Li Agiriyê "mala dengbêjan" hat vekirin

 

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Agiriyê yê Bakûrê Kurdistanê,  Komeleya Huner û Çandê ya Evdalê Zeynikê di awahiya komeleyê de "mala dengbêjan" vekir.

Li gorî nûçeya AAyê, Serokê Komeleya Evdalê Zeynikê, Fehmî Atmaca di vekirina "mala dengbêjan" de axivî û got: "Çavkaniya kevneşopî ya dengbêjiyê Agirî ye." 

Atmaca wiha pê de çû: "Dengbêjî ji Evdalê Zeynikê pê ve heya îro didome. Ji bo ku dengbêjî dewam bike û bigihêje nifşên nû me ev komele damezirand. Armanca komeleyê ew e ku kevneşopiya dengbêjiyê neyê jibîrkirin û wê bi nifşên nû bide nasîn."

Merasima vekirinê piştî ku dengbêjan ji mêvanan re kilam gotin, qediya.

Dengbêj Evdalê Zeynikê wekî Homeros ê Kurdan tê nasîn. Derbarê jiyana wî de agahiyên sedî sed rast nînin. Nivîskar Ahmet Aras li ser jiyana wî pirtûkek nivîsiye ku ev pirtûk hevpeyvîna bi neviyê Evdal re jî dihewîne. Di destpêka 1800 ´î de li gundê Cemalwêrdî yê girêdayi Tûtax ku niha girêdayî Agiriyê ye ji dayîk bûye û di sala 1913 ´î de li gundê Qanciyan a Qereyazîyê jiyana xwe ji dest daye.

Evdal temenekê pirr dirêj jiyaye. Gorî neviyê wî, Evdal 110 salî zêdetir jiyaye û li seranserê Kurdistanê geriyaye. Evdal çûye Xozana Edenê, Dêrsimê, Amedê, Nexcîwanê, Melazgirê, Elajgir ê û Îranê.

"Dengbêjê Sirmelî Mamed Paşa", "Bavê Temo", "Pisporê Qulingan", "Sîyarê kuvî" ji navê Evdal in. Evdalê Zeynikê di stran û destanên xwe de pirr behsa qulingan, Temo, Gulê ( Dengbêj Gulê ), korbûn, xizanî, kalbûn, bêbextî û hwd… dike. Bavê wî di zaroktiyê de miriye. Evdal bi navê diya xwe Zeynê an Zeynikê tê naskirin. Heger mirov ne dîrokzan be û bi tenê ji destanên wî rêçê bajo, mirov jiyana Evdal wiha ava dike: Evdal lawê Zeynikê ye. Diya wî ev di nava xizaniyê de mezin kiriye. Evdal zarokek taybet bûye. Bala xwe daye neheqî, welatparêzî û dewlemendiya civakê. Gihîştinên xwe kiriye stran. Dilê wî ketiye dengbêj Gulê. Gulê di diwana "Sirmelî Memed Paşa", de eslê xwe Fileh (Ermeni) bûye. Evdal di civatên axa û began de dengbêjiyê dike. Piştre çavên wî kor dibe û hêdî hêdî ji civatên dewlemendan tê derkirin. Temoyê lawê wî ne ji Gulê ye. Evdal ev zar kêleka rê da dîtiye u ev biriye mala xwe. Di straneke xwe de dibêje wî Temo di daristanekê de dîtiye û ji xwe re xwedî kiriye. Temo dibe sitara Evdal. Temo pê destê bavê xwe digire û "li pey koç û keriyan" digerîne. Bijîşkeke Îranî çavên wî sax û derman dike. Lê mixabin Evdal êdî kal e, "Bila mirin hebûya kalbûn tunebûya".

Evdal bi hezaran stranên dengbêjiyê diafirîne. Mixabin pirraniya wan êdî nayên bihîstin. Celadet Elî Bedirxan dixwaze stranên Evdal tomar bike. Ji dengbêjê navdar Ehmedê Fermanê Kîkî alîkarî dixwaze lê pirr bisernakeve.

Evdal bi dengbêjên hemdemî wekî jina xwe Gulê, Sêwî Silo (Şêx Silo) hwd re dikeve pêşbirkan(lecê). Carekê bê rawestan sê roj û sê şev didome ev pêşbirk û Evdal biserdikeve. Evdal kê dibe bila bibe, mamosteyê dengbêjiyê ye. Mehmet Ûzûn bi navê "Rojek ji rojên Evdalê Zeynikê" pirtûkek li ser Evdal nivîsiye.