Çandar ji Rûdawê re got: Ez fêrbûna kurdî ji xwe re wek tiştekî etîk dibînim

 

Beriya çend rojan kurtenûçeyek ku ji aliyê rêzdar Şefîq Pêşeng ve di Facebookê de hatibû parvekirin bala min kişand. Dihate gotin ku nivîskarê naskirî Cengîz Çandar fêrî kurdî dibe. Li gor wan agahdariyên ku hatibûn dayîn, Çandar li Stembolê çûye Pirtûkxaneya Medyayê, bi xwediyê wê Selahattin Bulut re bi kurdî qise kiriye, kurdiya xwe aniye asteke baş û daye zanîn ku ew bûye sê sal ku ji mamoste Şerîf Derînce dersên kurdî digre. Li ser vê yekê, min telefonî Çandar kir û min jê re got ku ez dixwazim vê xeberê ji bo Rûdawê bikim nûçe. Ji min re got, 'nirxeke nûçeyî ya vê meseleyê heye gelo?' Min jî jê re got ku eger ev bi salan e siyasetmedarên kurd xwe fêrî kurdî nekiribin û nivîskarekî tirk destpêkiribe ku xwe fêrî kurdî bike, li gor min nirxeke nûçeyî ya vê babetê heye. Dûre me li hev kir û li ser mijarê min çend pirs jê re şandin.

 

Rûdaw: Fikra fêrbûna zimanê kurdî li cem we çawa destpêkir? We bi vê yekê xwest hûn karê xwe yê nivîskarî û rojnamegeriyê di çarçoveyeke hîn firehtir de bikin, agahî û pêşveçûnên derbarê Kurdan de ji çavkaniyên wan werbigirin? Bi kurtî ji kîjan hewcedariyan we biryar da ku hûn kurdî hîn bibin?

 

Cengîz Çandar: Fikra fêrbûna zimanê kurdî beriya çend salan li cem min çêbû. Ti têkiliya wê bi karê min yê rojnamegerî û nivîskariyê, ku ez wê di çarçoveyeke hîn firehtir de bikim, nîn e. Tenê yek sedema wê heye. Wek kesek bi kêşeya kurdî re ewqas têkildar û Kurdan dost dibîne, fêrbûna kurdî jî wek pêdiviyeke exlaqî dibînim. Kurd bi zimanê min dizanin. Di nav hemwelatiyên min de nisbeteke mezin digirin, eger mirov hemnijadên xwe yên di dema coxrafyaya osmanî de jî bihesibîne, wê demê fêrbûna kurdî wê bihata wateya xwedîlêderketina hewzeya çandî ya xwe. Ez bi erebî dizanim. Diviyabû bi kurdî jî bizanibim û biaxivim. Lê nexwe, li hember hemû Kurdên ku hema bê tevahiya wan bi tirkî dizanin, minê şerm bikira.

 

Ez tenê fêm bikim bes e, an armanca we ewe ku hûn vî zimanî baş bizanibin; bikaribin bixwînin, binivîsînin û biaxivin. Îro di kîjan merheleyê de ye?

 

Ji bo ku mirov bikaribe baş fêm bike, divê mirov xwendin û nivîsandinê jî hîn bibe. Divê mirov fêrbûna zimanekî bi giştî bifikire. Ez ji bilî tirkî bi sê zimanan dizanim. Bêyî xwendin û nivîsandin mirov nikare fêm bike. Jixwe hûnê nikaribin bi vî awayî fêr jî bibin. Ez vêga di asteke wisa de me ku dikarim bixwînim û binivîsim.

 

Hûn dikarin gotarên ku bi kurdî hatine nivîsandin bixwînin û fêm bikin?

 

Belê dikarim bixwînim û heta deverekê jî fêm bikim. Helbet ez hîn di destpêkê de me. Lê dîsa heta deverekê dikarim bixwînim û fêm bikim. Diviyabû hîn baştir bûya. Divê ez hîn salekê li ser bixebitim, ji bo ku hîn baştir be. Vêga ez pirtûka Nûredîn Zaza 'Bîranîn' dixwînim. Em li ser vê pirtûkê dixebitin. Dibe ku ev fikrekê bide we.

 

Kurdî zimanekî hêsan e ku mirov fêr bibe?

 

Eger we fêrbûna zimanekî ji xwe re kiribe mebest, wê demê ti ziman ne zehmet e. Ji bo min zehmetî ewe ku min piştî 60 saliya xwe destpêkir ku kurdî fêr bibim. Di temenekî ciwantir de wê gellekî zûtir û hêsantir bûya.

 

We heta niha bi kê re pratîk çêkiriye. Hûn bi kê re bi kurdî diaxivin?

Dema ez û Kurd tên cem hev. Ji bilî wê, di dersan de hefteyê sê seetan bi mamosteyê xwe re.

 

We heta niha ji Kurd û Tirkan reaksiyonên çawa dîtin?

 

Bi awayekî gelemperî min reaksiyonên erênî dîtin. Hevalên min yên tirk xweziya xwe bi min tînin. Pirr xweşiya Kurdan jî diçe.

 

Eger we xwe tam fêrî kurdî bikirana û we gotara xwe ya yekem bi zimanê kurdî binivîsandana, wê mijar li ser çi bûya?

A rastî ez qet li ser vê yekê nefikirîm. Di wê demê de minê çi binivîsandana wê mijar ew bûna. Ti wateya wê nîn e ku ez bêjim ille minê ev an ew mijar binivîsandana. Minê bi tirkî çi binivîsandana, bi kurdî jî ew binivîsandana.

 

Li gor we divê Tirkek ji ber çi sedem, an hewcedariyan kurdî fêr bibe?

Divê Tirk xwe fêrî kurdî bikin. Ev yek ji bo rêzgirtina gelê kurd pêdiviyeke. A girîngtir, ji bo ku têgîna wekheviyê hezim bikin û biherisînin ev yek pêwîst e. Eger wekhevî çênebe, wê demê kêşeya Kurd jî wê bi tevahî çareser nebe. Ji bo aştî û jiyaneke hevpar ya aştiyane, şert e ku Tirk fêrî kurdî jî bibin.  

Em niha ji we hevokek bi kurdî bixwazin hûnê çi bêjin?

 

Ez bersiv nadim vê pirsê. Salên zarokatiya min hatin bîra min. Dema min li dibistana razankî dixwend û ez dûre dihatim malê, li mal ji min re digotin, 'hadê kurê min, ka bi îngilizî biaxive'. Min jî ji wan daxwaz û bangên ku xwe bidim nîşandin qet hez nedikir û ez nediaxivîm. Eger hûn dixwazin ji min kurdî bibihîzin, nebêjin 'ka biaxive'. Ezê bixwe biaxivim. Jixwe ne ji bo ku we gotiye vî zimanî ''fêr bibe'' ez fêr dibim. Eger hûn nebêjin biaxive, jixwe ezê ji ber xwe biaxivim.

 

Herî zêde we dixwest hûn bi kîjan siyasetmedarên kurd re bi kurdî biaxivin?  

Ji bo ku ez bi kurdî biaxivim, niyetek min nîne ku ez pêşî bi siyasetmedareke kurd re biaxivim. Çima di serî de siyasetmedarekî tercîh bikim û yeka din tercîh nekim. Lê ya rastî, minê Leyla Zana tercîh bikirana. Lewre ew bi telafûzeke pirr paqij û xweşik bi kurdî diaxive. Wê alîkariya pratîka min bikirana. Jixwe ez çend caran bi wê re bi kurdî axivîm. Silavên germ ji we û hemû hevalên Kurd re! (Hevoka dawî ya kurdî Cengîz Çandar bi xwe nivîsandiye)  


Nivîskar û rojnamevanê tirk Cengîz Çandar, sala 1948an li bajarê Enqerê yê Tirkiyê hatiye dinê. Beşa zanistên siyasî ya Zanîngeha Enqerê xwendiye.

 

Hevpeyvîn: Yado Ciwan