Nazim Debax bo Rûdawê: Ez nikarim li dijî Îranê bipeyivim!
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Îranê Nazim Debax ku ser bi YNKê ve ye, di beşa sêyem û dawî ya hevpeyvîna li gel Rûdawê de dibêje, ez nikarim wek dijberiya Îranê li dijî Îranê bipeyivim.
“Hinek kes te ne mîna nûnerê Herêma Kurdistanê, lê mîna nûnerê Îranê dibînin?” Ev pirsa hevpeyvîna me ya dirêj bû ligel Nazim Debax ku herî zêde li ser peyivî.
Nazim Debax dibêje, ew kesekî dîplomatkar e û heke wek dijberiya Îranê yan Fûad Heqîqî (karmendê maseya Rojhilat li Tora Medyayî ya Rûdawê) li ser Îranê bipeyive, dê tavilê wî bişînin Herêma Kurdistanê.
Nazim Debax di beşa dawî ya vê hevpeyvînê de qala têkiliyên aborî û bazirganî yên Herêma Kurdistanê dike û dibêje, ji ber gemaroyan (dorpêçên aborî) pêwendiya bazirganî di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de bêtir bi rêya pîleweran (çerçiyan) tê kirin.
Beşê 3 û dawî
Rûdaw: Mala te li Îranê ye yan li Herêma Kurdistanê ye?
Nazim Debax: Dibên kesekî cihû bû misilman, bi şev mir. Dayika wî li ser digiriya. Gotin tu çima digirî? Got xwe ji Mesîh û Mûsa kir û Mihemed jî nas nekir. Ez nizanim vêga jî mala min li ku ye. Ji 1966an ve ez wek zugurt dijîm. Em çûn Holendayê, piştî Peymana Washingtonê li ser daxwaza Mam Celal çûm Îranê. Ji wê çaxê ve li wir mam ta vêga. Maleke min li Holendayê ye. Mala keça min û kurê min Newaz jî li Hewlêrê ye. Mala min jî ku em tim lê dicivin, li Tehranê ye.
Dema 13 salan e tu berpirsê têkiliyên Herêma Kurdistan û Komara Îslamî ya Îranê yî. Te qet doza devberdan û vegera bo Herêma Kurdistanê nekir?
Na. Hertim ji min re hat gotin li wir be.
Ta çiqasî ji karên te razî ne?
Nabe ev pirs ji min bê kirin, divê ji derveyî min bê kirin. Ez carekê bi berpirsekî îranî re rûniştibûm ku vêga malnişîn e, lê ez her li cihê xwe mame. Qala nerîna xwe li ser kurdan kir. Hinek tişt gotin, heke ji min ne çêtir bûbe, ji min ne xerabtir bûye bo kurdan. Min got filankes ez te ji zemanê Serdeşt ve nas dikim, yanî ji sala 1986an ve, vêga 2018 ye, tu jî ji wê çaxê ve min nas dikî ku ez li pêwendiyên Îranê dixebitim. Min got hokara wê heye tu mayî û ez jî mame, ma tu dizanî hokara wê çi ye? Em herdu ji bo welatên xwe dilsoz in, heke ez ne dilsoz bûma, wê ez biguhertama, tu jî heke tu ne dilsoz bûya wê te biguhertana. Di 19.09.1999an de, ez bi nameya polîtburo û Mam Celal çûm Tehranê û ta vêga li wir im.
Di kabîneya nû de, YNK qala guhertina te nekir?
Min du caran name nivîsî û doz kir min biguherin, çimkî ez mezin bûme. Paşê, pêwîstiya min bi hîç tune, ez bi pileya wezîr hatime malnişînkirin, gelo ji wiha zêdetir didin min? Jixwe ez nabim serokwezîr, her wezîr im.
Di salên 80 de gava tu li Serdeştê bûyî, çi berpirsiyariyeke te hebû?
Ez berpirsê pêwendiyên YNKê li Îranê bûm. Ez ji meha 5an a 1986an ve bi fermî bûme berpirsê hevahengiya navbera YNK û Îranê. Baregeha min li Dolekoge bû, niha PJAK lê ye. Ew xêniyên li wir ku vêga PJAK di wan de ye, min lê kirine.
Tu çend salan endamê polîtburoya YNKê bûyî?
Ez ji sala 1985an ta 1990 endamê polîtburoya YNKê bûm.
Çima te di kongreya 4ê ya YNKê de xwe berbijêr nekir?
Min ji kongreya yekê ve biryarek û sozek da Mam Celal, bi min xweş e ne berpirsê kesî bim û ne jî kesek berpirsê min be, min got ez tenê te qebûl dikim.
Mam Celal daxwaz ji te nekir tu xwe berbijêr bikî?
Mam Celal çend caran gote min niyeta te çi ye? Min got ez pêşmergeyê sekretariyê me ta roja dengdanê jî li kongreyê dibim, ku roja dengdanê hat ez ê sefer bikim. Endamên mekteba konevanî ya YNKê hesûdiya vê kirin ku naxwazim navê kesî ji wan hildim, ji Mam Celal re gotin ku em endamên mekteba konevanî ne, wek baweriya te bi Nazim tê bi me nayê.
Têkiliya niha navbera Herêma Kurdistan û Îranê di asteke çawa de ye?
Ta vê dema ku em rûniştîne têkilî di asta lazim de ye û qenc e. Lê bêguman li ser rûdan û barêşan hin caran bilindî û nizmî çêdibe. Lê hest û kelecana parastina pêwendiyan zû tevgera wê yekê têwer dibe, bi wî rexî de nekeve ku arîşe çêbibe û kêşe were pêş bo karên hikûmeta herêmê û nûnerê wê li Tehranê.
Demeke zêde ye behsa vekirina çend deriyên din ên navneteweyî di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de tê kirin, wek deriyê Kêlê ku dihat gotin wê bibe deriyekî navneteweyî, çima nebû gelo?
Ji bilî deriyê Kêlê, çend deriyên din jî hene. Li Îranê biryara wan hemûşkan heye, lê sedema paşketina wê Bexda û herêm e, çimkî ta niha nehatine piştgiriya biryarê bikin û vekin. Îran hazir e. Serdema kabîneya Berhem Salih me deriyê Kêlê vekir. Ez ligel şanda îranî hatim. Dr. Berhem soz da rê bê qîrkirinê. Ji hingê ve ew biryar heye. Me piştî wê referandûmê gelek xwar. Em bi temamî ketin nav yekparçeyiya Iraqê. Tu biryarekê bidî têkildarî sînor be, divê Iraq çareser bike û Herêma Kurdistanê nikare bike. Tu tenê dikarî li Bexdayê bilivînî, doz bikî ku pêwîstiya me bi vekirina wî derî heye. Berî referandûmê gelek tişt hebûn li derveyî destûra Iraqê ji me re kirin, wek nimûne deriyên Başmax û Perwêzxan û Hacî Omeranê li derveyî destûrê, wî Hecî Qasimî ji me re vekirin. Nivîsek ji aliyê îraniyan hat ku dibêje ew îmze dikin bo vekirina wî derî, vedigerin Peymana Cezaîrê. Min ev red kir û min got peyman li dijî kurdan e. Min hin peyamên Mam Celal bo Hacî Qasim şandin, wî jî got vekin. Paşê hate ser diyarkirina sînor ka ku Iraq e û ku Îran e. Bo destnîşankirina sînor min tiştek got kenê îraniyan anî: “Min got hûn ku divin ez ji we re îmze bikim? Gotin: Çima? Min got kîlometrek bi aliyê Iraqê de yan bi rexê Îranê de hemî Kurdistan e. Ji bo min herdu alî Kurdistan e. Bi ken qebûl kirin.” Xaleke din heke nebe pesn min çareser kir. Li Başmaxê çemek heye, diviyabû pira wê çak bikin. Îcar kêşe li ser sînor li wir çêbû. Min got keko nebên em ê pirê çêbikin, bêjin em ê çak bikin, heke hûn bêjim em ê pirê çêbikin, wê dîsa kêşe çêbibe. Vekirina deriyên sînorî ne gengaz e. Îmkan tune bêyî rêkeftina navneteweyî em bikarin vekin, îcar lewra gelek tişt di pêwendiyan de çêdibûn, min û wî zilamî (Qasim Suleymanî) herdu alî em li çareseriyê digeriyan da pêwendî çê bin, min bo herêmê û wî bo Îranê. Diyar e hikmet jî bo Mam Celal vedigere. Wî digot cografya naguhere. Derî û erdnîgarî naguherin. Em nikarin erdnîgariya xwe bi Îranê re biguherin. Xelk dikare dîrokê biguhere, lê cografya naguhere.
Pevguherîna bazirganî ku Herêma Kurdistanê bi Tirkiyeyê re heye, bi Îranê re tune. Di demekê de berpirsên Îranê misêwa nêzîkbûna çandî û zimanî di navbera Kurd û farsan de tekez dikin. Deriyekî Herêma Kurdistanê bi Tirkiyeyê re heye. Lê 3 deriyên navneteweyî û çend deriyên wê yên nefermî jî bi Îranê re hene. Çima pevguherîn kêm e?
Hokara kêmkirina çalakiyên bazirganî di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de, heman hokara zêdekirina bazirganî di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de ye. Têkildarî barêşa konevanî û aborî û eskerî ya deverê ye. Dorpêç li ser Îranê hene. Kêşeya wê ya dolar û pêwendiyên bankî heye. Vêga li Tirkiyeyê lîre şikestî ye, lê bank ranewestiyaye. Pergala bankî ya Îranê ligel Herêma Kurdistanê tune. Lê kar bi rêya pîlewer yanî çerçiyan tê kirin, tiştan bi dest difiroşe. Beşekî wê yê din jî vedigere çandekê, qasî însan hîs dike di aliyê refahiyetê de, çimkî dema bazirgan diçe Enqere û Tehranê, cudahî heye. Diçe Dihokê pir cuda ye. Gava camêr tê Tehranê û 10 rojan dimîne, dixwaze tiştên xwe bikire û vehese jî. Ev li Îranê bi hêsanî berdest nabe. Hokar konevanî ye heke na welatekî wek Îranê 83 milyon nifûsa wî heye, dibe ev welat bi kalîteya xerab birêve here? Gava Ednan Muftî serokê perlemanê bû, kak Xorşîd Şêre endamê perlemanê bû, ez li ber televîzyonê rûniştibûm êrîşî Îranê dikir û digot berhemên xerab ji me re dişîne. Tavilê min peyamek şand, min got mixabin bêyî lêkolîn û bêyî zanist li perlemanê ne xweş e tu êrîşî welatekî dost û cînar bikî. Ez belgeyan didim te, bazirganên me tên li tiştên erzan digerin. Alîkarê wezîrê bazirganiya Îranê axayê Zeytûn Nejad, telefonî min kir. Bazirgan ji Herêma Kurdistanê hatiye tayit kiriye, Wezareta Bazirganiya Iraqê tayita aktîv 20 divê, ya Îranê aktîv 12 ye, ji ber meseleya tendirustî, lê nirxê tona aktîv 20 ligel aktîv 12 nêzîkî 200 dolarî ferq e. Bazirgan gotiye tu aktîv 12 têbike û li ser paketê binivîse 20! Axayê Zeytûn Nejad telefonî min kir, got ez vê bo bazirgên bikim an na? Min got nexêr neke. Wek nimûne ava bacanan, ji xestiya wê re dibêjin brîks. Ava bacanan a standard brîksa wê 28 e, giraniya wê kîloyeke. Bazirganê Kurd tê Îranê dibêje brîksa wê bike 20, giraniya wê jî tevî qutiyê bike kîloyek, lê li ser qutiyê binivîse brîksa wê 28 e û giraniya xwerû jî kîloyeke. Wiha 100 graman ji te diçelfisîne. Kesek hat ba min got ez pasevanê filan rayedarî me, ku rayedarekî mezin bû, doz kir ez vî karî jê re bikim. Min jê re got ta tu pêkhateya kîmawî ya babetê ji min re neyînî, ez razî nabim.
Dibe ku yek ji hokarên kêmbûna wê pevguherînê têkildarî kalîteya berhem û xorakên Îranê jî be. Hûn qet di vî alî de bi karsazên Îranê re axivîne?
Heta ji min hatibe ez li ser axivîme, lê kalîteya berhemên îranî ne xerab e. Wek nimûne li Îranê cureyek benzîn heye, jê re dibêjin benzîna Ehmedî Nejad ku bi madeyên kîmawî tê çêkirin. Zemanê wî esmanê Tehranê kir dûmana hêşîn. Tonek ji wê benzînê 50 dolarî ji benzînên dîtir erzantir e. Bazirganekî me ji Silêmaniyê hat. Min li Wezareta Petrola Îranê randevû jê re wergirt da here benzîna standard bikire. Paşê venegeriya. Min jê pirsî te benzîn kirî, got: Erê. Min got: Tu bi Xwedî kî te filan benzîn nekirî? Got: Çima? Min got malnexerab ew jehr e tu dibî Silêmaniyê, tenê çimkî 50 dolarî erzantir e!
Hinek li ser te dibêjin tu nûnerê Îranê yî li Herêma Kurdistanê, ne ku nûnerê herêmê li Îranê yî. Bersiva te çi ye?
Kêfa min zaf ji van pirsan re tê çimkî kesên pirsên wisa tev didin, li gor min, nehez in, bi xwe û miletê xwe û hikûmeta Herêma Kurdistanê jî. Ez tekez dikim ku ez nûnerên hikûmeta Herêma Kurdistanê me bi belgeya ku ji berpirsê fermangeha pêwendiyên derve û di ser wî re jî ez wek nûnerê hikûmetê têm bangkirin û pirs ji min tê kirin û şêwr bi min tê kirin û ez jî pirs dikim. Ji bextê çê ta vêga ti şermezarkirin û giliyek nebû li ser wan gotûbêj û mijarên ku min di ragihandinan de qala wan kir, lê kesên wan gotinan dibêjin, du cure ne. Hinek bêkarên Facebookê ne. Hinek ji wan jî li Ewropayê mijûlî dizîna elektrîkê ne. Ew bi pereyan wek helbestvanên derbar dipeyivin da hinek kesan dilxweş bikin ku cesaret nakin rasterast van gotinan bêjin. Haya wan ji konevaniyê nîne, çimkî ku tu li Komara Îslamî ya Îranê nûnerê hikûmetê yî û ne dijber î, ta bi xwesteka wan bipeyivî ku dijber in li welêt. Ez li Tehranê me, pêkan e wek dijberî û wek Fûad Heqîqî li dijî Îranê bipeyivim? Bi wijdana we Îran min naşîne? Ji bo me her gotinek bac li ser heye, em bacekê qebûl dikin ku ji hêla kesên nezan û ne konevan û ne berpirs li hemberî siberoja milet dipeyivin. Hin kes jî hene bi hestyarî li mijarê dinerin û dizanin nabe tu vê erdnîgariya konevanî, eskerî, çandî û nijadî pişguh bikî. Îran, Tirkiye û Sûriyê cînarên me ne û sînorê me hevpar in, hebûn û nebûna me girêdayî hev in. Emn û ewlekariya me jî girêdayî hev in. ez hêvî dikim herkes wisa hizr bike û wisa binirxîne û maneya nûnerî û dîlpomasiyê jî bizane.