Pedagog Gewran Goyî: Zarokê li ser zimanê xwe bixwîne serkeftîtir dibe
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê îsal kampanyayeke berfireh ji bo hilbijartina dersa Kurdî birêve diçe û hema bêje hemû aliyan piştevaniya xwe ji bo vê kampanyayê ragihandin û bang li malbat û xwendekaran kirin ku dersa Kurdî hilbijêrin (Kurmancî-Zazakî).
Lê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi milyonan zarokên Kurd ji mafê perwerdeya bi Kurdî bêpar in û partî, rêxistin û malbatên Kurd daxwaz dikin, zimanê Kurdî ne wek dersa bijarte, lê wek zimanê perwerdeyê cihê xwe di sîstemê de bigire û bibe zimanê duyem ê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.
Pedagog Gewran Goyî li ser vê mijarê balê dikişîne ser girîngiya perwerdeya bi zimanê zikmakî û dibêje, “Divê perwerde ji asta seretayî heta ya navîn yekser li ser zimanê zikmakî bê kirin. Piştî asta navîn, perwerde kêm zêde li ser zimanekî din dikare bê kirin, lê di asta seretayî û navîn de, perwerdeya li ser zimanekî din, tenê bişavtin (asimilasyon) e û li hember mirovahiyê sûcekî giran e.”
Gewran Goyî diyar dike ku zarokê bi zimanê xwe perwerdê bibîne, asta fêrbûna wî/wê jî baştir birêve diçe û serkeftîtir dibe û tekez dike, “Perwerdeya zarok çiqas nêzîkî zimanê malê be, zarok ewqas baş hîn dibe, ji ber ku wê demê mal û dibistan hevdû temam dikin û yek dibe piştgiriya ya din. Divê zarok ji 4 salî heta 14 salî hemû perwerdeya xwe li ser zimanê zikmakî bibînin.”
Tevî daxwaza komele, rêxistin, partî û malbatên Kurd heta niha jî Kurdî ku zimanê zêdetirî 25 milyon kesan e li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, neketiye sîstema xwendinê ya Tirkiyê û li gor maddeya 42 a Destûra Tirkiyê, Tirkî, zimanê hemû welatiyan e û tekane zimanê fermî û xwendinê ye.
Lê Pedagog Gewran Goyî dibêje, “Dewleta Fînlandê hem zaraveyê Soranî û hem zaravayê Kurmancî bi fermî xistiye sîstema xwe ya xwendinê. Kurdên ku bixwazin çi Soranî, çi Kurmancî, dikarin zarokên xwe bişînin dersa zaraveyê xwe. Dema herî kêm 4 zarok daxwaza Kurmancî an Soranî dikin, hikûmeta Fînlandê ji bo wan mamosteyekî dibîne û bi fermî dest bi kar dike.”
Lêkolîner li Peymangeha Zanistên Perwerdeyê ya Zankoya Abo li Fînlandê Pedagog Gewran Goyî li ser girîngiya perwerdeya bi zimanê zikmakî ji bo pêşketina zarokan bersiva pirsên Rûdawê da.
Çi rola perwerdeya bi zimanê dayikê di geşedana zarokan de heye?
Berî her tiştî, ez di vî warî de têbiniyekî deynim: Perwerdeya zimanê zikmakî û perwerdeya li ser zimanê dayîkê ne heman tişt e. Perwerdeya zimanê zikmakî wek dersekî bi serê xwe ye, ango wek Matematîkê, wek Kîmyayê, wek dersa zimanê Îngilîzî, mijara zimanê zikmakî jî wek waneyekî tê kategorîkirin. Lêbelê perwerdeya li ser zimanê zikmakî, tê wateya zimanê hemû perwerdeyê. Ango mamosteyê kîjan dersê be bila bibe, vegotina dersa mijara xwe bi zimanê zikmakî dike û di polê li gel zarokan li ser zimanê zikmakî diyaloga xwe birêve dibe.
Piştî vê yekê rastiyekî din jî bi teqez zelal bikim: Divê perwerde ji salên destpêkê, ango ji asta seretayî heta ya navînî yekser li ser zimanê zikmakî bê kirin. Piştî asta navîn, perwerde kêm zêde li ser zimanekî din dikare bê kirin, lê di asta seretayî û navîn de, perwerdeya li ser zimanekî din, tenê bişavtin (asimilasyon) e û li hember mirovahiyê sûcekî giran e. Dema li vir ez behsa girîngiya perwerdeya li ser zimanê zikmakî dikim jî qesta min bi giştî perwerdeya asta seretayî û navînî ye. Yanî li ser perwerdeya ji 4 salî heta 14 salî ye.
Dema perwerde bi zimanê zikmakî were kirin, berê her tiştî zarok dizane li ser zimanê xwe baxive û herweha dizane tişta ku di perwerdê de hînbuyî bi zimanê xwe bicih bîne. Ev yek pir girîng e, ji ber ku armanca perwerdeyê hînkirina jiyanê ye, jiyan jî bi ziman pratîze dibe. Ango dema perwerde ne li ser zimanê zikmakî be, zarok nikare zanyariya xwe ji bo derdora xwe bîne ziman. Wek mînak zarokekî Kurd li ser zimanê Tirkî bixwîne û bibe mamosteyê matematîkê jî, nikare zanyariya xwe ya matematîkê bi zimanê Kurdî bide nasandin. Lewra jargon û termînolojîya zanyariya xwe bi Kurdî nizane. Ev yek jî di civakê de qîmetê zimên dişkîne, xelk dibêje zimanê me kêmasî lê heye loma em nikarin bi vî zimanî karûbarê xwe bikin. Lêbelê ya rastî ewe ku, perwerde li ser wî zimanî nehatiye kirin loma xelk her tiştî nikarin bi vî zimanî bicih bînin. Bi Kurtî perwerdeya bi zimanê malê, ji bo pratîze kirina tiştê hatî hîn kirin qet nebe, di destpêka perwerdê de pêwîst e.
Girîngiya zimanê dayikê di perwerdê de çi ye?
Wek min berê niha gotî, ji bilî ‘’perwerdeya zimanê dayîkê’’, ji ‘’perwerdeya li ser zimanê dayîkê’’ cûda ye. Perwerde zimanê dayîke tenê wek dersekî serbixwe ye û ev ders bi serê xwe jî ji bo zarokan pêwîstiyeke hem pedagojîk û hem jî zanistî ye. Lêbelê ev dersa zimanê dayîkê, ne wek perwerdeya li ser zimanê dayîkê tenê di asta seretayî û navînî de hewcehî ye, herweha ji destpêkê heta asta bilind, ango zanîngehê, divê perwerdeya zimanê dayîkê wek dersekî xweristî were dayîn. Jiber ku divê zarok bizanin zimanê xwe çawa bikarbînin, xwandin û nivîsîna xwe ya li ser zimanê xwe bidomînin û pêşketinên di zimanê zikmakî de pêk tên bişopînin.
Piştî vê yekê, helbet bi saya naveroka dersa zimanê zikmakî, zarok rastnivîsa zimanê xwe hîn dibe, tekstên wêjeyî û rojane dixwîne; bi vî awayî jî zimanê xwe her baştir dinase. Dîsa bi saya dersa zimanê zikmakî zarok dîroka xwe, çanda xwe, helbest û romana xwe nas dike û kesayetiya xwe bi miletê xwe ve girêdide. Eger ev yek nebe, pêwendî di navbera kesayeta zarok û nasnameya civakî de qut dibe û zarok beyî nasnameyekî civakî, ango bêyî nasnameyekî netewî mezin dibin.
Gelo zarokek bi zimanê xwe fêrî dersên Kîmya, Matematîk û Fîzîkê bibe, dibe ku baştir ji wan dersa fehm bike?
Belê, di vê yekê de guman nîne. Perwerdeya zarok çiqas nêzîkî zimanê malê be, zarok ewqas baş hîn dibe, ji ber ku hingê mal û dibistan hevdû temam dikin û yek dibe piştgiriya ya din. Helbet divê zimanzanên ku li ser zimanê dayîkê dixebitin, termînolojiya Fizîk û Kîmya û hemû qadên din ji bo zarokan bi zimanekî xweş û hêsan zelal kiribe. Amadekirina materyalên dersê kareke mezin û zehmet e. Ji bo vî karî divê zimanzan, pedagog, perwerdenas û zanyar bi hev re bixebitin.
Herwiha ji aliyê perwerdenasan ve hatiye teqezkirin ku zarokê li ser zimanê xwe yê malê dersên xweser distîne, dersa zimanê xwe dibîne, li ser mijarên wek matematîkê û her weke din jî biser dikeve. Çimkî dema zarok zimanê xwe baş hîn dibe, fêrî hemû hûrgulî û îstisnayên wî zimanî dibe. Ev yek pêşî li ber fêhmkirinên berfirehtir vedike û asta kognîtîf ya zarok bilind dike. Lêkolîn dîsa nîşan didin ku bandora zimanê zikmakî li ser hînbûna zimanên din jî heye. Dema zarok zimanê xwe baş dizanin proseya metalinguîstîk di serê wan de pêk tê. Metalînguîstîk hişmendiya zimanzanî ye. Ango dema zarok ziman bi zanebûn li gor gramerê axiftina rast û ya xelet fêhm dike, pêkhatin û lihevhatina hêmanên zimên jî nasdike. Wexta zarok zimanê xwe yê zikmakî di vê asta bilind de bikartîne, zimanên din jî baştir û zûtir fêmdike. Çimkî dizane peyv û gotin çawan bi hevre dişuxulin.
Zarokên ku bi zimanê xwe perwerde dibin li gor perwerdeya bi zimaneke biyanî heta çi asteke dikarin serkeftî bin? Berovajî vê yekê eger zarok perwedeya xwe bi zimanek din bibîne ev yek çi bandoreke nerênî li ser serkeftina wî ya di jiyana perwerdê de dike?
Divê zarok ji 4 salî heta 14 salî hemû perwerdeya xwe li ser zimanê zikmakî bibînin. Eger ev yek neyê bicih kirin, zarok hem ji aliyê akademîk ve şûnde dimînin, hem pêwendiyên wan û civaka wan ji hev qût dibin û him jî ji aliyê derûniya xwe ve dikevin nakokiyên psîkolojîk û nikarin nasnamaya xwe ava bikin. Piştî asta navîn, zarok dikarin li ser zimaneke din perwerdeyê bibînin, lê hingê jî divê zimanê xwe wek dersekî xweser bistînin, daku pêwendiyên wan ji zimanê zikmakî veneqetin.
Eger zarok li ser zimanê malê perwerdeyê nestînin fêmkirinê de qels dibin. Her çiqas zimanê perwerdê bizanin jî dîsa çanda mala xwe û çanda dibistana xwe nikarin li hev bînin û zanîna wan bi kûrahî pêk nayê. Bo nimûne îro li Bakûrê Kurdistanê zarokên me Kurdan her çiqas zimanê Tirkî bizanin jî ev yek hewcehiya wan a pedagojîk bicih nayne, çimkî
Çanda di mala Kurdekî bo nimûne Colemêrgî û Tirkekî İzmîrî ne yek e û nabe yek. Ango ziman bi tena serê xwe têra perwerdehiya esasî nake, lazim e pratîkên di malê de tên tecrûbe kirin jî ji bo yên dibistanê bibin avaker. Bo nimûne ji ber ku li Bakurê Kurdistanê zarokên me Kurdan li ser zimanê xwe perwerdeyê nabînin, di ezmûnên giştî yên lîseyê û zanîngehê de her sal paş dimînin. Di hemû îstatistîkan de puanên herî kêm li Bakûrê Kurdistanê derdikevin. Ev yek ne tenê girêdayê şertên sosyoekonomîk e, lê girêdayê zimanê perwerdê ye jî. Çimkî zarokên Kurdan li Turkiyê di bin şertên kolonyalîzmeke hişk de li ser navê perwerdê di prosesekî xeyrî-insanî re derbas dibin. Di perwerda Tirkiyê de, ji materyalên dersan bigire heta mamosteyan, ji rêvebiran bigre heta fêmkirin û felsefa perwerdeya wan hemû yekser li dijî kultûr û nasnameya Kurdî ye. Bi hişmendiyeke milîtarîst û nijadperestiya Tirkî zarokan ji rastiya dinyayê dûr dixin. Çimkî armanca sîstema perwerdeya netewî ya Tirkiyê, Turkizasyon e. Loma sûret û sembolên nijadperestiya xwe ne tenê li kitêbên xwe dikin, lê dideynin ser dîwarên dibistanê jî. Ji xwe mirov nikare ji bo ciheke wisa bêje dibistan. Ev der tenê navendên asimilasyonê ne û ne tenê ji bo zarokên Kurdan, lê ji bo zarokên Tirkan jî pirsgirêkên xeter çêdike.
Dema zarokek di temenê xwe yê 5-6-7 salî de ziman û çanda xwe li malê dihêle û li dibistanê bi zimanek û çandek din perwerde bibe ev yek bandoreke çawa li ser derûniya wan dike? Di çarçoveya zarokên Kurd ên li Bakurê Kurdistanê de?
Rola perweredeya li ser zimanê zikmakî ya herî girîng di derûniya zarokan de xwe nîşan dide. Zarokên ku li ser zimanê malê perwerdeyê nebînin, nikarin jiyana malê û jiyana dibistanê li hev bînin. Ji ber ku mal û dibistan divê hevdû temam bikin û di proseya hînbûn û geşedana kognitîf de yek ji bo ya din bibe alîkar. Zarokên ku çand û zimanê malê li dibistanê pratîze nekin, di dilê xwe de dualî dibin, di binhişê xwe de du rex dimînin, ango di navbera du qadên jiyanê de -mal û dibistan- dimînin û dikevin nakokiyên psîkolojîk. Ev nakokiyên derûnî, ji bo tendiristiya zarokan xetereke mezin li pey xwe tîne, ji ber ku dema zarok di navbera dibistanê û malê de dimîne, yekî ji wan herdûyan terk dike an jî di serê xwe de vîrtûal, nerast ango xeyalî dihesibîne. Ji bo vê yekê, divê mal û mektep li ser xetekî, li ser çandekê û zimanekî bin; da ku hevudu temam bike, û pêvajoya hînbûn û elîmînê bi şêweyekî sererast bidomê. ,
Dîsa ev problemên psîkolojîk li ser têgihiştina kesayeta zarok aloziyan diafirîne û ev alozî di temamê jiyana zarok de xwe bi awayên curbicûr nîşan dide. Bonimûne, zarokê li dibistanê ji çanda mala xwe dûr bikeve, li hember çand û zimanê malê helwestekî neyînî di serê xwe de çêdike. Ev jî di dema avakirina nasnameya zarok de dibe astengî, û zarok nikare nasnameya xwe ya şexsî ava bike. Ji xwe tişta dibe sedema asimilasyonê jî ev e. Dema bi şêweyekî nasnameya zarok ava dibe jî, zarok ji kesayeta xwe ne bi bîr û bawerî ye, û ji aliyê derûnîya xwe ve ne piştrast e. Ji ber ku fikr û ramanên zarok di navbera rastiya malê û ya dibistanê de xetimî dimîne. Ne tenê ji aliyê hişmendiya netewî, lê ji aliyê hişmendiya civakî, kultûrî, kesayetî, heta zayendî jî nasnameya zarok dikeve bin nakokîyan û tengasiyan.
Li Fînlandiyayê zimanê Kurdî di perwerdê de tê xwendin li wir zarokên Kurdan dema bi zimanê xwe perwerde dibin heta çi astekê serkeftî ne?
Dewleta Fînlandê hem zaraveyê Soranî û hem zaravayê Kurmancî bi fermî xistiye bernameya xwe ya dersan. Kurdên ku bixwazin çi Soranî çi Kurmancî, dikarin zarokên xwe bişînin dersa zaraveyê xwe. Ev ders ji bo her zaraveyekî heftiyê 2 demjimêran li dibistanên seretayî û navîn de wek dersekî bijarte tê bicihanîn. Dema herî kêm 4 zarok daxwaza Kurmancî an Soranî dikin, hikûmeta Fînlandê ji bo wan mamosteyekî dibîne û bi fermî dest bi kar dike. Helbet ev maf ne tenê ji bo zarokên Kurdan hatiye qebûlkirin, lê ji bo hemû pêkhateyên koçber hatiye pejirandin.
Hewcehiya vî mafî, ji pêdivîyên psîkkolojîk û pedagojîk derketiye û xwe dispêre gelek lêkolînên kûr. Ev lêkolînên berfireh hemû jî nîşan didin ku bandora zanîna zimanê malê li ser geşedana akademîk û psîkolojîk xurt e. Ji bo ku zarok ji aliyê derûniya xwe ve saxlem bin; ango li dibistanê ji kultûra mala xwe dûr nemînin û wê biçûk nehesibînin dersekê li ser zimanê mala xwe dibînin. Li gor lêkolînan, zarokên dersa zimanê xwe dibînin, li gor yên nebînin di dersên wek matematîk, coxrafya, dîrok û zimanên biyanî de bêhtir serkeftî ne. Zarokên me yên tên dersa Kurdî jî li gor mamosteyên wan, di dersên xwe yên din de pêşketinên erênî nîşan didin. Em vê yekê bi dersa Kurdî ve girêdidin, çimkî zarok çand û jiyana mala xwe di dersa Kurdî de li ser bingehên zanistî, di nav dîwarên dibistanê de dibîne. Ev yek zarokan piştrast, jixwebawer û jixwerazî dike.
Gewran Goyî kî ye?
- Di sala 1991'ê de li Geliyê Goyîyan, gundê Dêrahînê jidayîk bû
- Perwerdeya xwe ya ewil li gundê xwe xilas kir û jibo xwandina bilind li zanîngeha Hacettepê ya Enqerê zimanzanî xwand
- Piştre li Zanîngeha Mêrdînê Kurdoloji xwend û ji bo berfirehkirina xebatên xwe yên akademîk çû Fînlandê
- Niha li Fînlandê li ser pedagojîya ziman û zanistên perwerdeyê xwendina bilind dike
- Teza xwe ya masterê li ser Perwerdeya Kurdî temam kir û armanca wî ew e li ser heman mijarê doktorayê bike û xebatên xwe berfirehtir bike
- Gewran Goyî niha li Fînlandê li gel xwendekariya masterê, mamostetiya Kurdî dike
Hemû raport, nûçe û zanyariyên derbarê dersên Kurdî de bibîne...