Li Qamişloyê ji bo Ehmedê Huseynî çalakiyek hat lidarxistin
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qamişloyê ji bo helbestvan Ehmedê Huseynî “Êvara Dilsoziyê” hat lidarxistin.
Li Navenda Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê ya li Qamişloyê ji bo Ehmedê Huseynî “Êvara Dilsoziyê” hat lidarxistin.
Serokê Navenda Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) Ehmed Huseynî bi nexweşiya pençeşêrê ketiye û niha li Swêdê tê dermankirin.
Di çalakiyê de hejmarek nivîskar, lêkoler û helbestvan beşdar bûn.
Lêkoler û nivîskaran, semîner li ser helbestên Huseynî pêşkêş kirin.
Di çalakiya bi navê Êvara Dilsoziyê de hin helbestên Ehmedê Huseynî jî hatin xwendin.