Koma Zozanê klîpeke nû belav kir

Dusseldorf (Rûdaw) – Koma Zozanê li Holendayê klîpeke nû belav kir.

Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi taybet jî yên Efrînê bi sedema dagîrkirina navçeyên wan zêdetir hewl didin çand, ziman û nasnameya xwe biparêzin.

Li Holendayê Koma Zozanê klîpeke nû çêkir.

Serokê Koma Zozanê Ehmed Bavê Harûn ji Rûdawê re li ser klîpê ji ragihand ku naverok û teksta stranê behsa zilma hatiye ser xelk û şarê Efrînê dike.

Bavê Harûn diyar kir ku klîp ji aliyê muzîkjen û hunermendên Kurd ên Efrînê ku ji ber şer reviyan û derbasî Ewropayê bûne ve hatiye çêkirin.

Bavê Harûn her wiha hêvî kir ku her kes ji klîpa koma wan hez bike.