Dermanê welatên bindest xwendina pirtûkan e!
Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya Perwerde, Zanîn û Rewşenbîriyê (UNESCO) sala 1995an, roja 23yê Nîsanê weke Roja Cîhanî ya Pirtûkê destnîşan kir. Armanc ji vê destnîşankirinê ew e ku guhdaneke taybet û berfireh bi pirtûk û xwendinê bê kirin. Herwiha zanîn û rewşenbîrî li cîhanê belav bibin û têkevin asteke bilind ku ew cihê guhdanê bin û xwedî bandor bin. Ji her kesî bêhtir, gelê Kurd hewcedarî pirtûk û xwendinê ye. Girîngiya pirtûk û xwendinê di nivîs û helbestên kurdên Rojavayê Kurdistanê de tê xuyakirin.
Pirtûk û kitêb û pê re jî xwendin ji gelên bindest re dibin wek dermankerên nexweşiyên bêderman. Tiştek wek pirtûkê asoyên nû û hizr û ramanên cuda li pêşiya xwînerê xwe venake. Bi şêweyeke sembolîk, cîhanê rojek ji kitêbê re diyar kiriye, lê dost û hogirên xwendin û kitêban, her rojekê ji temenê xwe wek roja kitêb û xwendinê dibînin.
Hemû kes û milet hewcedarî pirtûk û xwendinê ne, lê Kurd ku hîn piraniya welatê wan di bin destê neyaran de ye û zimanê wan jî qedexe ye, bêhtir hewceyî xwendinê ne. Ehmedê Xanî di Mem û Zîn de dibêje:
“Da xelq nebêjitin ku Ekrad Bême’rîfet in, bê’esl û bunyad. Enwa’ê milet xwedan kitêb in. Kurmanc tenê di bêhesêb in.”
Nivîskar Tengezarê Marînî di bin navê “Pirtûk” de, behsa giringiya pirtûkê dike û dibêje: Roja pirtûkê ya cîhanî, di 23 Nîsanê de ye. Ev roj jî, roja wexerkirina W.Shakspear û Cervantes e. Fîlosofê Romayî Seneca li ser pirtûkê wiha digot: “Dema herî zêde ku ez derbas dikim, ew danûstendina di gel pirtûkên min e.” Şiyana Pirtûkê heye bipeyive, bigirnije, çavbigirî be, xewnan bibîne, geştê bike, esseh carekê dê mirov pêdivî pirtûkekê bibe daku di gel bipeyive, bigirî, bikene, xewnan bibîne û bikaribe geştekê bike. Li vir gotineke Addison xwe li bîra min dide: “Xwendin bo mejî, mîna jemnastîkê ye bo laş.”
Seydayê Cegerxwîn jî bi helbesteke xwe qîmeta kitêb û xwendinê bilind dinirxîne û dibêje:
“Xwendin nebe kes naçe pêş. Peyda dibin pir derd û êş. Herdem dibin destê neyar. Em dê bidin xwukî û bêş. Ev tac û şewket xwendin e. Ev dîn û dewlet xwendin e. Ev serbilindî xwendin e. Ev dewlemendî xwendin e. Herçî nexwendî rencber e. Ê ku bixwûne rêber e. Herdem di nêv xan û sera. Serkar e ew ya serwer e. Ev tac û şewket xwendin e. Ev dîn û dewlet xwendin e. Ev serbilindî xwendin e. Ev dewlemendî xwendin e. Xwendin divê hem pir xebat. Bo milletê Kurd û welat. Kurdno ji xew rabin hemû. Mizgîn li we roja me hat. Ev tac û şewket xwendin e. Ev dîn û dewlet xwendin e. Ev serbilindî xwendin e. Ev dewlemendî xwendin e.”