Biraziyê Yaşar Kemal ji Rûdawê re behsa taybetiyên wî kir
Hewlêr (Rûdaw) - Kemal SadiK Gokçelî navê tevahî yê hosteyê jêhatî yê romannivîsê Kurd Yaşar Kemal e.
Navê Yaşar Kemal bi xwe Kemal e, navê bavê wî Sadik e û paşnavê malbata wî Gokçelî ye.
Yaşar Kemal ji ber hezkirinê, navê bavê xwe li biraziyekî xwe dike û navê Sadik lê tîne.
Li Stenbolê, di hevdîtineke kurt de, biraziyê Yaşar Kemal, Sadik Gokçelî behsa têkiliya xwe û apê xwe, ango têkiliya xwe û nivîskarê mezin û naskirî Yaşar Kemal kir.
“Bizinên zer tenê di romanên Yaşar Kemal de hene”
Biraziyê Yaşar Kemal Sadik Gokçelî got:
“Li gundê Qadirliyê, çemek bi navê Savrûnê diherike. Mamê min got werin em herin wir. Ez bi apê xwe û du hevalên xwe re çûm ber çêm.
Gava em gihîştin wir, me çend malên koçeran dîtin ku bi çêrandina bizin û keriyên pêz daketibûn.
Koçer ber bi zozanan ve diçûn lê ji bo bêhnvedanê li wir danîbûn. Apê min got bila em rêya xwe bi wan bixin û bi wan re biaxivin.
Dema ku em gihîştin, mamê min ji wan pirsî ‘Erê, bizinên zer hebûn, bizinên reş ên bedew hebûn, çi hat serê wan?’
Xortekî koçer ji apê min ango ji Yaşar Kemal re got, ‘Yên ku tu pirsa wan dikî, tenê di pirtûkên Yaşar Kemal de mane, qediyan, êdî nayên dîtin.’
Em jî keniyan, xortê koçer got, ‘Nekenin, ger hûn Yaşar Kemal bixwînin, hûn dê bizanin ku bizinên zer û reş hebûn.’
Lê em niha wan li tu deran nabînin. Hevalê min ji wî xortê koçer re got, ‘Ev Yaşar Kemal e, ew bi xwe ye.’
Xort bi kelecan ber bi kon ve çû. Paşê me dît ku mêrikekî pir bitemen ji kon derxistin, mêrik bi xwe nikarîbû bimeşe, ketibûn bin çengê wî.
Kor bû jî, mêrikê salmezin giriya û got, ‘Yaşar Kemal hatiye vir? Ez hemû pirtûkên te dinasim, min neviyekî xwe dianî û wî pirtûkên te ji min re dixwendin.’
Ji bo me hemûyan atmosfereke dilrevîn bû. Apê min mêrikê salmezin hembêz kir.
Paşê mêrik got, ‘Ez şikira Xwedê dikim ku ez di dawiya jiyana xwe de vê hembêza te jiyam.”
“Ew mîna bavê min bû”
Sadik Gokçelî da zanin ku ji xeynî wi, biraziyên Yaşar Kemal ên din jî hene lê ew yê herî nêzîkî apê xwe bû û got:
“Wî nav li min danî, navê bavê xwe li min kir, navê min Sadik e. Ji 14-15 saliya min ve, wî bi berdewamî ez dianîm Stenbolê cem xwe.
Em mehekê yan meh û nîvê bi hev re diman. Dema ku ez mezintir bûm jî êdî ez bi xwe diçûm ba wî li Stenbolê. Ew mîna bavê min bû.”
“Xema şêniyên Qadirliyê û zozanan dixwar”
Sadik Gokçelî herwiha got:
“Wê demê li taxa Florya ya Stenbolê dijiya. Em derdiketin û digeriyan. Em dimeşiyan û wî bi berdewamî tişt digotin.
Guhdarî dikir û gelekî pirsa xizm û şêniyên Qadirliyê dikir, li jiyan û rewşa wan dipirsî. Bêguman wekî dostekî xwezayê yê mezin, li xwezaya wê jî dipirsî.
Li mala me ya li zozanên wê deverê dipirsî. Xema şêniyên Qadirliyê û zozanan dixwar.”
“Şêniyan wisa qebûl kiribûn ku Mihemedê Zirav kesekî rast e”
Derbarê lehengê romana Yeşar Kemal ê bi navê Înce Mehmed (Mihemedê Zirav) jî Sadik Gokçelî got:
“Şêniyên deverê wisa qebûl kiribûn ku Mihemedê Zirav kesekî birastî bû, kesek bû ku li wê navçeyê ji dayik bûye, jiyaye û serî hildaye. Wek mînak xelkê dabaşa cihekî dikir û digotin: Ev ew cih e ku Mihemedê Zirav lê şer kiriye, li vir gule berdaye û neyarê xwe hingavtiye.
Rojekê kesek hatibû digot: Bavê min hin sîngbend, hefsar û jêrzîna xweşik a hespê Mihemedê Zirav parastine û dixwaze ji Yaşar Kemal re bişîne.
Ango ewqasî bi hebûna Mihemedê Zirav bawer dikirin ku mirov nikarîbû ji wan re bibêje ku Yaşar Kemal Mihemedê Zirav afirandiye.”