Çolbirrê Çiyayê Kurmênc

 

Çolbirr, mehkûm, eşqiya, bazdayî, lehengê Newrozê, şêrê şikeftan. Bavê Hozan digirrnijê dema ku jê tê pirsîn ka kê ev nav lê kiriye. Ew diyar dike ku heval û hogirên wî ev nav di demên borî de lê kiribûn: “Gellek caran haya min jê nebû ku behsa kê dikin, heta ez pê dihesiyam ku mebesta wan ez im“, Bavê Hozan yê bi navê xwe yê din Bîlal Hesen dibêje.

 

Bavê Hozan yê ku di sala 1933yê de li gundê Xulalka yê Efrîna Çiyayê Kurmênc ji dayîk bûye, niha 81 salî li gundekî biçûk yê nêzîkî paytexta berê ya Almanya Bonnê dijî. Li Bonnê bi giştî gellek Kurd dijîn, bi taybetî yên ji Rojavayê Kurdistanê. Ew ji 2002yê ve li Almanyayê dijî. Bavê Hozan di jiyana xwe de gellek kar kirine, li gellek cihan geriyaye, serpêhatî û çîrok ji wî difûrin, mirov bawer nake ku mirovek dikare di tenê temenekî de hewqas tişt bijî.

 

Bavê wî di dema xwe de axayê gund bû, çûn û hatina mala wan gellek bû, mêvan jê qut nedibûn. Bavê Hozanê wê demê Bîlalê biçûk kurê axayê gund bû, ji mêvanên ku dihatin odeya wan gellek tişt dibihîstin, hestên wî yên berpirsyartiyê zû ray û kok vedan û pijkivîn. Hêj 13-14 salî meraqa kurdîtiyê wî digire, ew li pirtûkan, çavkaniyên zanyariyan digere. Bavê Hozan dibêje: “Wê demê li Helebê pirtûkxaneya Ermeniyan hebû, komûnîstan ji wan re çêkiribûn, di nav wan pirtûkên bi ermenkî de, yên kurdî jî hebûn, lê bi tîpên rûsî bûn.“ Ji bo ku ew bikaribe wan pirtûkên ji Sovyetê li ser Kurdan bixwîne, Bavê Hozan wê demê xwe fêrî tîpên rûsî dike.

 

Bavê Hozan 14 salî ket nav tevgera kurdî û ew kes bû ku di sala 1953yê de yekemîn mihrîcana xortan li Efrînê çêkir. Herwiha dîsa ew bû ku di sala 1960î de yekem car li Efrînê li cihekî giştî bi eşkere agirê Newrozê vêxist û navê lehengê Newrozê bi dû wî ket. Jixwe di gellek karan de ewe ew kesê ku yekemîn car pêçiyên xwe kirine nav karekî. Dem hebûn ku xelkê li ser navê wî gellek çîrok û serpêhatî digotin, ew wan deman leheng bû. Di damezrandina PDKê li Sûriyê de ew yek ji kesên destpêkê bû û dîsa kesê ku bingeh ji bo yekemîn kovara PDKê li Sûriyê ya bi navê Gulistan danî, dîsa ew bû.

 

Di ciwanî û navseriya xwe de, ji ber karên siyasî ew bi salan mehkûmê dewletê bû, ew di şikeftan de jiya, gund bi gund li Rojavayê Kurdistanê geriya û xwe veşart. Di demên cuda de ew bi giştî pênc caran ji aliyê dewleta sûrî ve hate girtin. Di wan salên ku ew eşqiya û çolbirr bû, pişta wî bi gelê wî û Çiyayê Kurmênc zexim û qewîn bû. Di 81 saliya xwe de dîsa pişta wî bihêz û qewîn e, wî li dû xwe û li pişt xwe çendîn pirtûkên hêja ji gelê xwe re hiştine. Bavê Hozan li odeya xwe ya mêvanan rûnistiye û li pişt wî bi kartonan pirtûk li ser hev in. Di wan kartonan de pirtûka wî ya herî dawî çapbûyî ya bi navê “Pîr û Pendî“ li ser hev hatine bicihkirin. Sed dused heb in, belkî bêtir jî. Bêhtirî 20 hezar gotinên pêşiyan yên li ser 800 rûpelên vê pirtûkê encama xebat û komkirina wî ya bi dehsalan e. Wî gellek dema xwe daye têgihiştina naveroka van gotinên pêşiyan yên ji seranserê Kurdistanê, weke ku ew dibêje: “Carnan ez bi rojan û mehan li dû gotinekê diketim, da ku ez ji naveroka wê têbigihijim.“ Jixwe bêyî pirtûkê jî bavê Hozan ji pîr û pendî, şîrek û gotinên pêşiyan difûre; ji bo her pendekê du pendên din tîne. Mirov hîs dike ku ew dikare tevaya axaftina xwe bi rêzkirina û bihevgirêdana gotinên pêşiyan bibuhurîne. Ew ferheng û xezîneyeke zindî ye.

 

Ji bilî pirtûka “Pîr û Pendî“, du pirtûkên din jî yên Bavê Hozan hatine çapkirin; Pend û Şîrek û Pîr û Pend. Lê çapkirina xebata wî ya herî mezin di dilê wî de bûye hesret û ev yek jî dike ku ew hem gellekî xemgîn bibe û hem jî ji berpirs û rewşenbîrên Kurdan hêrs bibe, ku li gor wî tenê dibin arîkar dema ku mirov ji wan re stuyê xwe xwar dike. Bavê Hozan ne ji wan kesan e ku stuyê xwe ji bo karekî ji kesekî re xwar bike û wiha jî belkî herdu mezintirîn û dewlemendtirîn ferhengên kurdî-erebî û erebî–kurdî amadekirî, bi îhtimal herdu dikin 2000 rûpel, li ser komputera wî li benda kesekî ne ku wan çap bike. Ev herdu ferheng encama xebata jiyanekê ne, weke ew bi serbilindî dibêje û li ser komputera wî bi hezaran peyv bi herdu alfabeyên latînî û erebî didin dû hev: “Min di salên 1970an de dest bi komkirina peyvan kir, bêtirî 40 salên jiyana xwe ez li ser van herdu ferhengan kar dikim.“

 

Du pirtûkên wî yên din jî amade li benda çapkirinê ne, yek jê “Ferhenga rêziman“ e, ya din jî “Heft ji hejmarên hêzdar“, pirtûkek derbarê hejmara heft de. Wî herwiha bîranînên xwe jî weke pirtûk amade kirine, û li gor gotina wî, ew ne ji wan kesan e ku bîranînan li dû xwe bihêle, lê ew dixwaze di saxiya xwe de pirtûka xwe ya bîranînan di destê xwe de bigire.

 

Belkî ji serpêhatiyên xwe yên dûr û dirêj be ku Bavê Hozan dibêje divê mirov ji hevaltiya wan kesan netirse ku ji henekan fêm dikin û dikarin henekan bikin, yên ku ji stranan hez dikin, herwiha yên ku hestên wan bi helbestan germ dibin. Dibe ku hayê wî jê tine be, an jî di nav xebata nivîskariyê de wî xwe ji bîr kiribe, lê ew bi xwe ne tenê wan “hersê şertên hevaltiyê“ bi zêdeyî pêk tîne, lê ew xwedî gellek taybetmendiyên din e jî ku hevaltiya ligel wî dike diyariyeke mezin ya bêhempa. Bavê Hozanê ku zavayê helbestvanê kurd yê mezin Cegerxwîn e, ji bilî minetdariya gelê Kurd ji bo xebata wî ya ev bêtirî 60 salî, hêjayî çendîn xelatan jî hatiye dîtin, di nav wan de xelata Cegerxwîn û xelatên ji bo xebata wî ya siyasî û rewşenbîrî, ku partiyên kurdî pêşkêşî wî kirine.