Fîlmeke navdar jî di Festîvala Fîlm a Sîlêmaniyê de tê nîşandan

Hewlêr (Rûdaw) - Biryar e ku di çarçoveya Festîvala Fîlm a Sîlêmaniyê de fîlma Slovakî ya bi navê “The Interperter” were nîşandan û ji bo wergirtine xelatan bikeve pêşbirkê.


Fîlm di çarçoveya komedî de ye behsa şerê Slovakyayê û tolstendina xortekî dike, ku di dema şer de bavê wî ji aliyê efserekî ve hatiye bidarvekirin.  Xortê navborî jî dixwaze tola bavê xwe bistîne lê piraniya xelkê dixwaze ew dema şer ji bîr bike û dev ji tolstendînê berde.

 

Fîlma ku nivîskar û derhênerê wê Martin Sulik e, lîstikvanên sereke yên fîlmê jî Jiri Menzel, Peter Simonischek û Zuzana Mauréry ne. Fîlm bi zimanê Îngilizî, Almanî, Slovakî û Rûsî hatiye nîşandan.

 

Hêjayê gotinê ye, ku 3yemîn Festîvala Fîlma Silêmaniyê bi sponsora Tora Medyaya Rûdawê dê roja 10ê Cotmeha 2018ê li bajarê Silêmaniyê birêve biçe.