Alîn straneke nû derdixe

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermend Alîn nûtirîn strana xwe derdixe û navê wê dike "Yekîtî."


Alînê ji Rûdawê re got ku heftiya bê ew dê ji Almanyayê vegere Başûrê Kurdistanê û dest bi karê klîpê bike.


Alîna ji Rojavayê Kurdistanê got: "Ev stran bang li aştî, biratî û yekîtiye Kurd e. Ez lava dikim Kurd hevdu bigirin. Çimkî Kurd bi yekrêzî û hevkariyê digihe armancên xwe."


Gotinên strana "Yekîtî" yên Edîb Çelkî û Alînê ne. Muzîka wê ji aliyê hejmarek jenyarên Kurd û Alman ve hatiye honandin.