Cîgirê Wezîrê Derve yê Lîtwanya ji Rûdawê re: Koçber ji wan welatan nehatine ku şer li wan heye
Nêzîkî hefteyekê ye çavê we li ser Rûdawê ye û hûn dîmenên wan hevwelatiyan dibînin ku wek penaber berê xwe dane welatê Belarûs û ji wir jî di hewldanê de ne derbasî Lîtwanyayê bibin û di rewşeke pir xopan de ne. Rapor jî qala mirin an kuştina yekî ji wan penaxwazan dikin. Tora Medyayî ya Rûdawê pêwendî bi Wezareta Derve ya Lîtwanyayê re kir.
Cîgirê Wezîrê Karûbarên Derve yê Lîtwanyayê Mantas Adomenas bû mêvanê programa (Rûdawa Îro) ya Tora Medyayî ya Rûdawê.
Rûdaw: Rêzdar Adomenas zor spas ku tu bi me re yî, yekem pirsa min li ser wê nûçeyê dibe ku qala mirina hevwelatiyekî Iraqê li ser sînorên Lîtwanyayê dike. Tu vê raporê piştrast dikî?
Mantas Adomenas: Mixabin ez nikarim wê nûçeyê piştrast bikim, çimkî li rexê me rast e hêzên parastina sînor amade ne û pêşî li derbasbûna hejmarek grûpên koçber digirin, lê ti tundûtîjiyek neqewimiye. Ev nûçeyên ku ji Belarûs tên û gelek caran ne rast in.
Rûdaw: Lê wek hikûmeta Lîtwanyayê we ferman daye hêzên parastina sînor ku hêzê li hember koçberan bikar bînin?
Mantas Adomenas: Me hemû rê bikar anîne ji bo ku em rê nedin koçber werin nav axa Lîtwanyayê. Lê ne çek û ne tundûtîjî nehatine bikaranîn.
Rûdaw: Sînorê wan rêyên we çi ne ji bo pêşîgirtina li xelkê daku neyên nav axa we?
Mantas Adomenas: Vegerandina wan ji bo nav axa Bêlarûs.
Rûdaw: Pirsa min ev bû, sînorê we çi ye dema hûn hêzê bikar tînin ji bo pêşîgirtina li koçberan ku werin welatê we?
Mantas Adomenas: Rawestandina wan bi hêzê, desteserkirin û vegerandina wan ji bo wî rexê sînor; ev e.
Rûdaw: Roja çarşemê 4ê Tebaxê, Xaça Sor ragihand hewla Lîtwanya ji bo pêşîgirtina li koçberan bi yasayên navdewletî re li hev nake. Daxuyaniya te li ser vê çi ye?
Mantas Adomenas: Em rewşa yasaya navdewletî şirove dikin, wek çawa ev rewş berê li devera Melilla ya Spanyayê hebû, tekane rê ji bo gihiştina bi axa Lîtwanyayê, bi rêya dergehên fermî yên li ser sînor e. Hemî koçberên ku dixwazin mafê penaberiyê werbigirin jî, divê forma ofîsa kontrolkirina sînor tijî bikin, ne bi rêyên neyasayî werin Lîtwanyayê. Çimkî li gor qanûnê, tawan û binpêkirina qanûnê ye. Herwiha erkê parastina sînorê Yekîtiya Ewropayê (YE) li ser me ye. Lewra pêşîgirtina li hatina hundir a koçberan di çarçoveya yasayê de ye û nabe Xaça Sor daxuyaniyên bi vî rengî biweşîne.
Rûdaw: Gelo ti hejmarek li ba we heye ku çend penaxwaz li ser sînorên we ne?
Mantas Adomenas: Bi rastî hemî hejmarên li cem me tenê texmîn in. Çimkî zanyarî ji aliyê Belarûs bi me nehatine dayîn û hewl didin ji hemî cîhanê zêdetirîn koçber bînin ser sînorên me. Ew lehiya koçê jî wek çek li dijî hikûmetên Ewropî bikar tîne û guvaşê didane ser wan. Lewra ev lehî ne wek ti cûrekî din e. Ev karê rejîma Belarûs e ku dixwaze berê koçberan bide Lîtwanyayê daku guvaşê dane ser welatên Ewropayê. Ev koçberên ku doza mafê penaberiyê dikin, di dedstê rejîmeke tawankar de dibin amûr. Li gor texmîna me, bi hezaran koçber li bajarê Minskê yê Belarûs in û hejmareke din jî ji ser sînoran nêzîk dibin, bendewar in ji hêla hêzên pasevaniya sînor û hêzên taybet ên Belarûs rê bi wan were dayîn. Tevlîbûna hêzên taybet ên Belarûs û aliyên fermî yên din di vê proseyê de hatiye tomarkirin. Lehiya koçberan a vê carê ne ji xweber e, lê koçeke rêkxistî ye û ji hêla rejîma Belarûs tê serperiştîkirin û cîbicîkirin, ev jî tawan e. Pêşniyara me ji şêniyên Iraqê re ew e ku beşdarî vê tawanê nebin.
Rûdaw: Hûn Belarûs bi rêkxistina vê proseya koçê tawanbar dikin û hûn navê wê jî dikin koçeke birêkxistî, ne hema hema. Bi baweriya we, merema Belarûs ji birêkxistina vê şepêlê ji bo welatê we çi ye?
Mantas Adomenas: Ev heyfhilanîn e li hember cezayên ku YE li ser Belarûs sepand. Piştî binpêkirina mafên mirov, sextekariya di hilbijartinan de û desteserkirina xelkê ji ber sedemên siyasî. Bi dehan hezar kes li wî welatî hatine zêrandin, girtin û serkutkirin. Jixwe ji ber vê yekê YE ceza li ser wî welatî sepandin. Dîktatorê Belarûs Lukaşenko demildest ragihand berê şepêla koçberan dide Ewropayê. Lîtwanya sînorekî berfireh ê YE bi Belarûs re ye. Lewma bi hêsanî armanc hat girtin. Ev hewldaneke siyasî ye daku guvaşê dane ser wan hikûmetan daku YE cezayên xwe ji ser rake. Van cezayan ziyan gihandiye rejîma Lukaşenko. Koçberên belengaz jî ketine bin destara wê hewldana siyasî de.
Rûdaw: Tu ji min re dibêjî mijar ne tenê têkildarî welatê we, lê têkildarî YE ye jî. Gelo ji aliyê YE yan ji welatên YE piştevaniya we tê kirin ji bo rûbirûbûna vê arîşeyê?
Mantas Adomenas: Bê guman. Her wê dema ku me doza alîkariyê kir, YE alîkarî da me. Hevkarî gihiştine me ji bo çêkirina konên koçberan, çimkî ya ku mezintirîn astengî bû ji bo me ew bû ku em wan li kû bihêlin, çimkî bê guman em rê nadin bi azadî bilivin. Vêga kesên desteserkirî forma dozkirina mafê penaberiyê tijî dikin û piraniya wan jî tên redkirin. Lê li gor par, ku tenê 74 bûyerên sînorderbaskirina koçberan ji Belarûsê hebûn. Lê îsal heya niha 4 hezar bûyerên me hene, ev tenê heya nîvê salê. Piraniya wan jî di meha borî de hatine. Helbet cihê niştecîbûna pêwîst ji bo wan hemî mirovan li cem me nîne. Mixabin rewşa wan penaxwazan ne baş e li vir, lê YE alîkariya me dike ku em konên nû çêbikin, pêwîst e em pir bilez jî wan çê bikin. Herwiha YE hêzên pasevaniya sînor û teknolojiya çavdêriyê ji me re şandin ji bo baştir kontrolkirina sînor. Cûreyên din ên alîkariyê jî ji Ewropayê di rê de ne.
Rûdaw: Tu dixwazî ji min re bêjî piştevaniyeke we ya navdewletî ya baş heye?
Mantas Adomenas: Bi rastî baştirîn piştevaniya navdewletî ew e ku guvaş li rejîma Lukaşenko were kirin wê tawana lehiya koçê rawestîne. Ev ji bo me dibe baştirîn piştevanî. Gengeşeya sepandina cezayên bêhtir li ser wê rejîmê tê kirin li hember wê êrişa ku dike ser welatên YE, bê guman dem ji vê re lazim e.
Rûdaw: Tu pêşbînî dikî YE li hember wê guvaşa Belarûs sarîtiyê nîşan bide?
Mantas Adomenas: Na. Bi baweriya min YE bi başî fêm dike ku em dikin bi dewleteke binpêkar re tevbigerin, ku di ser yasaya navdewletî re reftar dike. Merema min jî ne tenê şandina koçberan û bikaranîna mirovan wek amûreke siyasî ye. Lê mebesta min revandina firokeyekê ji hêla ezmanî ya Ryanair hejmar 4978 ji Yûnanê ye, ew jî ji bo desteserkirina rojnamevanekî li dijî wê rejîmê ye. Ev binpêkirineke eşkere ya yasayên geştên ezmanî û hîmên navdewletî ye. Her li hember vê bû tundtirîn ceza li ser Belarûsê hat sepandin. Niha jî em ji salvegera hilbijartina sextekar a Belarûs nêzîk dibin. YE ji her çaxê bêhtir têdigihe ku divê em pêdagirtir û rijdtir bin li ser danîna guvaşan li ser rejîma Belarûs daku hilweşe, girtiyên siyasî azad bike û hilbijartinên azad û dadmend werin sazkirin.
Rûdaw: Tenê Belarûs e ku koçber û penaberan wek çek li hember YE bikar tîne, yan welatên din jî hene ku piştevaniya Belarûs di vê mijarê de dikin?
Mantas Adomenas: Bila em wiha biaxivin; senaryo senaryoya Rûsya ye û cara yekem sala 2015 bikar anî, dema ji nişkê ve bi hezaran koçber li ser sînorên Fînlend û Norwecê derketin, daku ew herdu welat ji helwesta xwe li hember Rûsya paş ve vegerin û diyalogê bi Vladimir Putin re bikin. Rûsya di wê hewlê de serkeftî bû. Ev nimûneyek bû ku koçber wek çekeke siyasî hatin bikaranîn. Baweriya me jî wiha ye her heman senaryo ye. Hin amaje li ser tevlîbûna rasterast a Rûsyayê jî hene, lê hêj belge nehatine piştrastkirin û lêkolîn berdewam e.
Rûdaw: Te got di sala 2015an de Rûsya serkeftî bû di bidestxistina tişta ji Fînlend û Norwecê dixwest. Li gor te, dê vê carê jî serkeftin ji bo aliyê Belarûs be?
Mantas Adomenas: Baweriyeke min a tam heye ku bi wî rengî nabe. Dilgiraniyeke mezin ji aliyê YE li ser asta bilind a hemî welatên endam heye.
Rûdaw: Li gor wê demê, niha çi guheriye?
Mantas Adomenas: Bi baweriya me tişta guheriye ew e ku me fêm kir ku danûstandin bi terorîstan re bêsûd e. Ev tenê çekên zêdetir didane ber destê wan li dijî me. Rijdbûna li ser helwesta me pir girîng e daku em şiyana xwe bikar bînin, bi awayekî stratejî tevbigerin û çareseriyê bibînin.
Rûdaw: Tu dikarî bi hûrgilî ji min re bêjî koçberên li ser sînorên we çi pirsgirêkekê ji welatê we re çê dikin?
Mantas Adomenas: Berî her tiştî, derbasbûna neyasayî ji sînor tawan e. Divê em jî pêşî lê bigirin. Erkê me ye em sînorê YE biparêzin. Pêwîstiya vê jî bi hewla mirovî ya zêde heye. Lewra me artêş û yekîneyên xwe yên leşkerî li ser sînoran bi cih kir. Herwiha polîs li ser sînoran hene û çavdêriya koçberan dikin. Bê guman ji bo vî karî jî pêwîst e em polîsên beşên din ên welêt bişînin, ev yek ji wan sedeman e ku çavkaniya me ya mirovî kêm dike. Dû re jî divê em cihê manê ji wan re peyda bikin û xwarinê bidin wan, pirsgirêka me ya mezin ev e. Paşê divê em tedbîrên dozkirina mafê penaberiyê ji wan re bimeşînin. Berê tenê bi dehan penaxwazên me hebûn, niha bi hezaran hene. Ango divê em karmendên nû damezrînin ji bo beşa koçê di hikûmeta me de û beşên din. Bê guman pirsgirêkeke din ew e ku em nizanin dû re çi bi wan bikin. Di kampên koçberan de tên hiştin heta tên vegerandin, çimkî ti rêyek nîne ji bo ku bikarin bigihin rojavayê Ewropayê. Rê girtî ne. Me sînorê Polendayê jî bi temamî xistiye jêr çavdêriyê. Bi awayekî ji awayan ev der dawiya wan e. Kesên ku ew hizir xistine mejiyê wan ku dikarin ji Minskê bi hêsanî bigihin Ewropayê, tenê ew xapandine. Wan koçberan hinek pere dane, her yekî 10-15 hezar euro li hember ne tiştekî daye, çimkî nikarin bigihin Almanya û Swêdê yan welatên din. Demsala zivistanê dikevin nav rewşeke pir xerab de. Bi rastî ez hevxemê wan im, lê nedibû wê hewlê bidin û nabe kesên din jî hewl bidin.
Rûdaw: Piraniya koçberan ji Iraqê tên yan hevwelatiyên welatên din jî di nav wan de hene?
Mantas Adomenas: Ji koma wan 4 hezar koçberên ku li cem ne ne, 2800 kes ji wan hevwelatiyên Iraqê ne.
Rûdaw: Lê çarenivîsa wan 2800 Iraqiyan çi ye ku niha li welatê we ne?
Mantas Adomenas: Piraniya wan navên xwe di proseya wergirtina mafê penaberiyê de tomar kirine, lê haletên wan ên rasteqîn nînin ku wî mafî pê werbigirin. Çimkî koçber ji welatan nehatine ku şer li wan heye. Li wî welatî jî ku jê hatine Lîtwanyayê, mafên wan nehatine binpêkirin. Li Belarûsê tenê ew kes mafê wan tên binpêkirin ku şêniyên wî welatî ne. Ti haleteke wan a wiha nîne ku mafê penaberiyê pê werbigirin. Lewra wexta ku forma dozkirina penaberiyê tijî dikin, ez bê guman im ku piraniya wan tên redkirin. Piştî vê jî rêkarên yasayî li hember wan tên wergirtin; wek bersûc, çimkî dema tedbîrên dozkirina mafê penaberiyê kuta dibin, eger heye werin dadgehkirin û li gor yasayê bo Iraqê werin şandin yan ew bi xwe vegerin. Bê guman ti rêyek li pêşber wan nîne daku bigihin rojavayê Ewropayê.
Rûdaw: Lê rewşa jiyana penaxwazên welatê we, li gor nûçeyên ku ketine destê me, pir dijwar e. Hinek ji wan daxwaz dikin vegerin Iraqê, rê bi wan nayê dayîn, yan rê bi wan tê dayîn biçin welatekî din, te jî got ku ev bijarte li pêşber wan tune ye. Hikûmeta we çi dike ji bo alîkarîkirina wan daku rewşeke baştir a jiyana wan hebe, heta proseya dozkirina mafê wan ê penaberiyê kuta bibe?
Mantas Adomenas: Heke bixwazin vegerin Iraqê, bê guman em ê alîkariya wan bikin. Em ê bilêtan jî ji wan re peyda bikin. Min ev ji te re zelal kir ku ev astengiyeke nû ye ji me re û em nizanin wan li kû niştecî bikin. Wexta ku me ew di cihekî de bi cih kirine û rewşa wan ne baş e, merema me ne zêrandina wan e. Lê sedem tenê ew e ku cihên me yên manê ji bo bi hezaran kes nîne ku tavilê hatine welatê me. Lewma mixabin di vê demê de meger bihemd bixwazin vegerin welatê xwe, heke na divê di rewşeke pir xerabtir ji rewşa welatê xwe de bijîn.
Rûdaw: Meha borî wezîrê we yê derve li Iraqê bû. Gelo têkildarî vê kirîza koçberan, ti peymanek bi berpirsên Iraqê re îmze kir?
Mantas Adomenas: Me dest bi gotûbêjan kiriye. Ez jî beşek ji şandê bûm. Me cabeke avaker wergirtiye, lê bê guman ji peymana qanûnî re dem lazim e. Hêviyeke me ya mezin heye ji bo çareserkirina pirsgirêka wan bi hezaran koçber, berpirsên Iraqî li hana me werin û hevaheng bin ji bo gihştina peymanekê ku em bi saya wê bikarin tedbîrên vegerandina wan kesan werbigirin. Berî her tiştî ez dixwazim hişyariyê bidim xelkê ku nebin amûrek di destê wê rejîmê de, rejîma Belarûs, ku bi her awayî nirxê jiyana mirov piştguh dixe, bi tundûtîjî li hember xelkê xwe jî tevdigere. Pir bi sadeyî jî koçberan wek çek bikar tîne. Lewra ji bo ku bi silametî bimînin, çêtir e neçin Belarûsê, çimkî li wir rêyeke hêsan ji bo gihiştina Ewropayê tune ye.
Rûdaw: Tu çaverê dikî ev kirîz bi sedema berdewamiya hatina koçberan berdewam bibe?
Mantas Adomenas: A ku em dixwazin xwe jê bidin alî çêkirina rêyeke nû ye ji bo gihiştina Ewropayê hevawayê rêya derbasbûna ji Deryaya Navîn yan rêyên din. Lewra girîng e em sînor bigirin. Me dest bi girtina temamî ya sînor jî kiriye bi rêya bikaranîna amûrên cuda, wek danîna têldirkan daku kes nikaribe derbas bike. Tenê pêwîstiya me bi hinek demê heye daku em sînor bi temamî bigirin. Herwiha ezmûna wan kesan jî ku karîne sînor derbas bikin nîşan dide ku ev ne rêyeke hêsan e. Peyama wan digihe kesûkar û nasên wan ku ev ne rêyeke hêsan a koçkirina ber bi Ewropayê ye. Baştirîn tişt meşandina rêya yasayî ye.
Rûdaw: Te got we doza alîkariyê ji YE kiriye. Lê NATO? We daxwaz ji NATOyê kiriye alîkariyê we di parastina sînorên we de bike?
Mantas Adomenas: NATO bi gefên leşkerî re tevdigere. Di demekê de ku hevpeymanên me di NATOyê de bi dilgiranî û giringiyeke temam li rewşê dinerin, di vê demê de ti rewşeke leşkerî ya wiha li holê nîne ku desttêwerdana NATOyê bixwaze. Lê heke rejîma Belarûsê bixwaze rewşê dijwartir bike, em ê wê çaxê doza alîkariyê ji hevparên xwe di nav NATOyê de bikin.
Rûdaw: Di bersiva wê pirsa min de ku li gor 2015 çi tiştek guhertiye, te got em fêr bûne wî tiştî nedin terorîstan ku daxwaz dikin. Mebesta te ji ˈterorîstˈan bi taybetî kî ye?
Mantas Adomenas: Mebesta min rejîma Aleksandr Lukaşenko ye. Ev rejîma nerewa ku berî salekê hilbijartin dizî û di tepeserkirina gelê xwe de berdewam e. Belarûs ne ji kesên ku serdana wê dikin re, ji şêniyên xwe re jî tê ku bibe Koreya Bakur. Nebûna azadiya raderbirînê, azadiya xwepêşandanê yan her çalakiyeke siyasî, hergav tepeseriyê zêde dike. Ev ew rejîm e ku firokeyan direvîne û xelkê wek lehiyê dişîne ser sînorê me.
Rûdaw: Pirsa min a dawî, pirsa malbat, dost û xizmên koçberan e. Niha guhê wan li te ye, tu çi ji wan re dibêjî?
Mantas Adomenas: Yekem; vê hewlê nedin..nagihin Ewropayê. Duyem; heke xizm û dostên we di rewşeke dijwar de ne, em ê bi kêfxweşî pereyên vegera wan koçberan peyda bikin, daku vegerin nav malbat, heval û welatê xwe. Em bi kêfxweşî dikarin wan bînin û li wir parastî bin. Kampên penaberan ne cihên ewle ne. Wek tê behskirin jî, heke mirina wî kesê Iraqî li Belarûsê rast be, ango Belarûs jî ne cihekî ewle ye.