Ferhengek bi zimanên kurdî-farsî-înglîzî hat çapkirin

 

Bokan (Rûdaw) – Li Rojhilatê Kurdistanê, ferhengek bi sê zimanên kurdî, farsî û înglîzî hat çapkirin.

Ferhenga bi navê “Kurdistanîka”, ku bi sê zimanên kurdî, farsî û înglîzî hatibû amadekirin, hat çapkirin.

Ferhenga han ji aliyê nivîskarê kurd Elî Coşenî ve û di heyama 15 salan de hatiye amadekirin û weşanxaneya “Mang” jî çap kiriye.

Tevahiya karên dîzayn, sererastkirin (edit) û taypkirina Kurdistanîkayê ji aliyê Coşenî ve hatiye kirin.