Keça Fars rexneyeke giran li Kurdan kir

Hewlêr (Rûdaw) –  Yelda Persa jinekê rojnamevan ê fars e. Li Zanîngeha Barcelona ya Îspanyayê mastera “rojnamevaniya gerokî” wergirtiye. Li Îran, Başûrê Kurdistan û Ewropayê li gel çend ajansên cîhanî kar kiriye. lê ew zêdetir weke stranbêj tê naskirin, ne rojnamevan.

 

Yelda Persa ev çend sal in dest avêtiye karê hunerî. Di sala 2014ê de yekemîn car li Barcelonê stran gotine. Lê dema di nava dêrekî Îspanyayê de stranekî kurdî dibêje, zêdetir ji aliyê Kurdistaniyan ve tê naskirin.

 

Rûdawê di hevpeyvînekê de ji Yeldayê pirsa kar û çalakiyên wê kir. Ew dibêje, ku dixwaze bibe nûnera dewlemendiya ferheng, çand û hunera kurdî û rexneya wê yekê jî dike, ku Kurd çand û ferhenga xwe bi cîhanê nadin naskirin.

 





Çawa fêrê zimanê kurdî bûyî?

 

Dayik û bavê min Fars in lê ez pir ji zimanê kurdî hez dikim. Li Başûrê Kurdistanê fêrê zimanê kurdî bûm. Çand û ferhenga farsî pir nêzîkî ya kurdî ye. lewma min gelek hez ji kûltûra kurdî kir. Li Hewlêrê kompanyaya min hebû, ez gelek tevlî nav civaka wan bûm û fêrê kurdî bûm.

 

Kompanyaya te ya li Hewlêrê çi kar dikir?

 

Me li gel kompanyayên amerîkî û ewropî hevkarî û hemahengî dikir. Me li gel konsulxaneyan kar dikir û kompanyayên biyanî ji bo kar dianî Kurdistanê.

 

Te kengî Kurd naskirin?

 

Li Tehranê hinek hevalên min ên Kurd hebûn û min bi riya wan Kurd nas kirin. Min Behmen Qubadî nas kir û paşî li gel grûba mûzîkê ya Jêwar kar kir. Weke serpereştê vê grûbê, ku piraniya wan Kurd bûn, tevlî nav çand û ferhenga kurdî bûm. Paşî di sala 2009ê de hatime Hewlêrê, 3 sal li wir bûm û fêrê gelek tiştan bûm.

 





Çawa fêrê mûzîk û stranên kurdî bûyî?

 

Ji ber stran û mûzîka hunermend Tara Caf min hez ji stran û mûzîka kurdî kir. Ji ber dengê wê min gelek hez ji ferhenga kurdî kir. Beriya çend rojan min li gel Tara Caf axivî û jê re got, di temenê ciwaniya xwe de ez bi dengê te bûme evîndar û gelek bîranînên min li gel stranên te hene.

 

Çawa bû, ku te hizra gotina stranên kurdî kir?

 

Min berê jî stranên kurdî gotiye lê îsal me li Îspanyayê grûbeke mûzîkê ya bi navê BCN World Music damezrand. Di grûbê de hunermendên ji çand û zimanên cuda cîh digrin. Herkes bi zimanê xwe stranan dibêje. Armanca me ew e ku bi riya hunerê hemû sînoran derbas bikin, astengiyên civakî û siyasî bişkînin.

 

Li gel vê grûbê me çend konsert saz kirin û min stranên kurdî gotin. Dixwazim bibim nûnera dewlemendiya ferheng, çand û hunera kurdî. Heta niha me li çend welatan konsert saz kiribe, min stranên kurdî gotiye û hemû kesên amade jî bi xweşhalî pêşwazî kirine û gelek kêfxweş bûne.

 





Tu bi çend zimanan stranan dibêjî?

 

Dikarim bi 5 zimanan stranan bêjim. Lê zêdetir hez dikim bi kurdî bêjim. Hevalên min û xelkê Îspanyayê jî ji min re dibêjin, ya baş ew e, ku tu bi kurdî bêjî. Kurd li Îspanyayê pir kêm in, bi taybetî jî li Katelonyayê. Eger hebe jî çalakiyên hunerî nakin. Ez jî xwe weke nûnera kurdî dibînim û bi vê rêyê dixwazim xizmet bikim.

 

Îspanî û katelonî çand û hunera kurdî nas dikin?

 

Mixabin, ew çand û hunera kurdî baş nas nakin. Çimkî çalakiyên Kurdan li vir pir kêm e û ji bo nasandina çand û hunera kurdî baş kar nekirine. Kurd neteweya herî mezin e ku heya niha jî dewleta wan nîne. Bi tevê vê yekê jî xwediyê çandeke pir dewlemend in. Katelonî hez dikin xwe nêzîkî Kurdan bikin. Lewma pir germ pêşwazî li çanda kurdî dikin.




 

Ji bilî strangotinê, di çi waran de şarezabûna te heye?

 

Min çend helbestên Şêrko Bêkes wergerande ser zimanê îspanî, ku wê demê mamoste Şêrko di jiyanê de bû û gelek kêfxweş bibû. Lê çapkirina wan ne bi dilê min bû û dixwazim careke din çap bikim. Herwiha behremendiya min a nimayîş û modelîstiyê heye. Di nimayîşa cilûbergan a Îspanyayê de bi cilên kurdî beşdar bûm.

 

Dixwazî li gel hunermendekî Kurd duet bikî?

 

Belê, di nava bernameya min de heye ku duetê bikim. Dixwazim duetên bi kurdî û farisî, bi kurdî û îspanî, bi kurdî û katelonî û herwiha bi kurdî û îngîlîzî bikim. Di demekê nêzîk de ezê van projeyan pêk bînim. Herwiha dê stranên min ên singl jî hebin. Lê nebûna jenyarên Kurd li Îspanyayê, pirsgirêk e.

 




Werger: Necmî Salih