Ji bo Kobaniyê vîdeo klîp

Hewlêr (Rûdaw)- Klîba hunermendê Başûrê Kurdistanê Mahîr Mihemed a bi navê “Kobanî” hat weşandin.

Mahîr Mihemed ji Rûdawê re derheqê klîba xwe ya li ser Kobaniyê got, “Em hunermed bi rêya hunerê peyamen xwe radigihînin.”

Hunermendê Herêma Kurdistanê Mihemed anî zimên wî ew stran diyariyî kesên ku ji bo azadiya Kurdistanê şehîd ketîn kiriye.

Mahîr Mihemed di strana Kobaniyê de ji bo Kobaniyê dibêje  “Tu ne bi têne yî.”

Hunermendê kurd stran bi zaraveya  soranî û kurmancî gotiye.