Rexnegir Faîk Ocal: Min xwest dîroka roman û çîrokên Kurdî derxim holê
Rexnegir û nivîskarê Kurd Faîk Ocal bi du pirtûkên xwe yên nû beşdarî Fuara Pirtûkan a Amedê bûye.
Her du pirtûkên Faîk Ocal ji Weşanên Sîtavê bi hev re derketin.
Faîk Ocal di demeke ku edebiyata modern a Kurdî geş bûye de ji bo rêliberxistina wêjekaran di qada lawaz a rexnegirîya Kurdî de ji nivîskar û xwîneran re dibe neynikek.
Em dê bi Faîk Ocal re derkevin rêwîtîya rexnegiriya edebiyata Kurdî û li ser her du pirtûkên wî yên nû “101 Romanên Kurdî” û “101 Çîrokên Kurdî’’ biaxivin.
Berî çîroka rexnegiriya Faîk Ocal em çîroka wî bi xwe bizanin.
Ew sala 1978yan li gundê Îznîkê yê girêdayî navçeya Bêsniyê ya Semsûrê ji dayîk bûye.
Ew ji eşîra Kosî ye ku ew jî milekî eşîra Reşvanî ye.
Rêwîtiya edebîyatê ya Faîk Ocal bi Tirkî dest pê kiriye û piştre vegeriyaye zimanê dayîkê.
Ocal xwe weke heyran û hizkerekî Franz Kafka bi nav dike. Ji ber wê jî wî teza xwe ya mastirê li ser berhemên Faranz Kafka kiriye.
Heta niha 11 pirtûkên Faîk Ocal hatine weşandin ku 3 jê Kurdî ne û 8 jî bi Tirkî ne.
Rexnegir û nivîskarê Kurd Faîk Ocal pirsên Nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akinci bersivandin.
Rûdaw: Mamoste ewil 101 Romanên Kurdî, piştre 101 Çîrokên Kurdî. Mijar û naveroka pirtûkan çi ye?
Faîk Ocal: 101 Romanên Kurdî ji du cildan pêk tê û her du cild bi hev re jî nêzîkî 900 rûpelî ne. 101 Çîrokên Kurdî jî nêzîkî 600 rûpelî ye. Mijar û naveroka her du pirtûkan jî rexne ye.
Rûdaw: Çima rexne? Rexne karekî zehmet nîne?
Faîk Ocal: Di wêjeya Kurdî de karê rexneyê kêm e yan jî ne bi rêkûpêk e. Valahiyeke mezin di rexneyê de heye. Her romannûs û çîroknûs di ezmanên Kurdî de li stêrka xwe digere. Lê çawa û çima digere? Di vî aliyî de kêmasî û valahiyeke mezin heye. Bi van her du berheman min xwest ku mêjûya roman û çîrokên Kurdî derxînim holê û bersiva kê çi kiriye, bidim.
Rûdaw: Te rê û rêbazeke çawa hilbijart?
Faîk Ocal: Niha rexnegir jî mirov e û çi bike jî ew nikare hîsên xwe dayne aliyekî. Min ewil roman û çîrok şîrove kirin. Min li gorî xwe şîrove kirin, ew bi tevahî subjektîf e. Lê di beşa rexne û nirxandinê de min berhem bi rêbazeke zanîstî tehlîl kirin, ew jî bi tevahî objektîf e.
Rûdaw: Te kengî dest nivîsandina her du berheman kir?
Faîk Ocal: Ji berê ve min roman û çîrokên Kurdî dixwandin. Ez ji xwendina roman û çîrokên Kurdî pir hez dikim. Jixwe bêyî hezkirin jî ew kar bi ser nakeve. Di sala 2019yan de li Semsûrê bi çend hevalan re wekî koma xwendinê me dest bi xwendina romanên Kurdî kiribû.
Piştre fikra, ez wî karî bidomînim, bi min re çêbû. Wê salê min dest bi karê xwe kir. Di sala 2022yan de ji Weşanên Sîtavê cilda 1em a 101 Romanên Kurdî derket. Di sala 2023yan de erdhej çêbû, min mecbûrî karê xwe rawestand. Piştre min dîsa dest bi karê xwe kir. Ewil cilda 2yem a 101 Romanên Kurdî xilas bû, piştre 101 Çîrokên Kurdî.
Rûdaw: Tu rewşa roman û çîroka Kurdî çawa dibînî?
Faîk Ocal: Çîrok ji romanê pêşdatir e.
Rûdaw: Çima?
Faîk Ocal: Em miletekî çîrokbêj in. Jixwe temenê romanê pêncsed sal e lê ya çîrokê gelekî dirêj e. Di berhemên min de jî diyar e, pûana çîroknûsan ji ya romannûsan zêdetir e. Min li gorî tabloyê pûan daye roman û çîrokan. Romannûsekî me jî 100 pûan hilnegirtiye lê 10 çîroknûsên me ji ser 100 pûanî re 100 pûan hilgirtine. Min bi dilxweşî ew puan da çîroknûsên me.
Rûdaw: Li gorî 101 Romanên Kurdî romanên herî serkeftî kîjan in?
Faîk Ocal: Romana herî serkeftî bi 97 pûanan Term a rehmetî Hisên Kemal e. Piştre Hinara Dawî ya Dinyayê ya Bextiyar Elî tê. Yên din jî ev in: Rojnivîska Spînoza ya Şener Özmen, Bîra Qederê ya Mehmed Uzun, Saturn a Remezan Alan, Leyla Fîgaro ya Îbrahîm Seydo Aydogan, Dilya û Zalar a Mîr Qasimlo, Xezal a Nesîp Tarim, Heteroglossîa ya H. Kovan Baqî, Xeleka Xeyalên Bêezman a Gula Almastê, Qolyeya Cecileyê ya Mîran Janbar, Bihuşta Xezalan a Eyşana Beravî, Segwer/Reyîn a Mihemed Mukrî, Hespên Hesinî ya Ulku Bîngol, Şampaz a Sadiq Ûskan, Qal a Hesen Ildiz, Hesar û Kûçikên Bavê Min a Şêrzad Hesen, Roman a Çorê Arda.
Rûdaw: Li gorî 101 Çîrokên Kurdî çîrokên herî serkeftî kîjan in?
Faîk Ocal: Deh çîrok gelekî serkeftî ne. Van pûanên kamil hilgirt. Çîrok ev in: Tûtina Bavê Min a Hamit Baydu, Heşterxan a Mem Zînistanî, Korerê ya Brahîm Ronîzêr, Kenê Parsek a Hesen Qizilcî, Sindoqa Girtî ya Lorîn S. Dogan, Serpêhatiyên Înanolo û Çîrokên Din a Înan Eroglu, Çîrokên Jinên Dilşikestî ya Suzan Samanci, Katib û Kûçik a Ulku Bîngol, Hezkiriya Xwedê ya Îbrahîm Seydo Aydogan, Pilingekî Li Hewselê ya Loqman Ayebe.
Rûdaw: Bi hêvîya rexnegirên Kurdî zêde bibin. Spas û serkeftin mala te ava be.
Faîk Ocal: Mala te avatir.