Li Amanyayê êdî xwerûtkirin qanûnî ye
Hewlêr (Rûdaw)- Piştî ku di 14ê Çileya borî de biryara xwerûtkirinê li deverên giştî li bajarê Munschn li Almanyayê hat pesendkirin, li 6 navçeyên wî bajarî “Nudizm” (xwerûtkirin) êdî bû qanûnî û hemû kesek dikare serbest û rût li nav wan her 6 navçeyan de bigire, tevî geştiyaran jî.
Birayra xwerûtkirinê geştiyaran jî vedigire, ew jî dikarin birûtî di nava bajarê Muschen de bigerin û eger kesek yekî din birûtî li cadeyekê dît pêwîst nake ku polîs li pey wî bikeve.
Yek ji wan cihê ku xwerûtkirin tê de serbest e “English landscape garden”, ku di wê parkê de ti rêgirek nîne eger kesek bixwaze xwe rût bike, herwiha ti dîwar û sînorên bilind jî li derdora wê parkê nehatine danîn da ku wan kesên rût veşêrin.
Almanya yekemîn welat e ku di sala 1920an de rê daye kesan ku serbest xwe rût bikin, li ser kenaran herwiha niha li Almanyayê “Federasyona Rûtên Almanya” jî heye ku 50 hezar endamên wê li 150 bajarên wî welatî hene.