Karakter û bûyer di romanên postmodern de

 

Vegotina postmodern çi wek kurteçîrok û çi wek roman, di piraniya faktorên giştî yên çîrokê de, bi awayekî berçav ji vegotina klasîk û modern cuda ye. Di vê gotarê de, ezê hewl bidim taybetmendiyên Karakter û Bûyerê di vegotina postmodern de nîşan bidim.

Tevî ku pêwist e ez pêşî bi awayekî giştî behsa klasîzm û modernîzm û postmodernîzm û sedemên derketina wan û naveroka wan ji xwîneran re bikim, lê ji ber ku dê gotar pir dirêj bibe, ez nikarim vî karî bikim û hêvîdar im xwînerên hêja bi xwe bidin pey van mijarên seretayî.

Karakter di vegotina postmodern de

Di her romaneke postmodern de, dibe ku ev hemû taybetmendiyên li jêr an hinek ji wan di karakterên wê de peyda bibin.

1. Di romanên postmodern de karakter livok in û ne cihê baweriyê ne. Gelek caran xwediyên nasnameyeke lerzok û xeyalî ne û dibe ku karakterên wihareng di cîhana me ya rojane de nebin. Ez dikarim bêjim karakterê ku di romana postmodern de tê behskirin, ji nav xewnan derketiye û dikare xewneke xweş an kabûs be. Lê kirdar, tevger û nerîna wî li dinyayê û ramanên wî, ji rastî û xeyalê pêk tên. Wek mînak "Remediosê xoşewîst" di romana "Sed Sal Tenyayî " ya Gabriel García Márquez de karakterekî wiha ye.  

2. Di vegotina postmodern de bizava giştî di sazkirina karakteran û têkiliya wan bi bûyeran re rastî bêbingehiyeke antî-reel tê. Ji ber çi li şûna antî-reel ez nabêjim nereel? Ji ber ku nivîskar vî karî ne ji ber ku ne reel be, lê bi zanebûn û ji bo dijderketina li hember realîzmê dike. Wek mînak, dibe ku karakterê di çîroka me de bimire, lê wek kesekî zindî di romanê de bimîne û beşekî yan temamiya çîrokê vebêje.

3. Yek ji diyartirîn taybetmendiyên karakterên çîrokên postmodern, ne misogerbûn û piralîbûna hebûna wan e û bi giştî rastî qeyrana nasnameyê tên. Helbet mebest ji vê nasnameyê ne nasnameya mirovî ye, lê tê wateya rawestana li kîjan alî, li vî alî yan wî alî. Ango karakterên çîrokên postmodern pir caran di navbera çend alî û şêweyên jiyanê de, rastî dudilî û netibitîbûnê tên.

Qeyrana wan a nasnameyê qeyraneke cîhanî ye. Ez yan ew ku bi berdewamî di navbera kesayetiya xwe ya rasteqîn û kesayetiyeke ku rasteqîntir dibîne û kesayetiyeke ku nîşan dide de, sergêj û winda dibe. Ev hemû jî bi rêya ziman dibe ku derfeta jidayikbûna wan di romanên postmodern de peyda dike. Ango ev "kesayetî" di sazûmaneke zimanî de li hev daliqin û hemû rehendên kesayetiyekê saz dikin.

4. Dibe ku wan çaxên ku xwîner sêra kesayetiyekê dike, rabirdûya wî bibîne. Heta eger ku di çarçoveya zimanî de tu zanyariyeke taybet derbarê wê kesayetiyê nehatibe ragihandin jî.

5. Bi giştî di romana postmodern de karakter di warê psîkolojî de şizofren in, yanî kêm diaxivin û dibe ku axaftina wan bêserûber be û di axaftinê de hevokên bêkêr di cihên ne munasib de bikar bînin.

Bûyer di vegotina postmodern de

Di çîrokên postmodern de bûyer bi şêweya parçe parçe û ji hev cuda tên hûnandin û pir caran di navbera bûyer û guftûgoyên di çîrokê de têkiliyeke eşkere xuya nake. Ligel bûyerên reel bûyerên xeyalî û nereel jî derdikevin holê û tew dibe ku ji bûyerên reel jî girantir bin. Bi taybetî di çîrokên zanista xeyalî yên postmodern de, di van çîrokan de bûyerên reel û nereel wiha li tenişta hev tên danîn ku xewn û xeyalan bi bîra mirov tînin.

Ev şêwaza vegotinê xewn û tirs û hêviyên karakteran wek bingeh digre û behsa wan dike û tew dibe ku çîrokê bi rêyeke din ve bibe. Wek mînak, dibe ku yek ji kesayetiyan di çîrokê de xewna wê yekê bibîne ku dike bi demançeyeke ku dengbireke zingargirtî di serê wê de ye, kesekî bikuje û dema ji xew radibe, bi rêya televizyonê dibihîze ku di wê dema ku ew razayî bû, bi rastî kesek bi demançeyeke wiha hatiye kuştin. Ango nivîskar bi nivîsandina çîrokekê daketiye ku tu tişt tê de nayê pêşbînîkirin.

Bûyer bi şêweya "eger" di çîrokê de cih digrin. Bi wateya ku egera wê yekê heye ku dema di çîrokê de cih digrin bibin bûyerên ne sereke yan jî bibin girîngitîn bûyerên di çîrokê de û dibe ku temamiya çîrokê ber bi arasteyeke din bibin. Herwiha bûyer şûna xwe diguherin û hin caran bûn û nebûna hev dixin jêr pirsyarê û dijberî hev radiwestin û bi vî rengî xwîner neçar dikin şîroveya xwe li bûyeran bike. Ango yek ji kesayetiyan dikare heman vebêjerê çîrokê be, di demekê de li gor nerîna xwe sêra bûyeran dike û di demeke din de li gor nerîneke din sêra wan dike.   
        

Enwer Ebasî