Desthilata xwîner

Heme Mentik

 

Piştî peydabûna rêbaz û ekolên nû yên rexneya wêjeyî, xwîner wek regez û hebûneke sereke di tekst û berhemanîna wateyê de tê hesibandin. Xwîner wek alternatîvekî li hember desthilat û serdestiya nivîskar û tekstê derdikeve pêş. Xwîner dibe xal û hêmayek ji bo fêmkirina tekstê. Ez dixwazim bêjim bêyî xwîner pêvajoya fêmkirina metinê rû nade. Bi baweriya fîlosofê Alman Friedrich Schleiermacher (1768 –1834), çiqasî dem di ser tekstê re derbas bibe, tekst aloztir dibe. Lewma jî pêwistiya tekstê bi ravekirinê çêdibe. Anku her tekstek heta xwîner destê xwe lê nede û pêvajoya xwendinê nexe tevgerê, ew tekst wek teksteke mirî tê hesibandin. Xwîner wek alternatîfekî li hember desthilata nivîskar di rexneya kevn û li hember desthilata tekstê di metodên binyatgerî û semyolojî de peyda dibe. Li gor desthilata ku wî heye, xwîner baştirîn kes e ku bi azadiyeke herî mezin şiyana wî ya hilweşandina tekstê hebe, çimkî ew li hember tekstê vebûnek e.

 

Xwîner kesekî berhemhêner e, çimkî li gor wê piştxana rewşenbîrî ku wî heye, hejmareke bê dawî ya raveyan berhem tîne. Ew stratejiya xwendinê dide xebitandin. Asoyên berfireh ji bo xwendin û metinê vedike û materiyalên ravekirinê çalak dike. Tew rola xwîner di çalakkirina bizava rexneya wêjeyî de jî heye. Lewra xwîner li gor desthilata xwe yekwateyiyê red dike û hewl dide ji bo teksteke tenê çend rave û şîroveyan bike. Anku têkiliya xwîner bi tekstê re, li ser agehî û hişyariya xwîner dimîne ku bi riya wê naveroka tekstê kifş dike. Pêvajoya xwendinê bêyî hişyarî encameke kordûnde dide, xwîner bêyî materiyalên ravekirin û analîzê nikare nihêniyên tekstê bibîne. Anku ravekirin pişta xwe bi hişyariya xwîner ve girê dide.

 

Bi baweriya Schleiermacher, teksta wêjeyî ziman wek afirandin û metafor bikar tîne û ziman ji bikaranîna wê ya axaftinî û sade derdixe. Lewma jî pêwist e ravekar siyaqên tekstê berhem bîne, ji vê jî bêtir bi awayekî ji awayan ji xwediyê tekstê bi xwe jî baştir tekstê fêm bike. Anku nivîskarê ravekar baştir ji nivîskarê tekstê bi xwe tekstê fêm dike. Lewma pêvajoya têgihîştinê bi derbasbûna demê di ser tekstê re, bi riya ravekirinê pêwisttir dibe. Anku ji bo têgihîştinê pêwistiya me bi ravekirina tekstê heye. Ev nivîskar ravekirinê dide pêş têgihîştinê. Çiqasî demeke dirêjtir di ser tekstê re derbas bibe, xwîner ewqasî tûşî bedfêmkirinê dibe, li vir ravekirin wek pêwistiyekê derdikeve pêş. Teza ravekirinê li ba vî nivîskarî hunera xwedîbûna hemû mercên pêwist in ji bo têgihîştinê. Anku têgiha têgihîştinê li ba vî nivîskarî pêvajoyeke guhastinê ya girêdayî cudahiyê ye, ji çend xelekên hermenotîk pêk hatiye, anku têgihîştina giştî di çarçoveya têgihîştina beşî de tê, têgihîştina beşî jî di çarçoveya têgihîştina giştî de tê. Anku têgihîştin peyvek e di nav hevokê de, ligel peyveke din di nav heman hevoka paralel, yan cuda ye.

 

Ev ekol me ber bi pirbûna ravekirinê ji bo teksteke tenê ve dibe. Bêguman dema xwîner amade dibe, çimkî bi awayekî otomatîkî tekst wan analîz û raveyên cuda û berfireh qebûl dike. Li vir xala livîn û çalakbûnê xwîner e, ew evdalê bizava kifşkirinê ye. Anku xwîner dibe kesekî berhemhêner, encaman di nava tekstê de derdixe. Bi vê yekê pêvajoya çêjê derdikeve pêş. Jauss dibêje: Çêjwergirtin di du kêliyan de pêk tê. Di kêliya yekem de xud (self) bi awayekî rasterast rastî babetê tê. Di kêliya duyem de çêj xwe di nav tekstê de derdixe. Anku heta pêvajoya xwendinê neyê kirin, bi wateyeke din heta ku xwînerekî me nebe tekstê bilivîne, çêj û xweşiya edebî peyda nabe. Anku nabe di navbera xwîner û tekstê de ti navbeynek hebe, divê ew rasterast rûbirûyî hev bibin.

 

Xwîner dikare piraniya bîr û bawerî û nerînên ku di hundirê tekstê de hene kifş bike. Xwîner kesek e, li dijî desthilata nivîskar û tekstê derbeyê dike û bi xwe dibe navenda bîrkirin û berhemanînê. Tekstê ji qalib û çarçoveyê rizgar dike. Kirdara berhemanînê li ser pêwendiya navbera têgihîştin û hevbandorê dimîne, tiştê hişyariya xwîner di hundirê tekstê de eşkere dike, me ber bi wê têgihê ve dibe ku “Louis Althusser” wek “xwendina kifşkirinê” bi nav dike. Li ser vê têgihê dibêje: “Tekst hemû tiştên di nava xwe de hilgirtiye eşkere nake. Divê xwîner wan kifş bike, wek çawa doktor nexweşiya nexweşekî dibîne. Eşkere ye her xwînerek pişta xwe nade metodeke zanistî ji bo xwendina tekstê, lê çawa be, rengekî ji metodê bikar tîne, ew jî bi lêhûrbûna li şêwaz û binyata tekstê.

 

Xwîner bi berdewamî li pey derxistin û kifşkirina wate û hêmayên cuda yên di hundirê tekstê de ye. Ew wate û hêmayên estetîk ku bi riya torek ji tuxm û regezan çêdibin. Ew tuxm û regez her yek erkê wê heye, bi berhevkirina erkê hemûyan erkê estetîk ê tekstê temam dikin. Lewma jî xwîner di destpêkê de rastî wan regez û tuxman tê. Ew tuxm û regez hostetiyê divin, heke na nava tekstê vala dimîne. Bêyî çêkirina toreke bihêz di navbera wan tuxm û regezan de, felsefe û îdeolojiya nûser desthilatê li ser tekstê digire, bi vî rengî jî tekst dibe amûrek di xizmeta îdeolojiya nûser de. Tekst ji helbestvanî û tekstbûnê vala dibe. Gava helbestvaniya tekstê û estetîka wê dibin pîvan, êdî tekst ji serdem û sal û wan tiştan tê veqetandin, tiştê dibe pîvan afirandin û cîhandîtin e.

 

Anku wek Ebdilmutelib Ebdula dibêje: “Ne merc e teksta afirîner bi pîvanên xwîner û rewşenbîriya belav re li hev bike, lê girîngiya xwe di wê yekê de dibîne ku asoya bendewariya xwîner û warê rewşenbîriya belav tûşî şokê dike û serobinî hev dike. Ew pîvanên ku ji aliyê xwînerê gelî û rexnegirê gelî ve ji bo xwendina tekstê têne danîn, ji aliyê teksta afirîner ve têne derbaskirin. Tiştê cihê wan pîvanan digire, awayê pêwendiya navbera regez û tuxmên tekstê ye, ev dibe derbaskerê xwînerê gelî. Xwînerê gelî kesek e li ser kuştina buhayê estetîkî yê teksta edebî kar dike, çimkî ewqasî bi rûkeşî li tekstê dinere, wek dadwerekî biryar dide. Biryardan jî hewldanek e ji bo girêdana tekstê bi hizrkirine tenê ve. Lê xwînerê cidî, xwînerek e ji xweber biryar nade, jixwe dibe ku baweriya wî bi birydardanê qe nebe jî, lê ew xwînerek e teksta afirîner kifş dike. Xwînerek e ku nerîna wî ya taybet û cuda li hember tekstê heye.