Baneyî: Stran giyana min têr dike
Silêmanî (Rûdaw) – Hemîd Ebdullah, ku di nava xelkê Kurdistanê de Hemîd Baneyî tê naskirin, ev demek e stranan dibêje. Heta niha tenê albûmekî wî heye û ew sedema vê yekê bi rewşa darayî ve girêdide û ji bo berhemanîna stranan jî baweriya wî bi sponsoriyê nayê, dixwaze bi bêrîka xwe heqê amadekirina stranên xwe pêşwazî bike.
Hemîd Baneyî di sala 1960î li Silêmaniyê jidayik bûye. Xwedanê albûma bi navê Lêwarî Şew e û herwiha çend stranên din jî gotiye. Hemîd Baneyî derbarê karê xwe yê hunerî de ji Rûdawê re axivî.
Paşnavê te Baneyî ye. Tu li Baneyê yan li Silêmaniyê jidayik bûyî?
Bapîrê min li bajarê Sineya Rojhilatê Kurdistanê jidayik bûye û 6 saliya xwe de hatiye Silêmaniyê. Lê her her weke Heme Baneyî hatiye naskirin. Paşnava Baneyî ji wir ji bo me hatiye. Ez bixwe jî çenda carekî çûme Bane. Min di salên 90î de ji bo rojnameya Îttîhad bi navê Hemîd Ebdullah gotar dinivîsand. Ji wir ji min re gotin ku ev paşnav weke ya ıraqiyan e, paşnavekî kurdî peyda bike, min jî danî Baneyî.
Te kîjan dibistan xwend?
Di sala 1983 de dema li Zanîngeha Selehedînê diçûme qonaxa sêyem a beşa fîzîkê, ligel çend xwendekaran me helmetek da destpêkirin da ku xwendekar neçin nav Cêşa Şeibî. Li ser vê yekê ji dibistanê hatime derxistin û min xwendina xwe xilas nekir. Paşî rewş nebaştir bû û min dest pê strangotinê kir. Beriya ku ji dibistanê bên derxistin min ligel Koma Şîlan stran digot û 3 stranên min hatine tomarkirin.
Di destpêka karê hunerî de tu şanoger bûyî lê paşî te stran gotin. Ji ber çi karê te yê şanogeriyê berdewam nekir?
Di dema xwe de min ligel mamosta Fûad Mecîd Misirî di nav şanoyê de karê dekorê dikir. Nehiştin weke aktorê sereke beşdarî lîstokan bikim û rola didin min jî kêm bû. Lê her di wê demê de jî min zêdetir hez ji strangotinê dikir.
Te kengî yekemîn berhema xwe tomar kir?
Di sala 2002 de, li festîvalekî de li Otêla Çarçira ya Hewlêrê, di nava 87 hunermendan de bi strana “Bêdariyek” yekemîn hatime hilbijartin. 3 sal beriya niha jî mûzîsyen Ferhad Heme Salih CDyek ji bo 6 hunermendan amade kir, ku stranên vê CDyê yê min bûn.
Ji ber çi stran derdikeve pêş?
Ji sala 1980ê vex we fêrî mûzikê dikim û jenyarê amêrê gîtarê me. Heta niha jî bi gîtarê dijenim û awazan amade dikim. Stran ji aliyê derûnî ve tam û çêj dide min. dibe ku sedem her ev be.
Te ji salên 1980ê ve stran gotiye lê çima heta salên 2000î jî berhemên te nebûne?
Beriya wê min hinek kar kir lê negihişt xelkê. Dikarim bêjim ku serdema herî xirab a karêmên ê hunerî bû. Ji bilî vê yekê, ti caran huner nebûye karê debara jiyana min. Ew xerca min a ji bo karên hunerî nebûye dahatek bo min.
Strana Şeva Hîcran ji aliyê xelkê ve gelek hate hezkirin. Sedem çi bû?
Awaza wê stranê mamosta Ebdullah Cemal Segirme daniye. Rastê min hat û min wergirt. Çimkî ji bo stranekî din ê hunermendekî din danî bû. Wî bixwe jî nedizanî ka ji bo kî daniye. Wî hunermendê jî daxwaz jê nekir. Me daxwaz kir û wî jî qebûl kir û da me.
Dibêjin helbestan jî dinivîsî?
Min gelek helbest nivîsandin. Lê min hez nekir ku belav bikim. Ji bo stranan min hinek honandine. Lê min ew jî tomar nekirine. Min gelek wêjeya erebî û farisî xwendiye. Nêrîneke min heye ku dibe gelek kes tevlî vê nerîna min nebin; helbest ji ya helbestanên me gelek girantir e. ew ên ez bixwe jî dinivîsim ne helbest in. ez wan weke helbest nabînim.
Te got ti tiştek ji huner nakeve destê min, te ji bo berhemên xwe çi qas xerc kir?
Albûmekî min ê stranan heye û me 2 hezar nûsxe belav kir. 10 hezar dolar mesrefa me çêbû. Ji vê tenê 3 hezar dolar dahata me çêbû. Hinek caran ji bo konseran padştê didin me lê ew jî ne dahat e. lê stranbêj hene bi rêya karê hunerî bûye xwedan erd û milk.
Ji bo berhemên xwe daxwaza sponsaran nakî?
Qet baweriya min bi vê yekê nayê û rûyê min jî nagre daxwaza sponsoran bikim. Jiber ku hinek di dema daxwaza sponsoran de bi çavekî biçûk temaşeyî hunermendan dikin. Li ser vê li pişt gelek hunermendan hatiye axaftin. Di vê heyamê de çend sermayedarekî gotin ku çima berhemên te nînin, min jî got sedem aborî ye. Gotin ku em alîkarî bikin lê min spasiya wan kir, paşî wan deng nekir û min jî pirs nekir.”