Parlamenterekî Alman: Di berjewendiya me de ye em Komkujiya Şingalê weke cenosîd nas bikin
Endamê Parlamentoya Almanya û Komîteya Mafên Mirovan Max Lucks, yek ji wan kesan e ku ji destpêkê ve û heya niha di civîn û hewlan de berdewam bû da ku Almanya ji bo cenosîda komkujiya Kurdên Êzdî nas bike.
Max Lucks dibêje, di parlamentoyê de ti dengekî rexnegir derbarê danpêdan bi cenosîda Komkujiya Kurdên Êzdî nebû, lê ji bo wan girîng e û di berjewendiya welatê wan de ye.
Derbarê nasandina Komkujiya Şingalê weke cenosîd de jî Endamê Parlamentoya Almanya herwiha got: “Hêvîdar im van nêzîkan çêbibe, ez piştrast im ku em weke Parlamento di çend mehên bê de tiştekî bidestdixin û ew jî niha gelek bilez e bo proseyên di parlamentoya Almanyayê de”
Lucks herwiha got ku welatî amade ye alîkariya zêdetir pêşkêş bike bi taybet bo Kurdên Êzidî.
Peyamnêra Rûdawê Ala Şalî hevpeyvîneke taybet ligel Endamê Parlamentoya Almanya û Komîteya Mafên Mirovan Max Lucks pêk anî.
Rûdaw: Hûn ji destpêkê ve di civînê de beşdar bûn we roleke girîng dîtiye. Di Komîteya Daxwazan de çawa pirsa cînosaydnasandina Êzdiyan hate wergirtin. Gelo dengekî rexnegir hebû?
Max Lucks: Dengê rexnegir nebû, belku grûpên cuda yên parlamentoyê bi girîngiyeke zêde li vê pirsê nêrîn û girîngî pê dan, hest bi wê yekê hate kirin dema ku kesên derveyî komîteya daxwazan beşdarî rûniştinan bo firaksyonan dikirin, bo mînak ez weke berpirsê siyaseta mafên mirov bo grûba Keskan beşdar bûm daku giraniyeke zêde bo vê pirsê bê dayîn. Ti dengekî rexnegir nebû, lê em dikarin bibêjin dengê konzevatîv hebû, derbarê aliyên yasayî pirs ev e gelo divê Parlamento îtirafê bi cînosyadê bike? Çima ev cînosayd e? Bi nêrîna min ev pirsyareke siyasî ye, lê herwiha eşkere ye, ji ber ku mezintirîn rewenda Êzidî di cîhanê de li Almanya yê û dema welatiyekî weke Guhdar Elkaydî di daxwaza xwe de bi belge gotara wê pirsê pêşkêş kir, wê demê wate cînosayd naskirina wê komkujiyê girîng e û di berjewendiya welatê me de ye.
Rûdaw: Baş e beşdarbûna qurbaniyan û ew kesên ku zerer gihiştiye wan û şahidhalan di rûniştinê de çiqas girîng bû? Heta niha çend rûniştin hatine kirin û heta niha gihiştiye ku?
Max Lucks: Yekem civîna komîteya pêşkêşkirinê, ku ji pênaseya wê destpêkir, ji aliyê bira Elkaydî ve ji ve aniye nav û ev bi rastî civînek bû ku te têbînî kir ku Almaniyek li vir rûniştibû û nîgeraniyên civakê tîne rojevê. Ew bixwe weke welatiyekê vê dewletê, li Almanyayê bû ew welatê ku mezintirîn diyasporaya Êzidî têde ye û daxwaz kir Almanya erkê hilgirtina berpirsyariyê bigire stûyê xwe û bang li siyastemedaran kir.
Bi rastî ew demeke girîng ê demokarasiyê bû ku nîşan da em nûnertiya Êzidiyan di vê Parlamentoyê de dikin, li Almanyayê piştre zîncîreyek civînîn zêdetir ên komîteya daxwazan hatin kirin. Piştre Komîteya Daxwazan bilindtirîn dengên komîteya daxwazan da parlamentoyê. Parlamentoyê ew daxwaz wergirt û piştrast kir. Wate Parlamentoyê ragihand ku divê ev komkujî weke cînosayd bê naskirin. Herwiha civîneke Komîteya Mafên Mirov hat kirin.
Rûniştineke giştî bû ku rizgarbûyekê DAIŞê beşdar bû ku têde têbîniya wê yekê dikir ku çiqas hest bi wê birînê dike ku wê cînosaydê îro li pey xwe hiştiye. Em dibînin ku çend bihêz in di rastiyê de tişta rizgarbuyên vê cînosaydê bo cîhanê dikin.
Van rizgarbûyan hemû tiştê xwe ji dest dan û di dema destserkirinê yan jî di dema zîndanê de û koletiya wan ji aliyê dewleta Îslamî ve. Dema dewleta Îslamî êrîşî wan kir, êrîşê şaristaniyê kir û ev kesên rizgarbûyî behsa berevanîkirinê li şaristaniyê dikin ku divê bi kûrtirîn hest rêza me bo wan hebe.
Rûdaw: Baş e amadebûna wan rizgarbûyan çend girîng bû bo civînên Komîteya Daxwazê?
Max Lucks: Bi nêrîna min amadebûna wan gelek bi zelalî nîşanî hemû grûbên parlamentoyê da ku ev pirs çiqas girîng e, û gelek girîng e ku em berdewam pirs nekin ku têde hewl bidin zemineyeke siyasî ya hizbî bidest bixin, belku ev pirseke ku divê em hemû bi hev re hewl bidin û bigihin encamê û berpirsyariya xwe li beramber wî xelkî nîşan bidin.
Rûdaw: Baş e çima divê em li benda rêkarên yasayî yên bihevre bin berî ku hikûmeta federalî Komkujiya DAIŞê ya li dijî Êzidiyan weke cînosayd nas bike?
Max Lucks: Li Almanyayê desthilat hatine cudakirin ku tişta li cem gelek girîng e têgeha cînosaydê têgehekî yasayiye. Ev tawaneke tawanbarî ye eger tu bixwazî taweneke tawankarî ye ku ji kuştinê jî xirabtir e. Ji ber ku herdem ji aliyê dadgehan ve biryar li ser tê dayîn. Girîng e em çavarê bikin û bizanin gelo dadgeh vê weke tawanekê dinase yan na. Ew biryara dadgehê li Frankfurtê çêbû û ev jî binemayeke daku Parlamento li gor wê biryarê nas bike.
Rûdaw: Baş e kingî ew biryar tê dayîn?
Max Lucks: Hêvîdar im van nêzîkan çêbibe, ez piştrast im ku em weke Parlamento di çend mehên bê de tiştekî bidestdixin û ew jî niha gelek bilez e bo proseyên di parlamentoya Almanyayê de
Rûdaw: Daxwaza avakirina navçeyên niştecibûnê yên Êzidiyan li Bakurê Iraqê tê kirin. Gelo Almanya piştgiriya vî karî dike?
Max Lucks: Bo Almanyayê di destpêkê de girîng e bo pêkanîna aramiyê li navçeyên Êzidî li Iraqê û em dizanin ku li van navçeyan aşitî û aramî nîne. Mebesta me ew e ku rêkeftina me ya Şengalê heye lê ew rêkeftin ji aliyê hemû aliyên peywendîdar ve nayê cîbicîkirin. Bo Almanyayê gelek girîng e hemû alî pabendî wê rêekftinnameyê bin. Her çend e ew, rêkeftin bêyî beşdariya Êzidiyan li navçeyê hat kirin, ew jî wê pirsê çêdike ku em çawa dikarin aşitiya demdirêj li wê derê misoger bikin. Almanya li wir çalak e û amade ye bo piştevaniyê herwiha amade ye bo peywendîkirinê û pêkanîna gotûbêjê li ser van pirsyaran. Bê guman Almanya, ti welatek weke wê alîkariyê pêşkêşî Bakurê Iraqê nake. Herwiha amade ye alîkariya zêdetir pêşkêş bike bi taybet bo Êzidiyan.
Rûdaw: Em dikarin bibêjin meha Cotmehê Parlamento wê komkujiyê weke cînosayd dinase?
Max Lucks: Ez bawer nakim wiha bilez, Parlamentoya Almanyayê herdemekê pêdivî bi gelek dem e. Em xwedî firaksiyon in û grûbeke hevpeyman in. Em hewl didin di nav firaksiyonan de bi lez kar bo bikin. Ez ligel çendîn endaman di parlamentoyê de di gotûbêjê de me. Wiha hest dikim ku gelek bilez kar birêvediçe, hêvî dikim em van nêzîkan wî karî encam bidin.