurdên Sirgûn û/anjî reviyane wî aliyê Çemê Arasê piştî serhildana Şêx Seîd pêk hatiye. Bêgûman ev sirgûnên hanê bi tena serê xwe mijarek e.
Ev Kurd ji 80 salî zêdetir li welatênm Asyaya Navîn jiyana xwe berdewam dikin. Kurdên ku sirgûnî Qazaxistanê bûne gelek salan di bin mercên dijwar de jiyan kirine û Kurd niha li welat bi gelên din re di aşitî û biratiyê de di gelek mercên baş de dijîn.
Li Qazaxistanê saziya ku wek "Meclîsa Gelên Qazaxistanê" tê bi nav kirin ez jî endameka wê yî aktîf im ku di rêveberiya welat de pir giring e. Di bin serokatiya Serokkomarê Qazaxistanê hemû gelên Qazaxistanê di vê meclîsê de li gorî hejmara nifûsa xwe tên temsîl kirin û di bin baneya vê meclîsê de xwediyê saziya ne. Ez dixwazim bêjim ku Kurd jî di bin banê vê meclîsê de saziya bi navê "Berbang" ya ku di bin serokatiya Akademîsyen-Profesor Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev de têne temsîl kirin û di gelek waran de ew xwedî gotin in.
Ez bi serfirazî dikarim bêjim Kurd bi hemû gelan re di vî welatî de jiyana xwe bi awayekî azad û wekhev berdewam dikin û di warê aborî û civakî de welatiyên sereke yên Kazakistanê ne.
Têkilî û peywendiya we bi Kurdistanê re qet qut nebûne. Hûn vê yekê çawa dinirxînin, hûn vî bi çi ve girêdidin?
Belê raste, têkiliyên wan bi welat û axê re di pêvajoyên herî dijwar de jî qet qut nebûn. Kevneşopî û edet, şeklê xwarinê, nîşan û zewac, rêûresmên zayîn û mirinê dişibin taybetmendiya jiyana Serhed û Qafqazê. Di hemû malbatan de û di jiyana civakî de be hevre hin jî Kurdî wek zimanê sereke tê bikaranîn.
Pêşketinên li welat ji nêz ve tên şopandin. kesên herî ne polîtîk jî bûyerên pêvajoyên berê û yên niha bi berfirehî dizanin.
Ji biçûkatiyê ve tê bîra min li mala her Kurdî wêneyên Mele Mistafa Bazanî, Ehmedê Xanî û Melayê Cizîrî li dîwaran daleqandî bûn.
Bi hezaran kilam û sitran ji Radyoya Erîwanê re hiştin ew jî nîşana dilsoziya ji bo welat û axa bav û kalên wan bû. Ev dilsozî û hesret bêkêmasî berdewam dike. Bê guman, di 25-30 salên dawîn de, bi şert û mercên guncav û bi belavbûna Yekîtiya Sovyetê re serdanên bo axa bav û kalan hêj bêtir, em dikarin bêjin ku peywendiyên siyasî û aborî bihêztir bûye. Dema Biçûk bûm li ber agir sohbetên nav malan wek niha di mêjiyê min de ne. Bêguman rola dê û bavî di vir de pir girig e. Mezinbûna bi hesreta welat qet ji mirov kêm nabe û ne bi min tenê re bi hemû Kurdên Qafqaz û Asyaya navîn re heye.
Ji bo Kurdên Qazaxistanê çi xebat, rêxistin û çalakiyên xizmetên we hene?
Wek ku min berê jî diyar kiribû saziya "Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê - Berbag" û bi pêşengiya akademîsyen û profesorên navdar ên cîhanê wekî Nadir Nadirov û Kinyazê Îbrahîm Mirzoyev, wek berê hin jî xebatên hêja têne kirin. Xebatên zimanê Kurdî, qursên fêrkirina Kurdî, xebatên rojname, kovar û pirtûk, û çalakiyên di warê çand, huner û wêjeyê de li gund, bajarok û bajaran pêk tên.
Narîn Nadirova di hemû cîhanê de asta jinên Kurd li çar aliyê cîhanê çawa dibîne?
Jinên Kurd hertim li pêş in. Tu carî li paş zilamê Kurd nemane. Digel kêmasiyên xwe, qedrê ku di civaka Kurd de dane jinan her dem mînak e. Em vê yekê di nivîsên gerokên ku di dîrokê de serdana Kurdistanê kirine bi zelalî dibînin. Îro, ez dikarim bêjim ku jina Kurd di her warên jiyanê de bi awayekî eşkere li pêş e.
Di dawiyê de, pêşniyarên we ji jinên Kurd re çi ne?
Ya ku ez dixwazim li vir bêjim ji bo perwerdehiya keçên Kurd divê giringiyeke zêdetir bê dayîn. Dayîk e ku zimanê zikmakî dike devê zarokan. Dayîk bingeh û her tişta malbatê ye. Divê neyê jibîrkirin dayîk e ku hezkirna welat dide zarokan. Rola jinê ya li malê pir giring e. Ji ber vê yekê divê di ferqa perwerdehiyê de bin û rola wan di perwerdehiya zarokên wan û jiyana wan a civakî de pir mezin e.