Fîlma bi Kurdî ya 'Dema Pelên Gûzan Zer Dibin' premiera xwe ya Tirkiyeyê kir

Stenbol (Rûdaw) - Fîlma nû ya derhênerê Kurd Mehmet Alî Konar a bi navê "Dema Pelên Gûzan Zer Dibin", premiera xwe ya Tirkiyeyê li Festîvala Fîlmên Sûc û Cezayê kir.  

Konar got ku Li Tirkiyeyê gelek festîval cih neda fîlma wî.

Festîvala 14emîn a Navneteweyî ya Fîlmên Sûc û Cezayê li Stenbolê dest pê kir.

Di nava 60 fîlmên tên nîşandan de bes fîlmeke bi Kurdî heye û ew jî fîlma "Dema Pelên Gûzan Zer Dibin" e.

Ev sêyemîn fîlma Mehmet Alî Konar e û piranî bi Kurdiya Zazakî û Kurmancî hatiye girtin.

Fîlma Konar, premiera xwe ya cîhanê li Festîvala Goteborgê kiribû û eleqeya ji bo fîlmê gelekî zêde bû.

“Min xwest ez bi vê fîlmê behsa hîsên Kurdan bikim”

Derhêner Mehmet Alî Konar ji Rûdawê re got:

Me premiera cîhanê ya fîlmê beriya 11 mehan li Festîvala Goteborgê kiribû. Dûv re fîlma me bi qasî 10 welatan geriya.

Lê li Tirkiyeyê gelek festîval cih neda fîlma min ji ber ku mijara fîlmê polîtîk bû.

Min xwest ez bi saya vê fîlmê behsa hîsên Kurdan, hîsên malên Kurdan vebêjim. Lewra şerê heyî bandorên gelek xirab dide ser civaka me.”

Çîroka fîlma "Dema Pelên Gûzan Zer Dibin" li ser gund û malbatekê ye û behsa bandora bûyer û atmosfera civakî, siyasî û derûnî ya ku ev 40 sal in di şerê navbera PKK û dewletê de diqewime, dike.

Derhêner û ekîba fîlmê piştî nîşandana fîlmê bersiva pirsên temaşevanan da. Eleqeya ji bo fîlmê gelekî zêde bû.

Derhêner Bilal Korkut jî got:

“Min di fîlmê de ji aliyê produksiyonê ve alîkarî da derhêner. Mehmet Ali Konar derhênerekî pir mezin e.

Dixwaze derhênerên wekç min ciwan jî pê re kar bikin. Ji bo me gelekî watedar e ku di vê festîvalê de fîlma me cih digire.”

Festîvala 14emîn Navneteweyî ya Fîlmên Sûc û Cezayê li Stenbolê 22ê Çiriya Paşîn dest pê kir.

Festîval li ser mijarên sûc, ceza, şer û aştiyê radiweste û yek ji festîvalên herî biprestîj ên tematîk e.

“Platformên fîlmên Kurdî wergirin kêm in”

Derhêner Omer Ferhat Ozmen jî got:

“Dema derhênerên Kurd bi Kurdî fîlm çêdikin platformên ku ew fîlmên xwe bifroşin kêm e.

Ji loma jî derhênerên me fîlmên bi Tirkî çêdikin. Gelek derhênerên me yên ciwan radibin.

Li gorî min wê di nava çend salan de fîlmên pir baş bêne çêkirin.”

Di çarçoveya festîvalê de li 5 beşên cuda 60 fîlm tên nîşandan û festîval dê heta 28ê Çiriya Paşîn berdewam bike.