Di ser koça dawî ya Yaşar Kemal re 8 sal derbas bûn
Hewlêr (Rûdaw) – Heşt sal di ser koça dawî ya niviskarê navdar ê Kurd Yaşar Kemal re derbas bûn.
Yaşar Kemal di 6ê Cotmeha 1923an de jidayîk bûye û di sala 2023an de sed salîya wî ye. Niviskarê navdar ê Kurd Yaşar Kemal di 28ê Sibata 2015an de canê xwe jidest dabû.
Romannivîs, senarîst û çîroknivîsê Kurd Yaşar Kemal di 28ê Sibata 2015an de ji ber nexweşiya têkçûna endamên laş koça dawî kiriye. Li Stenbolê di 2ê Adara 2015an de li Goristana Zincirlikuyu hat veşartin.
Yaşar Kemal ê ku bi eslê xwe ji gundê Arnêsê yê bi ser navçeya Bêgira Wanê ya Bakurê Kurdistanê ye, li gundê girêdayî Osmaniyê Hemîteyê hatiye dinyayê. Yaşar Kemal her çend Kurd be jî hemû berhemên xwe bi Tirkî nivîsiye û ew çendîn car ji bo Xelata Bobelê weke namzed jî hatiye ragihandin lê komîte ya Nobelê xelat nedan Yaşar Kemal.
Nivîskarê hosta ku di jiyana xwe de gelek berhemên edebî yên wekî helbest, kurteçîrok, roman, bîranîn, hevpeyvîn, berhevok, gotar, şano, çîrok û senaryo nivîsandine, li pey xwe 26 roman, 11 gotar, 9 hevpeyivîn, 2 çîrok û berhemeke helbestî yên bi zimanên Tirkî hiştin.
Belgefîlma Dengê Axê li Rûdawê hat weşandin
Belgefîlma “Dengê Axê” ya li ser Yaşar Kemal di sala 2022an de li ser ekrana Rûdaw TV hat weşandin.
Di belgefîlma ku Sîrwan Rehîm derhêneriya wê kirî de weke beşdar hevjînar Yaşar Kemal, Ayşe Baban, hunermend Ahmet Guneştekîn, nivîskar û muzikjen Zulfu Livanelî, nivîsakrên weke Muslum Yucel, Roni Margulies, wênegir Ara Guler, ji Dayikên Şemiyê Emine Okcak, Rexnegirê Edebiyatê Prof. Norbert Mecklenburg, Weşangerê Swîsrî Lucien Leitess û nivîskarê Alman Cornelius Bischoff behsa Yaşar Kemal dikin.
Yaşar Kemal kî ye?
Nivîskarê navdar ê kurd Yaşar Kemal 28ê Sibata 2015an li bajarê Stenbolê di temenê 92 saliyê de xatir ji jiyanê xwest.
Navê rast ê Yaşar Kemal, Kemal Sadiq Gokçelî ye û sala 1923ê li gundê Hemîte yê bajarê Osmaniyeyê yê Tirkiyeyê hatibû dinê.
Nivîskarê navdar ê kurd Yaşar Kemal di bûyerekê de çavekî xwe ji dest dabû. Jiyana wî ya zarokiyê pir dijwar bû.
Yaşar Kemal, di pola dawî ya qonaxa navendî de neçar dimîne dest ji xwendinê berde û ji bo debara malbata xwe kar bike.
Sala 1950ê ji ber sedemên siyasî salekê li navçeya Kozanê ya Edenê tê girtin, piştî ku hat berdan çû Stenbolê.
Yaşar Kemal di destpêka ciwaniya xwe de, endam û çalakvanê ser bi Marksîzm-Lenînîzm bû li Tirkiyeyê.
Pirtûk û berhemên wî nivîskarê kurd bo ser 40 zimanan hatine wergeran.
Piraniya pirtûkên Yaşar Kemal behsa jiyana dijwar û pir zehmetî ya gelê xwe dikin.
Li sala 1995an Kemal ji aliyê nasyonalîstên tundrew yên Tirkiyeyê ve hat tohmetbarkirin bi cudakirina kurdan ji Tirkiyeyê ve û li ser wê yekê hat dadgehkirin.
Di dema dadgehkirina wî de, Yaşar Kemal wan tohmetan red dike û dibêje: “Min hemû jiyana xwe xistibû bin xizmeta ziman û çanda tirkî de. Ez dewleta serbixwe ya kurdî naxwazim. Hemû kurd tenê daxwaza mafên xwe yên mirovî dikin, daxwaza mafê parastina ziman û çand û nasnameya xwe dikin.”
Piştî demek kurt bû rojnamevanê rojnameya Cuhmhuriyetê û heta sala 1963ê di wê rojnameyê de xebitî.
Yaşar Kemal wek cara duyem, li sala 2002an ligel Eyşe Semîha Baban, ku mamosteya zanîngeha Bîlgiyeyê ya Stenbolê, zewicî.
Kemal çendîn xelatên mezin û diktoraya fexrî li zanîngehên Ewropayê wergirtiye.
Nivîskarê navdar ê kurd Yaşar Kemal, yekemîn xelata xwe ji ber hevpeyvîna bi navê “Di mezintirîn havîngeha cîhanê de 7 roj” stand.
Paşê ji ber yekemîna romana xwe ya bi navê “Înce Memed” ku sala 1973 belav kir, hat xelatkirin.
Herwiha xelatek jî ji ber romana xwe ya bi navê “Kuştara Bazara Hesingeran” stand.
Romana wî ya bi navê “Erd Hesin, Asman Mis” sala 1977ê li Fransayê wek baştirîn romana biyanî hat hilbijartin.
Nîşana fransî ya bi navê “Légion D'Honneur” jî ji ber romana xwe ya bi navê “Efsaneya Hezarga” stand.
Wesiyeta Yaşar Kemal
Ev peyama Yaşar Kemal di merasîmekê li Zanîngeha Bîlgê ya Stenbolê de, bi boneya bexşîna doktoraya fexrî gotinek hat pêşkêşkirin, ku ew bi xwe ji ber nexweşiyê nikarîbû beşdar be.
Yaşar Kemal di wê peyamê de ku wek wesyetekê bo xwînerên wî tê dîtin, wiha dibêje: “Yekem, kesê ku pirtûkên min dixwîne, nabe xelkê bikuje, divê bibe dijminê şer. Duyem, divê rûbirûyê biçûkirina mirovan ji aliyê mirovan bibe. Nabe kes birayê xwe ji xwe kêmtir bibîne û hewl bû nemana wî bide. Nabe rê bidin wan dewlet û hikûmetên ku hewla jinavbirina mirovan didin.”
Di beşeke din ji peyama Yaşar Kemal de hatiye gotin: "Bila xwînerên min zanibin ku ew kesên hewla têkbirina kultûran didin, çand û kultûra xwe ji dest dane.”
Herwiha Yaşar Kemal daxwaz ji xwînerên xwe dike ku destê xwe bidin hejar û feqîran û wiha dibêje: “Ew kesên ku pirtûkên min dixwînin, bila alîkariya hejaran bidin. Hejarî ji hemû mirovatiyê re şerm e. Xwînerên min divê xwe ji hemû sîfetreke xerab paqij bikin.”