Doç. Dr. Bilicî: Çima PKK ji AK Partiyê re dibe alîkar...
Doç. Dr. Mucahit Bilicî got, dûrketina dengderên kurd ji AK Partiyê ne bertekek demkî ye.
Bilicî anî ziman, diyar e AK Partiyê ji ber ku dengên kurdan winda kir hêrs bûye û eger AK Partiyê ji ber vê yekê şer da destpêkirin, çima PKK ji AK Partiyê re dibe alîkar?
Herwiha diyar kir, tişta niha herî pêwîst ew e ku kurd piştgiriya hev bikin û artêşek hevbeş ava bikin.
Doç. Dr. Mucahit Bilicî pirsên Rûdawê bersivandin.
Gelo şerê niha, PKKê an jî dewletê da destpêkirin?
Mijara “ka kê şer ji nû ve da dest pê kirin” gelekî tê niqaşkirin. Di vê mijarê de ez bi xwe ne bawerim ka kê ev şerê niha dîsa da destpêkirin. Lê kesên masa ji bo siyasetê baş dîtin û piştre ev masa qulipandin ji vê yekê berpirs in.
Dengderên kurd di hilbijartina vê dawiyê de dengê xwe nedan AK Partiyê. Ew helwesta kurdan bertekê demkî ye an jî kurdan hêviyên xwe ji siyaseta tirkan birîne?
Li gorî min dûrketina kurdan taybetî jî ya oldarên kurd ji AK Partiyê ne bertekek demkî ye. Dengên kurdan çûn ji HDPê re û ev yek jî ne tesadufî ye. Lê çi qasî vegera dengên kurdan ji bo AK Partiyê zehmet be, ew qasî zehmet e kurd dîsa dengê xwe bêpirs bidin HDPê. Bi kurtasî veqetîndina kurdan ji AK Partiyê gelekî hêsan e, lê nêzîkbûna kurdan a bo HDPê jî bişert û bi awayekî hayjixwe ye.
Li gorî te, li Tirkiyeyê pêwîstiya kurdan bo dezgehekê nû ya siyasî heye?
Li Tirkiyeyê pêwîstiya siyasetê, bi partiyên zêdetir liberal û zêdetir demokrat hene. Siyaseta parêzkariya tirk ango îslamiya tirk xitimî ye. Parêzkariya tirk ji tevgeriya azadî û dadiyê vegeriya tevgerekê desthilatî û talankirinê. Sedema krîza di siyaseta Tirkiyeyê de ev yek e. Siyaseta kurdî jî gihîşt astekê. Êdî pêwîstî bi têkoşîneke azadî, sivîl û demokeratîk heye û divê kurd derbasî vê yekê bibin. Krîza di navbera HDPê û PKKê de êşa vê derbasbûnê ye.
Pirsgirêka kurdan a serekê, ma serok bûn an neserok bûna yekê ye?
Pirsgirêka kurdan a serekê, ne Erdogan bibe serok an jî nebe serok e. Lê heger tu bibêjî ez partiyekê ya Tirkiyeyê me û te ji xwe re Tirkiyeyîbûn kirî be armancan, tu mecburî Erdogan rexne bikî. An tu dê nebî partiyekê ya dijbere.
Îslamiyên siyasî cara yekemîn bû li Tirkiyeyê bûn desthilat. 13 salan rêveberiya dewletê kirin. Gelo ji bo berjewendiyên Tirkiye û yên kurdan hinek din kredî ji bo AK Partiyê were dayîn dê helwestekê rast be?
AK Partiyê di siyaseta Tirkiyeyê de şoreş pêk anî. Lê piştre ma di bin bandora aliyê parêzkarî û Erdogan de. AK Partiyê li Tirkiyeyê pakîtiya xwe winda kir. Niha li Tirkiye AK Partî bûyê cihê herî mezin ê berjewendiyan. AK Partî bûyê partiyekê siyasî ya jirêzê. Cudabûna wê tenê ji partiyên din qerebalixtir e. Berê ne wisa bû.
Li gorî te bandora oldarên kurd, çi qasî li ser siyaseta kurdan heye?
Heta ku çekên werin bi kar anîn dê bandora oldarên kurd li ser siyaseta kurdan hîç nebe. Ev yek ji bo siyasetan kurdan ne baş e. Lê aliyên siyasî yên kurd nekarine vê yekê fêm bikin.
Li gorî PKKê dibêje, ew AK Partiyê sedema şerî dibînin. Heger AK Partî nebe desthilatdar, PKK dê dest ji şerî berde?
Ez helwesta PKKê ya vegerandina şerî şaş dibînim û wê yekê red dikim. Piştî serkeftina HDPê û rê li ber siyaseta sivîl hat vekrin, ti hêcet nema çek dîsa derbikevin holê.
Diyar e AK Partiyê ji ber ku dengên kurdan winda kir hêrs bûye. Eger AK Partiyê ji ber vê yekê şer da destpêkirin; çima PKK ji AK Partiyê re dibe alîkar? Heger tu şerî bikî divê tu xwe ji bajaran dûr bixî. Derxistina şerî di nava bajaran de û bûyîna sedema kuştina sivîlan terorîzme û ew yek nayê qebûlkirin.
Tê xuyakirin PKK dixwaze dest ji çekan berde, lê difikirî ku ew yek dê ji bo AK Partiyê bibe deskeftiyek. Gelo PKK li benda guhertina desthilatdariyê ye?
Daxwaza ku PKK bi temamî çek dane ne daxwazeyekê rast e. Çimkî li Rojavayê Kurdistanê pêwîstî bi hêzekê kurdî heye. Ne Tirkiye û ne jî ti aliyên din weke siyasî li kurdan xwedî dernakevin. Bi tenê alîkariyên mirovahî dikin. Heger tu bibe koçber dê alîkariya te bikin. Lê pêwîst e PKK li Tirkiyeyê dest ji çekan berde. Çimkî li Tirkiyeyê derfetên rêvebirina siyaseta sivîl hene.
Polîtikaya HDPê ya Tirkiyeyîbûnê û biryarên PKKê yên rêveberiya xweser ma berevajoyê hev in?
Serê PKK tekez tevlîheve. Gava HDPê jî gava PKKê ye û gaveke rast e. Lê ti wateya hem şer hebe û hem HDPê hebe nîne. Gelek tişt berevajoyê hev in. Pêwîst e PKK bibînî ku têkoşîna kurdan a ji bo mafên wan, ji PKK girîngtir e û divê PKK li gorî vê yekê xwe nû ve bike.
Dema ku PKK dest ji fikra serxwebûnê berda, mijara rêveberiya xwesere ket rojeve. Li gorî te mebesta PKKê ji vê yekê çi ye?
Weke min gotî gelek tiştên berevajoyê hev hene. Tu naxwazî cuda bibî û tu bi tenê herêmên xweser û demokratîk dixwazî, pêwîst e tu bi rêyên sivîl hewl bidî. Bi kesên çekdarî yên li bajaran ne mimkûn e ew yek pêk were. Ev yek zerare dide kurdan.
Gelo şerê kurdan ê li dijî DAIŞê hin tişt guhert?
Têkoşîna li dijî DAIŞê, rewatiya kurdan a global pêk anî. Lê hevrik û hesudiya di navbera partiyên kurdan de gelekî rewşek fedî ye. Ez helwesta qûre ya ji aliye PKKê ve ya derbarê Başûrê Kurdistanê de gelekî şaş dibînim. Tişta niha herî pêwîst ew e ku kurd piştgiriya hev bikin û artêşek hevbeş ava bikin.
Li Başûrê Kurdistanê nîqaş li ser serokatiyê hene. Li gorî te Kurdistanekê bê Barzanî çi qasî şansê wê yê serxwebûnê heye?
Divê Başûrê Kurdistanê ji bo serxwebûnê bixebite û vê yekê ji xwe re bike armanc. Herwiha divê li gel welat û gelên ciran re pêwendiyên xwe baş bike. Demokrasî ji bo kurdan li her derê pêwîst e. Serokatiya Barzanî ji bo Başûrê Kurdistanê gelekî girîng e. Heger kurd pêkhetiyekê mayînde ya siyasî bixwazin, pêwîst e ji niha ve çanda demokrasiyê ava bikin.
Doç. Dr. Mucahit Bilicî kî ye?
Doç. Dr. Mucahit Bilicî li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê ji dayîkbûye. Li Zanîngeha Bogaziçî ya Stenbolê beşa civaknasiyê xilas kiriye. Çend berhemên Bilicî yên derbarê kemalîzm, misilmaniyetî û pirsgireka kurdan de bi zimanî îngilîzî û tirkî hatine weşandin. Bilicî li Amerikayê di University of Michigan de doktoraya civaknasiyê qedandiye. Bilicî niha jî mamosteyê Halen City University of New Yorkê ye. Herwiha Mucahit Bilicî niha nivîskarê rojnameya Taraf a Tirkyeyê ye.