Vîdyo- Delîl Dîlanar li ser Pêşmerge distirê
Hewlêr (Rûdaw) – Hunermendê Bakurî Delîl Dîlanar li ser Pêşmerge stranek gotiye û klîpa wê jî kişandiye.
Hunermend Delîl Dîlanar ji bo hurmeta xebat û fedakariyên Pêşmerge stranek bi navê Pêşmerge gotiye û klîpa wê jî kişandiye.
Berpirsê wê berhema Dîlanar, Îsa Mêrgesorî ji Rûdawê re got, Delîl xwest bi straneke netewî piştevaniya xwe bo Pêşmerge nîşan bide. Me jî alîkariya wî kir û Korek Telecomê jî sponsertiya klîpa wî kir.
Îsa Mêrgesorî da zanîn ku helbesta stranê ji aliyê Edîb Çelkî ve hatiye nivîsandin û mûzîka wê jî ji aliyê Delîl Dîlanar ve hatiye danîn.