Dema Nietzsche giriya!

Romana “Dema Nietzsche Giriya” romaneke derûnnasî ye, ji aliyê nivîskarê amerîkî Irvin Yalom di sala 1992an de hatiye nivîsandin. Ji çîroka romanê fîlmek jî bi heman navî hatiye dirustkirin ku çend xelat jî wergirtine. Roman ji xeyal û rastiya jiyana pehlewanan pêk tê. Yalom bi awayekî çîrok û bûyerên wê girê dane ku xwîner hest nake çîroka romanê berhema xeyala nivîskar bi xwe be. Dîroka bûyerên romanê vedigere sedsala 19an, ango sedsala serdestbûna aqil û navendbûna aqilê zanistî.


Çîroka romanê wiha ye: Jinek bi navê Lou Salomê heye ku keçeke Rûs e û wek tê behskirin jineke xweşik û bedew e. Salomê diçe Swîsrayê û li wir hevalekî Nietzsche nas dike. Hevrêyê Nietzsche Salomê û Nietzsche bi hev dide naskirin û zêde naçe ku hem Nietzsche û hem jî hevrêyê wî dil dikevin Salomê. Nietzsche ku di malbateke oldar de mezin bûye û li jêr fişara gotinên dê û xwişka xwe û da hest bi gunehkariyê neke, bi riya hevrêyê xwe Salomê dixwaze û daxwaza zewacê jê dike. Herçiqasî hevrêyê Nietzsche bi xwe jî dildarê Salomê dibe û gelekî pê nexweş e, lê vê yekê dike û pêşniyara Nietzsche digihîne wê. Lê çimkî Salomê keçeke serkêş e û naxwaze xwe bi qeyd û bendên zewacê girê bide, wê pêşniyarê red dike û bi hevrêyê Nietzsche re têkiliyê datîne. Nietzsche rastî tenêtî û rewşeke derûnî ya xirab tê û tew wiha lê tê ku xwe bikuje.


Li vir Salomê diçe ba Josef Breuer ku derûnnasekî navdar ê wê serdemê ye û daxwazê jê dike Nietzsche bibîne û alîkariya wî bike. Nietzsche û Breuer rastî hev tên, lê Nietzsche qet hevkariya Breuer nake ji bo çareseriyê û pir aciz dibe kesek alîkariya wî bike û gunehê wî pê bê.


Lê çimkî Breuer dizane Nietzsche kesekî girîng e û kitêbên wî xwendine, naxwaze bi hêsanî dev jê berde û bi Nietzsche re reftarekê dike û jê re dibêje tu alîkariya min bike û ez ê jî alîkariya te bikim. Lewra êdî Breuer jî çîroka xwe ji Nietzsche re kifş dike û jê re dibêje tevî ku sê zarokên wî û jineke wî ya çê jî heye, lê dil ketiye nexweşeke xwe ya bi navê Bertha. Tevî ku nexweşa xwe li ser daxwaza jina xwe daye doktorekî din da wê nebîne, lê wiha lê tê ku hemû çirkeyên jiyana wî bi xeyala Bertha tijî dibin û hemû jiyana wî ya civakî û taybet ji ber vê yekê têk diçe, lewma daxwaza alîkariyê ji Nietzsche dike da ji wê rewşê rizgar bibe. Li vir hevkêşe berovajî dibe. Li şûna ku doktor nexweş derman bike, nexweş dibe doktor û bi karekî derûnnasî derbasî nav cîhana derûnî ya doktor Breuer dibe.


Dibe ku nivîskar bi zanebûn ev rol dabe Nietzsche di romanê de, da wê baweriyê piştrast bike ku Nietzsche wek bavê rasteqîn ê derûnnasî û psîkolojiyê dibîne. Nietzsche ji doktor Breuer re dibêje da tu bikarî careke din vegerî ba jin û zarokên xwe, divê tu wan biterikînî û bidî pey Bertha. Ev nerîn beşekî girîng ê fîlosofiya Nietzsche bi xwe ye ku wek di kitêba “Ev e Mirov” de dibêje: Da tu ji min fêm bikî û min qebûl bikî, divê tu pêşî min red bikî.


Li ba Nietzsche “redkirin” pêngava yekem e ji bo gihîştina bi rastiyê û paqijkirina wê ji bîr û baweriyên pêşwext. Pêşî Breuer ji vê pêşniyara Nietzsche aciz dibe. Dûre bi Freud re ku şagirtê wî ye, diaxive. Freud jî heman gotina Nietzsche dibêje û jê re dibêje here û jin û zarokên xwe biterikîne. Li vir jî nivîskar bandora Nietzsche li ser bîr û baweriyên Freud nîşan dide. Lewma Breuer diçe malê û çenteyê xwe hildigire û diçe ba Bertha li wê nexweşxaneya ku lê ye û li ba doktorekî din tê dermankirin. Lê her ku digihe, dibîne Bertha heman reftar û tevgeran bi doktorê xwe yê nû re dike ku berê bi wî bi xwe re jî dikir. Ango dibîne Bertha vêga doktorê xwe yê din xistiye şûna Breuer, lewma di riya xwe de vedigere û vê carê diçe ba sekretera xwe û daxwaza pêwendiyê jê dike û ew jî wî red dike û dûre jî şêweya xwe diguhere û her tiştî dike da bala jinan bikşîne û tiştê di rabirdû de ji ber malbat û jina xwe nekiriye vêga bike. Lê dema bêmiraz dibe û ji kar û statûya xwe ya civakî dikeve, di dawî de diçe restoranekê û dibe garson û li wir Freud û dergistiya xwe wî dibînin.


Breuer bi vê hevdîtinê pir dilgiran dibe û di nava hesta bi bêmirazî û biçûkbûnê de xwe davêje nav çemekî û Freud bi dû wî de diçe û ji bo rizgarkirina wî xwe davêje nav çêm. Li vir Freud bi sîleyekê Breuer ji xewa destkird “hîpnotîz” şiyar dike. Êdî ev ew dem e ku Breuer hest bi sivikbûneke mezin dike, hest dike dilê wî ji bo jin û zarokên wî teng bûye û vedigere mal û hezkirina xwe ji jina xwe re dubare dike. Jinek ku berê li ba wî kabûs û zindan bû. Hevdem zimanê Nietzsche jî vedibe û behsa xwe û eşqa xwe ji bo Salomê dike. Breuer ji Nietzsche re dibêje ku Salomê aşiqa te nebûye û Nietzsche jî digihe wê baweriyê ku meyla Salomê ji bo her mêrekî hebû û ne ew kes bû ku di xeyala xwe de lê fikiriye û rastî wê xemgînî û tenêtiyê hatiye. Piştî derketina van rastiyan, Nietzsche bi hal û rewşeke baştir vedigere bajarê xwe.


Roman qabilî xwendinên cuda ye, nexasim di aliyê derûnnasî de pêkan e gelek alî û rastiyên mirovan nîşanî me bide. Lewra li şûna xwendina karakteran bi xwe wek sembola libido û arezûyê, ez ê behsa hinek aliyên din ên romanê bikim.


Yekem: Em ê behsa wê fezaya civakî û zanistî ya sedsala nozdehan ku çîrok tê de qewimiye bikin. Ew fezaya ku aqilê zanistî li ser hemû hizrînên mirov serdest dibe. Ev aqil tew xewn û arezû û xeyalên mirov jî li xwe digre û bi her awayî hewla xwesepandin û kuştina wan tiştan dide ku li derveyî wî ne. Di vê romanê de em dibînin ku ji bo yekem car Breuer wek mamosteyê Freud hewla çareseriya nexweşiyên derûnî dide û dixwaze bi riya aqilê zanistî çareseriyan ji xewn û eşqê re bibîne. Fezaya romanê behsa wê serdemê dike ku Foucault dibêje êdî mirov wek mirov nayê temaşekirin, lê tenê dibe mijarek ji bo şîrovekirin û xwendinê bi riya zanistê, da zanist bikare desthilata xwe nîşan bide, Foucault dibêje hatina dinyaya bijîjkî û dorpêça mirov ji aliyê gotara zanistî û bijîjkî ve, wiha kir ku bikarin dest bo hemû warên jiyana mirov bibin û desteser bikin. Mirov dema ku ji dayik dibe û heta dimire, di bin kontrola bijîjkan de ye.


Li ba Foucault, di dawiya sedsala 18an û destpêka sedsala 19an de, bijîjkî wiha lê hat ku ziman û gotara taybet bi xwe berhem bîne û bi riya wê şêweyeke din ji şêweyên kontrolê li ser mirov zêde bike. Breuer wek sembola wê gotarê di vê romanê de derdikeve ku tew rehmê li xewn û hestên xwe û kesên din nake û hewl dide wan kontrol bike. Ew dixwaze zanistê wek çekekê ji bo nehiştina hest û sozdariyê bikar bîne. Ev jî wek teza sereke ya psîkolojiyê di serdema postmodern de û ji aliyê fîlosofên postmodern ve, dibe rexneyeke sereke li psîkolojiya modern, mîna çekekê ku sîstem wê ji bo kontrolkirina mirov bikar tîne.





Xala duyem ku dixwazim behs bikim, rengdana hizrên Nietzsche li ser romanê ye. Dema ku Breuer serpêhatiya xwe ji Nietzsche re vedibêje û dibêje ev jiyana min a vêga wek zindanê ye û jina wî wek kabûs û xewneke nexweş tê ber çavê wî û dilê wî li ba Bertha ye. Nietzsche ji bo derbaskirina vê rewşê jê re dibêje: Da tu careke din vegerî ba jin û zarokên xwe, pêwist e tu wan biterikînî û herî ba Bertha. Li vir ji xeynî wê xala ku min li jor behs kir, aliyekî din ê hizra Nietzsche bi zelalî derdikeve, ewa ku Nietzsche jê re dibêje: Îradeya Desthilatxwaz.


Li ba Nietzsche Îradeya Desthilatxwaz wiha dike ku mirov li dinyayê tevbigere. Li gor Nietzsche her tiştê ji mirov tê û mirov pê radibe li ser hîm û bingeha Îradeya Desthilatxwaz e. Mirov bi dîtina Nietzsche tenê îrade û xwesteka guherînê ye. Ew dibîne tiştê mirov û ajelan ji hev cuda dike ew îrade ye ku mirov wê ji bo guherîna xwe bikar tîne. Ango divê mirov ji qebûlkirina berpirsyariya afirandina xwe dest pê bike. Çimkî tenê bi riya vî karî mirov dikare têgihîştin û hişyariya xwe ji dinyayê re bidest bixe. Nietzsche li dijî her gotareke serdest û cîgirtî derdikeve û wan wek wan desthilatan dibîne ku armanc dikin îradeya guherînê berteng û hefsar bikin. Bi baweriya Nietzsche, mirov heta li jêr bandora van gotar û îdeolojiyan be û nebe mirovê kemilî, derfeta dirustbûna mirov û jiyaneke nû zehmet dibe.


Nietzsche di kitêba “Zerdeşt Wiha Got” de behsa wan mirovan dike ku şiyana wan a şikandina hemû tabûyan heye û ew xwe bi xwe nirx û norman dirust dikin û li hember nirx û buha û gotarên civakê stûxwar nabin.


Lewma Nietzsche ji Breuer re dibêje jina xwe biterikîne, çimkî bawer dike Breuer nagihe rehetî û asûdehiyê, ji ber ew jiyana ku tê de asê maye jê re hatiye hilbijartin û wî bi xwe ew hilnebijartiye. Jin û zarokên wî ne ew jiyan in ku Breuer bi îradeya xwe hilbijartiye, ya ku ew tûşî vê rewşê kiriye ne evîna Bertha ye, lê zeftkirina wê îradeyê ye ku li ba Nietzsche hîm û binemaya mirovbûnê li dinyayê ye. Ew bawer dike divê Breuer karekî bike piştrast be ku ev jiyana niha jiyana wî ye û bi îradeya xwe hilbijartiye, lewma gava diçe ba Bertha û jinên din, dibîne ew ne ew in ku wî xwestiye, vê carê bi azadî û xwesteka xwe vedigere û hest bi sivikî û asûdehiyê dike. Roman ji Nietzsche re jî heman çareyê nîşan dide.


Ya ku hiştiye Nietzsche tûşî kaosê bê ne evîna Salomê ye, lê ew tenêtî ye ku Salomê bi ser de sepandiye. Gava Nietzsche têdigihe ku Salomê ne ew e ku ev dil ketiyê, bi îradeya xwe wê tenêtiyê qebûl dike û di dawî de Breuer diterikîne û bi asûdehî tenêtiya xwe hildibijêre. Li vir em dibînin ku tenêtiya yekem a Nietzsche, ne tenêtiya wî bû, lê Salomê bi ser wî de ferz kiribû. Lê tenêtiya duyem tenêtiya wî bi xwe ye. Bi giştî roman zimanhalê wî beşê fîlosloya Nietzsche ye ku daxwazê ji mirov dike netirse û jiyana xwe zeft bike û hilbijartinên wî stûxwarî xwestek û îradeya wî bi xwe bin. Nietzsche vê yekê wek xisleteke girîng a Mirovê Bilind dibîne û Nietzsche mînaka vî mirovî di kesayetiya Zerdeşt de dibîne.