Xêro Ebas 'Lo Welato' kire klîp

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê Kurd Xêro Ebas ji strana xwe ya bi navê “Lo Welato” re vîdyo klîp çêkir, ku têde behsa berxwedana gelê Kurd dike.

 

Di vê vîdyo klîpa xwe de, Xêro Ebas behsa şerê ku tê ser Kurdistanê û berxwedana gelê Kurd li hemberî wan êrîşan dike.

 

Derketina vê klîpê di demekê de ye, ku ji 20 vê mehê ve Artêşa Tirkiyê û hêzên hevalbendên wê yên di nava refên Artêşa Azad a Sûriyê de êrîşî Efrînê kirine, ku di encama wan êrîşan de gelek kes bûne qurbanî.

 

Dîmenên vîdyo klîpa Xêro Ebas li bajarê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê hatine kişandin û Kamîran Bêrasî derhêneriya wê kiriye.

 

Têksta strana “Lo Welato” ji aliyê Hekîm Sefqan ve hatiye nivîsandin û muzîka wê jî ji aliyê Hakan Akay ve hatiye amadekirin.