Xelatên Oscarê hatin parvekirin

Navenda Nûçeyan – Li Los Angeles-Calîforniyaya Amerîkayê rêwresma 89emîn xula parvekirina Xelatên Oscarê birêve çû.

 

Di rêwresma îsal a Oscarê de fîlma bi navê “Moonlight” (Roniya Heyvê) xelata fîlma herî baş wergirt. Di dema rêwresmê de li hember Serokê Amerîkayê Donald Trump protesto hebûn.

 

Xelata baştirîn lîstikvanê zilam ê cîgir Mahershala Ali wergirt û bû yekemîn aktêrê misliman, ku vê xelatê distîne.

 

Di beşa fîlma herî baş a bi zimanê biyanî de derhênerê Îranî Esxer Ferhadî bi fîlma bi navê Firoşkar (The Salesman) xelat bidest xist. Lê Ferhadî ji ber biryara qedexeya vîzeya ser Îran û 6 welatên din ên misliman beşdarî rêwresmê nebû.

 

Xelatên din ên hatine parvekirin wiha ne:

 

Xelata xanima aktêra yarîdeder anku cîgir a herî baş bi fîlma  Fences, Viola Davis bidestxist. 


Xelata baştirîn lîstikvanê zilam ê cîgir Mahershala Ali ya fîlma MoonLighit


Xelata tevlîkirina deng bo nav fîlmê ya herî baş fîlma Hacksaw Ridge


Xelata çêkirina den ji bo fîlma Arrival


Xelata fîlma dokûmanterî ya herî baş ji bo fîlma  O.J.: Made In America


Xelata dîzayna cilûbergên herî baş bo fîlma Fantastic Beastis and Where to Find Them


Xelata makyaj û stîla herî baş bo fîlma Suicide Squad


Xelata fîlma herî baş a bi zimanê biyanî Esxer Ferhadî bo fîlma Firoşkar (The Salesman)


Xelata kurtefîlma anîmasyon a herî baş bo fîlma Piper


Xelata fîlma anîmasyon a dirêj a herî baş bo fîlma Zootopia


Xelata sînematografiya herî baş bo fîlma La La Land


Xelata fîlma kurt a dokûmantarî ya herî baş bo fîlma The White Helmetis


Xelata montaj ji bo fîlma Hacksaw Ridge


Xelata mûzîk ji bo fîlma La La Land


Xelata kurte fîlma herî baş bo fîlma Sing


Xelata strana herî baş ji bo fîlma La La Land


Xelata senaryoya herî baş bo fîlma Manchester Biy The Sea


Xelata senaryoya wergerkirî ya herî baş ji bo fîlma Moonlighit


Xelata derhêneriya herî baş bo fîlma La La Land


Xelata produksiyon û dîzayna fîlma herî baş bo fîlma La La Land


Xelata aktorê herî baş ê zilam bo Casey Afifleck