VÎDOE - Heval Îbrahîm ji bo penaberên Rojavayê Kurdistanê distirê

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendên kurd dixwazin bi riya hunera xwe balê bikşînin ser êş û xemên penaberên Rojavayê Kurdistanê.

 

Yek ji wan hunermend Heval Îbrahîm e ku berî niha çend caran seredana Rojavayê Kurdistanê jî kiribû.

 

Niha Heval Îbrahîm strana “Penaber im” ku ji awaz û gotinên hunermendê navdar Aramê Dîkran e amade dike.

 

Heval Îbrahîm ji Rûdawê re got, ew dixwaze di mijara alîkariya penaberan de roleke wî hebe û herwia ew dixwaze bi bîra siyasetmedar, karsaz û hemû kesan bîne ku penaber hene û pêwîstiya penaberan jî bi alîlkariyê heye.

 

Îbrahîm anî ziman ew beriya niha her sal diçû bajarê Qamişlo, Hesekê û Cizîrê aheng li dar xist û ew hevî dike hemû penaber vegerin ser mal û warên xwe û bi azadî bijîn.