Festîvala Çand û Hunerê ya Rojavayê Kurdistanê li Almanyayê tê lidarxistin
Dusseldorf (Rûdaw) - Li bajarê Wuppertalê yê Almanyayê îro festîvalek tê lidarxistin ku 10emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Rojavayê Kurdistanê ye.
Xala herî balkêş ew e ku dê 37 kesayetên çandî yên şêniyên diyasporayê beşdarî festîvalê bibin.
Malva Elî yek ji organîzatorên festîvalê ye. Li studyoyê bû mêvana bernameya Diyasporayê û behsa festîvalê kir.
Malva Eliyê anî ser zimên ku festîval bi navê Festîvala 10emîn a Çandî û Hunerî ya Rojavayê Kurdistanê ye û roja şemiyê li bajarê Wuppertalê tê lidarxistin û gelek hunermend, rewşenbîr û nivîskarên Rojavayê Kurdistanê dê beşdarî wê bibin.
Malva Eliyê got jî "Festîval kopiya heman festîvalê ye ku berî çend rojan li Rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin û 10 rojan dom kir lê festîvala vê derê dê rojeke tenê bidome."
Malvayê her wisa got, "Festîval saet 10ê sibehê dest pê kir û heta saet 6ê êvarê berdewam bike. Her kes dikare amade bibe û têketin belaş e."
Malva Eliyê derbarê naveroka festîvalê de got, "18 helbestvan beşdar dibin û û ew helbestên xwe pêşkêş dikin, her wisa çend nivîskar beşdar in û pirtûkên xwe yên herî nû didin nasîn, ji bilî vê jî çend çîroknivîs çîrokên xweş vediêjin, her wisa çend hunermend jî beşdar dibin û stranan dibêjin."
Malva Elî got jî "Di dawiya festîvalê de dê şano bên nîşandan lê bi rengekî nû û cuda."
Malvayê diyar kir ku yek ji armancên festîvalê nêzîkkirin û berhevkirina Kurdên Rojavayê Kurdistanê li derve ye û eşkere jî kir ku wan navnîşana cihê festîvalê li ser torên xwe yên civakî belav kiriye.