Îbrahîm Tatlises qezaya trafîkê kir

Hewlêr (Rûdaw) – Stranbêjê navdar ê Tirkiyê Îbrahîm Tatlises li Bodrumê qezaya trafîkê kir.

Li gor agahiyên berdest, îro Pêncşemê 25ê Tebaxa 2022an otomobîla ku Îbrahîm Tatlises tê de bû û kamyonekê, li taxa Yalikavak a Bodrumê li hev dan û di encamê de wergeriya.

Li ser agahdarkirina ji aliyê kesên derorê ve, ji bo rizgarkirina Tatlises ku hat hat zanîn  di otomobîkê de asê maye, çend tîmên hawarçûna bilez bi cihê bûyerê hatin şandin.

Li gor medyaya Tirkiyê, piştî hewldanan Tatlises û sê kesên din ên lige wî bûn ji nav otomobîlê hate derxistin.

Tatlises, 2 kesên di otomobîla wî de birîndar bibû û şoferê kamyonê ji bo dermankirinê bo nexweşxaneyê hatin veguhstin.

Tatlisesê li Nexweşxaneya Acibadem Bodrumê kirin, bi sandalyeya biteker hildan servîsa bilez. Tê gotin ku rewşa tendirustî ya stranbêjê bi eslê xwe Kurd baş e, û li nexweşxaneyê tê ragirtin.

Tê çaverêkirin ku nexweşane li ser rewşa tenduristiya Tatlises daxuyaniyê bide.

Herwiha hat zanîn ku di dema qezayê de ligel Îbrahîm Tatlises keça wî jî hebûye.