Hejan Hêriş: Projeyeke min a mezin a pêşkêşkariyê heye

Rûdaw (Hewlêr) – Hejan Hêriş navekî diyar ê nav hunera drama û fîlmên Kurdî ye. Di nav xelkê de tê hezkirin û biçe her cihekî hezkiriyên wê lê kom dibin û wêne ligel digrin. Hejan demeke bi projeyeke girîng û nû ya sînemayî ve mijûl e, cara yekem kar li ser fîlmekî anîmasyon ê Kurdî dike. Hejan derbarê wî fîlmê xwe û çend mijarên din de bersiva pirsên Rûdawê da.

 

Rûdaw: Niha hun bi çi ve mijûl in?

 

Hejan: Niha ligel kompanyayeke mezin a berhemanîna fîlmên anîmasyon, wek rêveber û serpereştyarê projeyekê kar dikim. Em bi fîlmekî anîmasyon ê Kurdî ve mijûl in. Fîlm bi zimanê Kurdî û Erebî ye û cara yekem li Kurdistanê karekî wiha bo zarokan tê kirin. Herwiha li zanîngehê jî bi xwendina xwe ve mijûl im.

 

Berê îdîayek hat belavkirin ku Hejan bi yekcarî Kurdistan bicîh hiştiye û çûye Ewropayê, rastiya mijarê çiye?

 

Rast e ez çûm Ewropayê, lê ne ji bo manê bû. Em li Zanîngeha Silêmaniyê wek xwendekarên masterê hatibûn vexwendin, em çûn Zanîngeha Bremen a Elmanî û li wê derê çend wêneyên min li ser torên civakî belav kirin. Wek pîşeyê wan ê herdem çend tor û malperan bo zêdekirina layk û serdankeran, ev wêneyê min belav kirin. Ew îdîa jî belav kirin ku ez bi yekcarî li Ewropayê bicîh bûme, lê ne rast bû.

 

Mastera we li ser çiye?

Hê min dest bi nivîsîna nameya mastera xwe nekiriye, lê ez xwendekara masterê me di warê eagihandinê de. Piştî ku bûm yekema beşê xwe, wek xwendekara masterê hatim wergirtin û niha kar li ser dikim.

 

Piştî ku we mastera xwe qedand ti planeke we ya karê pêşkêşkarî û bêjeriyê heye?

 

Berê ji xeynî karê akteriyê, di heman demê de pêşkêşkar jî bûm. Niha jî projeyeke min heye ku wek pêşkêşkar kar bikim. Lê ez dixwazim li kanalekê kar bikim ku di asta wê projeya min de be. Ji ber projeya min gelekî mezin e û cara yekem e li Kurdistanê tê kirin. Bêguman heta niha çend kanalan daxwaz ji min kirine, lê heta niha min biryar nedaye ligel kîjan kanalê kar bikim. Ez dixwazim bi awayekî nû derkevim.

 

Zêdetir hun xwe di karê hunerî û akteriyê de dibînin an ragihandin?

 

Zêdetir ez xwe dikarê akteriyê de dibînim, ji ber mebesta min a ku ez çûme beşê ragihandinê ew bû ku sûdê jê werbigirim bo karê akteriyê. Bêguman di pole 12 yê amadeyî de min  pûaneke baş bidest xist û li beşa fizîkê hatim wergirtin, lê min dest jê berda û çûm beşê ragihandinê.

 

Demeke kampanyayek ji aliyê hunermendan ve hatiye ragihandin û daxwaz dikin dramayên Tirkî û biyanî li Kurdistanê bên boykotkirin, hun di vê derbarê de çi difikirin?

 

Ez dixwazim wê pirsê bikim gelo çima dramaya Kurdî nîne? Kanalên me ne amade ne pereyan bidin rêzefîlmeke 10 beşî, lê diçin drameyeke Tirkî yan rêzefîlmeke Tirkî bi heman pereyan bo sale dikirin û kanala xwe pê tejî dikin. Mixabin hîç kanaleke Kurdî nabînim destpêşxeriyekê bike, berhemekî nû pêşkêş bike, bila di salekê de yek rêzefîlmê Kurdî pêşkêş bike, lê berhemê wê bi xwe be, ne rêzefîlmeke Tirkî yan biyanî ku kultur, tevger û çîroka rêzefîlm ligel kultura me hev nagire bandoreke xirab li zarok û ciwanên Kurdistanê dike.

 

Ew dibêjin bînerên rêzefilmên Kurdî nînin…

 

Pirsgirêka me ya herî mezin nebûna senarîsta ye, heta niha senarîstên me nînin. Bêguman çîroknivîs û romannivîsên me yên baş hene, mirov dikare dewreyan li ser senaryoyan veke, eger dewre jî neyên vekirin senaryo bên kirîn li gor min baştir e. Herwiha niha li Kurdistanê kompanyayên me yên reklamê yên gelekî baş hene. Mirov dikare ligel wan rêzefîlmekî gelekî baş berhem bîne. Min jî wek akterekê herdem gotiye eger karekî mezin were kirin amade me bê beramber rol têde bibînim.

 

Eger hun bibin Wezîra Rewşenbîrî di wezaretê de çi guhertinan dikin?

 

Herçiqas ez gelekî ji postan acizim, yekem pêngava min hemû akteran kom dikim, ji bo kameraman, senaryonivîs û tîma teknîkî dewreyekê bi hevkariya pisporên biyanî vedikim, ligel kompanyayan bi hevbeşî film berhem tînin, bawer bike tenê fîlmê yekem hinekî zehmet e, piştre fîlmê duyem û sêyem ji xwe re tên, gelek tiştên din jî hene ku divê gav bi gav bên guhertin.

 

Lê pirsgirêka nebûna kultura temaşekirina fîlm di nav civaka Kurdî de çawa çareser dikî?

Eger fîlmekî baş ê Kurdî hebe xelk diçe sînemayê, lê du pirsgirêkên me hene, yekem di warê maddî de gelek pirsgirêkên xelkê hene. Duyem di ware perwerdeyê de, divê Wezareta Perwerde û Xwendina Bilind ligel sînemayên Kurdistanê hevahengiyê bikin daku berê xwendekaran bidin sînemayê, bi kêmanî divê hefteyê carekê biçin sînemayê, bi vêna jî kultura sînemayê belav dibe.

 

Di torên civakî de hun kêm derdikevin, çima?

 

Ez di torên civakî de ne gelekî aktîf im, lê ne xirab im jî, ez çalakiyên xwe li gor şiyana xwe belav dikim, lê zêdetir li Instagramê derdikevim, ji ber Instagrama min bo giştî ye û bi navê Hejan Baran e, bi navê kurê min e, ji ber mixabin gelek hesab bi navê Hejan Hêriş hatine danîn, loma min ev nav hilbijart.

 

Nerîna we li ser neştergeriya ciwankariyê çiye ku niha di nav jinan de bûye mode?

 

Ez ligel hemû tiştekî me ku dilê mirov xweş bike. Kesek diçe ber neynikê û hinek tişt ne bi dilê wê ne çima neguhere? Ez qet ne li dijî me, lê ez ne ligel wê yekê me ruxsarê xwe biguherî, yan bi tevahî şêweyê xwe biguherî, niha ji ber neştergeriyên ciwankariyê wiha lê hatiye hemû kes dişibe hev.

 

Piştî hun cuda bûn, nêta we ya zewacê nîne?

 

Niha nexêr. Kurê min hemû dinyaya min e, zewac bo çiye, her lê jî nafikirim. Hewqasî mijûl im tenê roja Înê li mal im, min ew roj jî bo kurê xwe veqetandiye.