Seydayê Tîrêj

Hewlêr (Rûdaw) - Di 23'ê adara sala 2002'an de, helbestvanê navdav ê kurd Seydayê Tîrêj jiyana xwe ji dest da.

Tîrêj ku navê wî yê rastî Nayif e, di sala 1923'an de li gundê Nicîmê yê ser bi parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê hatiye dinê.

Gava ew dibe 6 salî, bavê wî mala xwe bar dike û li gundê Sêmitikê bi cî dibin. Tîrêj li wê derê û li cem mela Birahîmê Golî, Qur'anê û çend pirtûkên olî dixwîne.

Wek gelek helbestvanên kurd, ew jî li dibistana olî dest bi xwendin û nivîsandinê dike.

Tîrêj, di sala 1937'an de hatiye bajarê Amûdê û li wê derê têkiliyên wî bi helbestvanên mezin ên wek; Cigerxwîn, Qedrî Can, Hesen Hişyar û Nûredîn Zaza xurt bûye.

Tîrêj bi wan re xebata niştimanperwerî kiriye û wek gelek welatperwer û ronakbîrên Kurda, seydayê Tîrêj jî di nava civata Xoybûnê de cihê xwe girtiye. Ligel nivîsandina helbest û çîrokan têkoşînek ramyarî jî meşandiye.

Di sala 1952'an de bi destê hêzên ewlekariyê tê girtin û dîwanek ji helbestên wî yên ne belavbûyî tê talan kirin.

Ew ji neçarî demek dirêj xwe li nav Erebên Cibûran diparêze.

Di sala 1973'an de berê xwe dide bajarê Hesekê û li wir bi cî dibe, heta ku diçe ser dilovaniya xwedê.

Seyda, hevaltî bi tu rêxistin û partiyan re nekir. Kurdekî serbixwe bû.

Tîrêj xwediyê 4 dîwanên çapkirî û 3 dîwanên neçapkirî ye.

Seydayê Tîrêj, rûmet, ronahî û cewherê helbestê wiha dibîne:

Ma rûmeta şi’rê çiye, ned’ xizmeta milet debî

Ronahiya şi’rê çiye, pesnê welat ko têd’ nebî

Çibkim ji wê şi’ra rijî, danegire sewda û mejî

Derdê dil û can nakujî, çaxê ko cewher têd’ nebî