Fîlma nû ya Mano Xelîl: Hecîreşk
Dusseldorf (Rûdaw) - Yekemîn fîlm dirêj a derhênerê kurd Mano Xelîl xilas bûye û dê 21ê Çileya 2016ê weke fîlmê vekirina giringtirîn festîval fîlmên swîsrî “Solothurner Filmtage“, yekemîn car bê nîşandan.
Fîlma nû ya Mano Xelîl bi navê Schwalbe (Hecîreşk – Dûvmeqesk) 102 deqeyan dirêj e û dê 4ê Sibata.2016ê bikevê sînemayan.
Di fîlmê de Mano Xelîl berê jina ciwan Mîra dide Başûrê Kurdistanê, da ku li bavê xwe û koka xwe bigere. Li Başûrê Kurdistanê Mîra rastî terorîzm, sûcên şer û tundiyê tê, lê ew rastî evînê jî tê.
Piştî fîlmên bi navê Baxçeyê “Bihuştê“ (2013) û “Mêşvan“ (2013), bi vî fîlmî jî Mano Xelîl pirsên gerîna li kok û welat dike mijar.
Mano Xelîlê ku 1964ê li Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye, yek ji navdartirîn derhênerê Swîsreyê ye û heta niha çendîn fîlmên wî di festîvalên navnetewî de hatine xelatkirin.
51. Festîvala Fîlman a Solothurn (51. Solothurner Filmtage) di navbera 21 û 28ê Çileya 2016ê de li bajarê Solothurn yê Swîsreyê tê lidarxistin.