Dîwana Feqiyê Teyran bi kurdî û tirkî hat çapkirin

 

Wan (Rûdaw) – Dîwana helbestan a helbestvanê navdar ê kurd Feqiyê Teyran bi kurdî û tirkî ji aliyê Wezareta Kultur û Tûrîzmê ya Tirkiyeyê ve hat çapkirin.

 

Li gorî agahiyên ku ji Wezareta Kultur û Tûrîzmê ya Tirkiyeyê daye Rûdawê, dîwana helbestan a Feqiyê Teyranê bi kurdî û tirkî hatiye çapkirin û Tîrmeha îsal karê çapkirinê bidawî bûye.

 

Li gorî agahiyan, dîwan mîna du pirtûkan hatiye çapkirin ku di pirtûka yekem de kurdî û tirkî û di ya din de jî nusxeyên orjînal ên dîwanê hatiye çapkirin û dê di demek kurt de bikeve bazarê.

 

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan beriya niha li bajarê Wanê gotibû, Dîwana Feqiyê Teyran û Mem û Zîna Ehmedê Xanî dane çapkirin.

 

Parlamentera Wanê ya AK Partiyê Gulşen Orhan ji Rûdawê re got, me dîwana Feqiyê Teyran di çarçoveya 10 berhemên kurdî de çap kiriye.

 

Gulşen Orhan da zanîn ku wê bixwe ji Erdogan re pêşniyar kiriye ku ew 10 berhemên kurdî bên çapkirin û wiha got:

 

“Mem û Zîna Ehmedê Xanî û Dîwana Melayê Cizîrî hat çapkirin, vê carê jî dora dîwana Baba Tahirê Uryanî ye. Ez hêvîdar im em bikarin hemûyan bidin çapkirin. Înşala emê hinek berhemên kilasîk ên kurdî ji kurdan û tirkan re bihêlin.”

 

Serokê berê yê Kurdî-Dera Wanê Qahîr Bateyî jî li ser vê yekê ji Rûdwê re got, em piştgiriya çapkirina berhemên kurdî dikin lê em bawer nakin ev kar bi niyetek baş bê kirin.

 

Çimkî li gorî Bateyî, ege ev kar bi niyetek baş hatiba kirin lazim bû qedexeya li ser zimanê kurdî were rakirin.

 

Wî nivîskarê kurd anî ziman ku danasîna vî karî jî bi awayekî alîgirî tê kirin û wiha got:

 

“Nivîskar û zanayên kurd xelet didin nasandin û zêdetir wan mîna zanayên olî, şêx û melayan didin naskirin. Di demekî de ku Ehmedê Xanî herî zêde bi taybetmendiyên xwe yên netewî, nasnameya xwe ya kurdî, bi ziman û wêjeya xwe tê naskirin. Feqiyê Teyran û yên din jî her wisa.”

 

Feqiyê Teyran sala 1590an li devera Miksê ya Wanê hatiye dinê. Navê wî yê rastî Mihemed e, berhema wî ya herî navdar Hespê Reş e. Ev berhema Feqiyê Teyran sala 1965an li Moskowê bi kurdî û rûsî hat çapkirin.

 

Şêxê Senan û Qiseya Bersiyayê jî du berhemên wî yên navdar in.