Nivîskar Konê Reş pênç pirtûkên nû çap kirin

Qamişlo (Rûdaw) - Li bajarê Qamişlo nivîskarê kurd Konê Reş pênç pirtûkên nû çap kirine. Du pirtûk bi zimanê erebî ne û sê bi zimanê kurdî ne.

 

Di gelek kovar, rojname û belavokên kurdî de nivîsên wî hatine weşandin. Derûdora 20 pertûkên wî yên çapkirî hene.

 

Di nava vê malê de nivîskar û helbestvan Konê Reş tenê bi pertûkên xwe re dijî, ew dibêje ku jê re bûye wekî dab û nêrît ku her sibeh berê xwe dide kolanên Qamişlo û li çayxaniyên wê çend dejimêran rûdine.

 

Di vê dema dawî de jî wî pênc pirtûkên xwe  çap kirine, du pirtûk bi zimanê erebî ne û sê bi zimanê kurdî ne.

 

Konê reş behsa naveroka pirtûkên xwe dike.



 

Wî ji mêj ve daye pey şopa  ziman, folklor û çanda  gelê xwe. Di gelek kovar, rojname û belavokên kurdî de nivîsên wî hatine weşandin. Derûdora 20 pertûkên wî yên çapkirî hene.

 

Konê Reş li gel zimanî kurdî bi erebî jî dinvîse, pertûka wî jî li ser  malbta Bedirxaniyan bi zimanê erebî hatiye çapkirin, têde li ser dirok û pêwendiyên civakî yên wê malbatê rawestiyaye.



 

Di van şeş salên borî de ji kirîza Sûriyê, rêyên di navbera herêma Cezîrê û bajarê Şamê û Helebê de qut bûne lewma nivîskar zehmetiyê di warê çapkirina pirtûkên xwe dibînin.

 

Konê Reş sala 1953'an li gundê Doda  li ser sînorê di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de hatiye dinê.