Pirtûka "Memê Alan, Destan, Çîrok û Xebroşkên Colemêrgê" belav bû

Hewlêr (Rûdaw) - Weşanên Wardozê pirtûka bi navê "Memê Alan, Destan, Çîrok û Xebroşkên Colemêrgê" ya ku ji aliyê Yûsif Hêşetî ve hatiye amadekirin belav kir.

Ev pirtûk li ser kelepûrê edebiyata gelêrî ye, tê de destan, çîrok û xebroşkên herêma Colemêrgê hene.

Berhemên di vê xebatê de ji aliyê Yûsif Hêşetî ve li gundên devera Dola Tixûbê ya bi ser Çelê ve hatine berhevkirin.

Memê Alan, Hespê Reş, Sitî û Ferx hin destanên navdar in ku bi devoka Colemêrgê hatine berhevkirin û di nava vê xebatê de bicih bûne.

Dîsa xebroşka Şêx Ebdulqadir û Şêxê Senanîyan, Cimcik Paşa, Çêla Sur balê dikişînin. Çîrokên di vê xebatê de jî bi pend û şîretên xwe giranbiha ne.

Pirtûka "Memê Alan, Destan, Çîrok û Xebroşkên Colemêrgê" ji aliyê  Weşanên Wardozê ve li Stenbolê hat çapkirin û ji 208 rûpelan pêk tê.