Nilûfer Akbal albûmeke klasîkên kurdî derdixîne
Seyîdxan Kurij
Hewlêr(Rûdaw) - Nilûfer Akbal vê mehê bi navê “Klasîkên Kurdî“ albûmeke nû derdixîne. Albûm wê bi soranî, kurmancî û kirmanckî be û ji 15 stranên klasîk yên kurdî pêk tê.
Nilûfer Akbal derheqê albûma xwe de ji Rûdawê re got: “Ew xebat wek xebateke arşîvî ye. Pirraniya stranan berê hatine gotin, lê min ew ji nû ve şirove kirin û ji nû ve aranje kirin, ew bûn wek stranên nû. Em dixwazin klasîkên kurdî ji bo nifşen nû bidin nasandin û heskirin.“
Albûma Nilûfer Akbal “Klasîkên Kurdî“ ji aliyê NAM Muzik&Produktion hatiye amade kirin.
Nilûfer Akbal li navçeyê Mûşê Gimgimê hatiye dinyayê, ew di hemû albûmên xwe de stranên kurmancî, soranî û kirmanckî distre.