Navenda Çand û Civakî ya Kurdî ya Viyanayê bûye mala Kurdan

Dusseldorf (Rûdaw) - Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê, ji sala 2011an û vir ve, nemaze piştî sala 2015an mîna lehiyê herikîne welatên Ewropayê.

Li gelek deveran jî pir çalak in û nimûneyên xweguncandin û karê baş in.

Ji qada çandî bigire heya bazirganî û çalakvaniya sivîl. Ji bo Kurdayetiyê jî gelekî xebatê dikin û saziyên wan jî hene.

Yek ji van saziyan jî Navenda Çand û Civakî ya Kurdî ye ku li Awistiryayê gelekî çalak e.

“Navend ji bo Kurdan cihê civîn û hevdîtinê ye”

Birêvebirê Navenda Çand û Hunerê ya Kurdî ya Viyanayê Nizar Mûsa got:

“Navend ji sala 2017an ve hatiye avakirin. Navend ji bo Kurdan cihê civîn û hevdîtinê ye.

Ji sala 2017 û heta îro gelek çalakiyên hunerî û çandî yên Kurdî li Navenda Çand û Hunerê ya Kurdî ya Viyanayê hatine lidarxistin, wekî mînak ahenga Newrozê ku her sal em li derve encam didin û em serkariya wê dikin.

Her wisa hemû boneyên niştimanî ku li Viyanayê têne kirin, em serkariya wan dikin û bi rê ve dibin.

“Behsa mijarên têkildarî Doza Kurdî tên kirin”

Ji bilî van jî em her hefte hevdû li vir dibînin û behsa hemû mijarên ku vêga hene û têkildarî Doza Kurd in, dikin.

Wekî din jî em law û ciwanên Kurd ku di xwendinê de pileyên baş bi dest dixin dahênanê dikin û vedixwînin û boneyekê rêk dixin û wan xelat dikin.

Her wiha em her tim wan han didin û piştevaniya wan dikin.

Li kesên windayî digerin

Her wiha gelek caran em hewl didin kesên windayî bibînin û heta niha zêdetir ji 150 malbatan ji vê çalakiyê sûd wergirtine, ji bilî hebûna bi dehan kurs û semîneran, xasma kursên hînbûna zimanê Almanî, bi taybetî ji bo kesên ku nû têne Almanyayê.

Her wisa em karê wergerandinê li sazî û dezgehan ji bo wan kes û malbatan dikin ku nû têne vir û em hevkariya wan dikin.

Alîkariya penaberan tê kirin

Dema koça girseyî ya gelê me li Girê Spî û Serê Kaniyê pêk hat, me li vir gelek çalakî li dar xistin û me karîbû zêdetirî 70 kartonên kelûpel û pêdiviyan kom bikin û ji wan re bişînin û alîkariya wan bikin.

Her wiha dema ku gelek koçberên Rojavayê Kurdistanê piştî 2017 hatin Viyanayê, me alîkariya wan kir û ma karî bi rêya çendîn projeyan karê baş bikin û hev li vir bibînin.

Gelek armancên navendê hene lê jihevnêzbûna diyasporaya Kurdî li ba me pir taybet û pêwîst e û em giringiyê didin vî alî.”

Kursên muzîk û şanoyê tên vekirin

Muntesir Salih hunermendekî Rojavayê Kurdistanê ye û li navendê mamostetiya hînkirina amûrên muzîkê dike.

Mubtesir Salih got, “Me gelek kursên fêrbûna muzîkê ji bo zarok û ciwanan vekirine û piraniya wan serkeftî bûne û herwisa me çendîn çalakiyên şanoyê jî li dar xistine.”

Doktor Nermîn jî ji Rojavayê Kurdistanê ye û li navendê bêtir semîneran rêk dixe.

Pirsgirêk li navendê tên çareserkirin

Doktor Nermînê jî got: “Karê herî girîng ê navendê komkirina diyasporaya Kurdî ya Viyanayê li hev e û gelek sûda ruhî ya vê hevdîtinê heye û em hest bi xerîbiyê nakin û ji bilî van jî me gelek caran karîbû pirsgirêkên malbatî li navendê çareser bikin.”