Romannivîs Heysem Hisên behsa hestên xwe yên biyaniyê dike

Hewlêr (Rûdaw) – Romannivîs, rexnegir û rojnamevanê Kurd  Heysem Hisên bi romanên li jêr sernavên "Aram Dûndeya Êşên xweragir", Rehîneyên Gunehbariyê", Derziya Tirsê" û "Giyayekî ziyanbexş li Behiştê", bi zimanê Erebî giyanê Kurdîyeta xwe li cîhana Erebî wekî nasnameyekê diyar dike.

 

Romannivîs û rexnekar kurd Heysem Hisên, li nava van cade û meydanên sar ên bajarê Idinbera li Skotlandayê, dipûnije û xem, der, êş û xewnên bajarê xwe Amûdê û welatê xwe, di xeyala xwe dihûne.

 

Ji bilî romanê, Heysem Hisên rexnekarekî xwedî pêgeh û cihekî bilind e, di meydana rexnegeriya wêjeyî de. Bi çar pirtûkên rexnegeriyê, pirtûkxaneya Erebî zengîn kiriye.

 

Yek ji van pirtûkên Heysem Hisên li jêr sernavê "Romannivîs Dehola Cengê Lê Dixe", lê dibe ku ne di xeyalî wî de bû ku ceng dê romannivîs bi welatê xerîbiyê bixe. Berî ku bigihêje Idinbira, Heysem Hisên çenteyê rêwîtiyê li çend welatan li pey xwe gerandiye. Ew neçar bûye ku hevjîn û zxarokên xwe ji bo demekê li şûn xwe bihêle heta ku bi cih bibe.

 

Heysem Hisên ku rojnamevane jî û heftane quncikekê di rojnameyeke Erebî ya nvdar de, bi zimanê Erebî dinivîse, li xemxwerê zimanê dayika xwe û çend tekstên şanoyê li jêr sernavê "Kî Memo Dikuje?" ji zimanê Kurdî wergerandine zimanê Erebî.

 

Heysem Hisên, sala 1978an, li Amûdê, bajarê behremendan ji dayik bûye. Sala 2012an, Sûriyê bi cî hiştiye û li çend welatan geriyaye berî ku li Idinbereyê li gel hevjîna xwe niştecî bibe.

 

Ew endamê Komeleya Nivîskarên Berîtanya, Komeleya Pênûsê ya Skotlandî û sazûmana nîvîskarên Sûrî ye.